Nameyên evînî – 85

Nameyên evînî – 85

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Xwedê 4 ecêbên xweş kirin: 1. Em gîhandine hev. 2. Me bi hevdu da hezkirin. 3. Biryar kirîye qet me ji hev neqetîne. 4. Biryar kirîye me bi hev ra perçîm bike.

 

¤¤¤

Em bi rastî bo hev hatine dinyayê. Ev 700 rojan zêdetir e em her ro ji hev du ra dinivîsin, rojê ji 10 caran zêdetir, ji 3 sietan pirtir, herdem jî piranî ser evînê û herdem jî evîna xwe bi awayekî nû ji hev ra dibêjin, zewqê digirin, evîna xwe himberî evînên di berhemên nivîskarên binavûdeng dikin û dawî ji evîna xwe lezetê dibînin, ji ber ku a me ji a wan xurttir e. Ne bo ku a me ye lema, lê bi rastî jî wisan e. Kî van xetan bixwîne, wê bêje ew çawa dibe 700 rojan û her ro bi awayekî nû? Bersîva me ji bo van kesan ev e: -Em nikarin ji we ra şirove bikin. Ji ber ku ew evîna me ne ji hişê me dertê, ku em bikarin ji we ra bêjin. Ji dilê me dertê û a dilê me jî em tenê ji hevdu ra dikarin bêjin.
Em ji nebawerîya we jî fêm dikin, ji ber ku hûn difikirin ku ew gotinên me ji hişên me dertên, fikirên ji hiş derkevin jî, ne zêde dewlemend in, ew fikir nikarin 700 rojan her ro bi awayekî nû bin, rojê 10 caran zêdetir, ji 3 sietan pirtir evîna xwe ji hev ra bêjin. Li vir hûn rast in. Lê fikirên ku ji dil derkevin, pir dewlemend in. Loma em wisa dewlemend in.

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev