—RÛVÎYA ZIRAV—

—RÛVÎYA ZIRAV—

Nivîseke kêrhatî ji malpera ”Biyolojiya Bi Kurdi”

 

Rûviya zirav di navbera gede û rûviya stûr de bi awayek badayî dirêj dibe. Rûviya zirav bi qasî 6 – 7 metre dirêj e. Firehiya coga rûvî 2.5 cm e. Rûvî xwe li ser hev tewandî ye, loma di nav zikekelênê de bi hêsanî cih dibe. Ji ber ku qalindiya(panî) wê, ne bi qasî ya rûviya stûr e, navê wê kirine rûviya zirav.
Rûvî li gel karê herisê, cogek wekî mîna riya xurek (rêxurek) kar dike, li başûrê Kurdîstanê ji boy rûviya zirav peyva “rêxola barîk”(zirav) tê bikaranîn.

 

–Anatomiya rûviya zirav–

Rûviya zirav ji sê beşan pêk tê. Rûviya donzdetilîk, rûviya vala, rûviya badayî.
Rûviya donzdetilîk an jî rûviya donzdegirêk(bi înglîzî: duodenum) navê xwe ji dirêjîya xwe digire. Dirêjiya rûviya donzdetilîkê bi qasî donzde tilî an jî 25 cm e. Rûviya donzdetilîk dişibe pîta C yê, ji guşera pîlorî dest pê dike hetanê rûviya vala (rûviya birçî) dirêj dibe. Ji boy herisa mekanîk a çewrî, ji kezebê zerav tê derdan, zerav bi navbeynkariya cogê tevlê xurekên nav donzdetilîkê dibê. Herwisa ji boy herisa kîmyayî jî ji pankresê enzîmên herisê tevlê donzdetilîkê dibe.
Rûviya vala an jî rûviya birçî (bi Înglîzî: jejenum): Dirêjiya wê bi qasî 2.5 metre ye. Mijîna xurekan cara pêşîn di rûviya vala de dest pê dike.
Rûviya badayî (bi înglîzî: ileum) beşa dawî ya rûviya zirav e. Dirêjiya wê bi qasî 3.6 metre ye. Di kotahiya rûviya badayî de rûviya stûr dest pê dike.

 

–Pêkhateya rûviya zirav–

Çîna lînceperde û çîna jêrelînceperde di nav coga rûvî de pêçanên bazinî ava dikin. Pêçanên bazinî ji alîyekî rûyê rûviya zirav fireh dikin, ji aliyê din ve xurek ji ber hebûna pêçanên bazinî, hedî bi hedî di nav rûvîde derbas dibe. Herisa kîmyayî û ya mekanîk di rûviya zirav de bi dawî tê. Ji boy herisa kîmyayî û mijîna xurekan, xurek bi qasî 12 saet di nav rûviya zirav de dimîne. 90% ê xurek û av ji dîwarê rûviya zirav tê mijandin û tevlê xwînê dibe.
Çîna lînceperde ji rûkeşeşane pêk te. Ango rûkeşeşane rûyê hûndirîn a rûviya zirav dadipoşe.
Li ser rûyê hundirîn a rûviya zirav de hin pêkhateyên mîna tilî hene navê van pêkhateyan memîle (bi ingilîzî: yekjimar “villus”, pirjimar “villi”)ye. Memîle bi çînek xaneyên rûkeş ve dapoşî ye. Rûkeşexane jî ji boy zêdekirina rûyê rûviya zirav, parzûna xaneyê ber bi coga (lumen) herisê dirêj dike, li ser rûyê xaneyê pêkhateyên wekî mîna kulkan peyda dibe. Ev pêkhate wekî wirdememîle (bi ingilîzî: yekjimar “microvillus”, pirjimar “microvilli”) bi nav dibe. Ango wirdememîle ji parzûna xaneya rûkeş pêk tê. Memîle û wirdememîle rûyê hûndirînê rûvî firehtir dike, bi vî awayê xurek bi hêsanî tê mijandin. Di nav çîna lînceperde de hin xaneyen taybet hene, xaneyên goblet û xaneyên derdanî mînakin ji boy van xaneyan. Xaneyên derdanî enzîm û hormon der didin. Xaneyên goblet lîncemade der dide.
Molekulên sakar (hûrik) ên wekî mîna glukoz, asîdên amînî û hwd ji coga herisê derbasê nav lûleyên xwînê yên memîleyê dibin. Çewrî dikeve nav lûleyên lîmfê. Xurek bi difuzyonê an jî bi guhestina çalak ji rûvî tên mijandin.

 

–Nexweşiya kêmtoleransiya laktozê— 

Şîr şekira laktozê lixwe digire. Loma laktoz wekî şekira şîrê tê bi nav kirin. Ji boy heriskirina laktozê, di rûviya zirav a dergûş û zarokan de enzîma laktaz tê berhemkirin û derdan. Mîrovên gihîştî li gor dema zaroktiya xwe hê kêmtir şîr vedixwe, loma di laşê mirovên gihîştî de, derdana laktazê jî roj bi roj kêm dibe an jî bi tevayî radiweste. Mirovên ku di rûviya wan da bi têra xwe laktaz çê nabe, wekî nexweşên kêmtoleransiya laktozê bi nav dibin(bi îngilîzî:lactose intolerance). Ev kesan gava şîr vedixwin, laktoz di rûviya wan da nayê heriskirin û dibe sedema vijik û gazên rûvî. Li hin herêman, mirovên gihîştî vexwarina şîrê, her wekî dema zaroktiya xwe didominin. Derdana laktaz jî di laşê van kesan da didome, loma nexweşiya kêmtolerensiya laktozê li nav van mirovan de gellek kêm e. Mirovên bi nexweşiya kêmtoleransiya laktozê ketine, laktozê naherisînin, laktoz ji boy demek dirêj di nav rûviyên wan da dimîne. Bakteriyên nav rûvî, laktozê dimeyinin(tirş dikin). Bi meyandina laktozê gazên wekî Karbona dîoksîd, hîdrojen û hin cureyên asîdan çê dibe. Ji ber ku laktoz di rûvî de dimîne pestoya osmosiya nav rûvî zêde dibe, av ji dorhêlê bi difuzyonê dikeve nav rûvî. Zêdebûna av, gaz û asîd, zik û rûviyên mirov diwerîmîne û diêşîne. Li gel van nerihetiyan, dibe ku mirov zikçûyî jî bibe.

 

–Nexweşiya sîliyak— 

Di nav genim, ceh û çewder de komek proteîn heye navê wî gluten e. Koendama bergiriyê ya hin mirovan glutenê wekî hokara nexeşiyê dehesibîne û li hember glutenê bergirî dabîn dike. Kêmtolerasnsiya glutenê wekî nexweşiya sîliyak tê bi navkirin.(bi îngilîzî: celiac disease). Kesên bi nexweşiya sîliyakê heke di nav xwarina xwe de gluten bixwe, xaneyên bergiriya laş, êrîş dibin ser lînceperdeya rûviya zirav. Ji ber êrîşa xaneyên bergiriyê, ziyan digihîje memîleyên rûvi. Memîleyên ziyangirtî bi têra xwe xurek namijîne. Nexweşiya sîliyak, nexweşiyek bomaweyî(genetîkî) ye.

Nîşaneyên nexweşiyê;

Di coga herisê de peydabûna gaz, zikçûn, westayî, bêtaqetî, jarbûn, kêmxwînî. Nexweşên sîliyakê dive teqez xurekên bê gluten bixwe.

 

* Ev xebat li ser malpera wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/R%C3%BBviya_zirav

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev