Selahedînê Eyûbî çima fermana kuştina Şihabedînê Suhrewerdî daye?

Selahedînê Eyûbî çima fermana kuştina Şihabedînê Suhrewerdî daye?

Ali Gurdilî, lêkolîner

 

Suhrewerdî demekê derketiye geş û gerên dûr û dirêj, di wê navberê de li Îran, Diyarbekir û Enedolê rêwîtî kiriye û di dawiyê de li Sûrî, xwe gihandiye bajarê Helebê.

 

Heleb wê demê di bin serweriya Zahîrê kurê Selahedînê Eyûbî (Sâlah ad-Din al-Eyyûbî) de bû. Zahîr, bi xweşî pêşwaziya wî kir û jê xwest ku beşdarê civînên ilmî bibe.

 

Bi jîrîtî û zanîna xwe, Suhrewerdî di demekê gelek kin de baş hate naskirin û navdar bû. Lêbelê, hinek alimên wê demê gotine ku ramanên wî li dijî şerîetê ne.

 

Zahîr, ewilî wî diparast û xwedî lê derdiket. Piştre, dijminên wî çûne cem Selahedînê Eyûbî û giliya wî kirine û gotine ku xelkê ji rêya dîn derdixe.

 

Li ser vê yekê Selahedînê Eyûbî fermana kuştina Suhrewerdî dide kurê xwe Zahîr û di sala (H) 587 (M) 1191an de Suhrewerdî li Helebê tê kuştin.

 

Li gor rîwayetekî dibêjin Suhrewerdî ne xwestiye ku bi darvekirinê were kuştin, piştre li ser daxwaza wî, wî bênan û bêxwarin, bêav dihêlin û piştî demekê Suhrewerdî ji birçîtiyê dimre.

 

Piştî mirina wî, hinekan bi xirabî û xerezî behsa wî kirine û hinekan jî, bi başî behsa wî kirine û gotine ku ew welî ye.

Çavkanî 
Suhrewerdî û Felsefeya Îşraqî. Prof. Dr. Îbrahîm Agah Çubukçu

Têbinî
Şihabedînê Suhrewerdî, feylesofekî kurd e û damezranerê feraseta (ekola) felsefî ya îşraqî ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev