Endamên “Koma KURMANCΔyê beşdarî behîya kurdeka Qazaxistanê bûn!

Endamên “Koma KURMANCΔyê  beşdarî behîya kurdeka Qazaxistanê bûn!

Zinar Soran

Bi munasebeta sêrojîya xuşkeke me ya kurdên Qazaxistanê ku çûbû ber dilovanîya Xwedê, Koma Kurmancîyê teva mazûbanên xwe akademîsyen û profesor Kinyazê Îbrahîm, profesor Ezîzê Zîyo Bedirxan û Ezîmê Şemo ji bo sersaxîyê çûn gundê Aşîbûlakê.

Gundê Aşîbûlakê, gundekî nezîkî bajarê Almaatayê ye û li derdora 600 malên kurdan lê hene. %70ê niştecîyên gund kurd in.

Rê û rêwanî ji mirovên ku hatibûn sersaxîyê tunebû. Em derbasî salona şînê bûn ku hundur tije mirov bûn. Ji bo cih di salonê de nemabû, gelek mirov li derve li hewşê bi cih bûbûn.

Melayekî kurd bi kurdîyeke gelekî delal dest bi dua kir û dûre jî li gor wacibên ola mislimanîye çend ayet ji Quranê xwend. Seyda di nav waaz û duayên xwe de çend caran jî dua ji bo şehîden Kurdistanê û avakirina dewleta Kurdistanê kir ku bi rastî cihê şanazîyê bû.

Piştî dua û axaftina Seyda, akademisyen û profesor Kinyazê Îbrahîm dest bi axaftinê kir, sersaxî ji malbatê re xwest û endamên Koma Kurmancîyê yek bi yek da nasîn. Çend hevalên Koma Kurmancîyê jî li ser navê Koma Kurmncîyê sersaxî ji malbatê re xwastin.

Em gelekî şad û bextewar man ku kurdên me yên Qazaxistanê, kurmancîya xwe, urf û adetên xwe yên kurdî û hestên xwe yên welaparêzî û kurdistanî ewqas zindî hiştine û parastine.

Xwedîyê şînê û gelek kesên ku hatibûn sersaxîyê xêrhatinek germ li me kirin û em jî gelekî bextewar man ku me êş û xema wan par ve kir.

Piştî sersaxîyê malbatek ji gundê Aşîbûlakê Koma Kurmancîyê û mazûbanên me dawetî mala xwe kir. Malek gelek spehî û delal bû, hewşek wê bi gul, çîçek û şênkayîyek bedew hatibû xemilandin. Xwedîyê malê Xudêdayê Misto em bi awakî germ pêşwazî kir û em li çardaxa malê rûniştin. Xwedîyên malê mêvanperwerîyek ji dil nîşan dan!

Piştî sohbetek gelekî xweş û geş me xatirê xwe ji xwedîyê malê xwest û me berê xwe da bajarê Almaatayê ku li wê derê xebata Kurmancîyê li benda me bû!

Bila Xwedayê dilovan xuşka me bi rahma xwe şad bike. Bila serê malbatê, meriv û hogirên gorbihuştê sax be!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev