Halime Oğuz bû parlamentera Parlamentoya Danîmarkê

Halime Oğuz bû parlamentera Parlamentoya Danîmarkê

Yilmaz Yildiz

 

Halime Oğuz, namzeta kurd ji Anatolîya Navîn, di Hilbijartina Giştî de, ji Partîya Sosyalîst a Gel (SF) qezenc kir û di nav namzetên kurd de wek yekem kurd kete Parlamentoya Danîmarkê.

 

Ev dîmenê hûn dibînin, ji civîna hilbijartinê ne, ku KOMKAR-KBH û Însîyatîfa Kurd li Danîmark berîya heftîyekê jê re lidarxistibû.

 

Di civînê de kevnesrokê SF’ê û kevnewezîrê derve ê Danîmark, Villy Søvndal jî beşdar bûbû û piştgirîya Halîmê kiribû.

 

Em pîrozbahîyeke germ li Halime Oğuz dikin û di karê wê ê sîyasî de serkeftinê dixwazim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev