XWEDÊYO, TITÛNA BEDLÎSÊ JI BÎR NEKE!

XWEDÊYO, TITÛNA BEDLÎSÊ JI BÎR NEKE!

Rêwîyê Kal

 

– Şêxekî fisgenî di dergeha xwe de rûniştîbû, mirîd li dev dora wî kom bibûn.

 

Şêx:

-Rojekê ez, Îsa û Mûsa em bi hev re çûn serdana Xwedê.

 

Mirîdan bi hev re bi qêrîneke bilind selawat dan û cardin guhdarîya şêx kirin.

 

-Xweda cixare dikişand, lê dikuxîya. Min jî qûtîya titûna xwe vekir, cixarek pêça û dirêjî destê Xwedê kir. Min jê re got: “Ew titûna ku tu dikişînî, cenabê te dikuxîne, ka vêya bikişîne, mêze bike ka çewaye?”

 

Mirîd: Êêêê şêxê min

-Xweda nefesek ji cixara min kişand û got: “Şêxê delal, cixara te pir xweşike. Gelo ev çi titûn e?”

 

Hebîbê min ev titûna Bedlîsê ye.

 

Xweda:

-Careke din ku tu hatî, ji min re ji vê titûnê bîne. Tu ji bîr nekî ha!

 

Werhasil şêx bi derewên xwe hejmara mirîdên dora xwe zêde kir, jîya û mir çû ser emelê xwe.

 

Em werin ser gilî û gazindê xwe!

 

Xwedêyo ew zimanê te xûliqand, da Kurda, navê wî zimanî jî Kurdî ye. Niha îblîsek bûye şaredarê Bedlîsê, wî zimanî li ser şaredarîyê reş kir, navek bi Tirkî nivîsand. Bo xatirê titûna Bedlîsê be jî tu wî îblîsî qehir bikî, ma nabe?

 

Xwedê neheqîyê li erdê nehêle!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev