Şagirtên dersên zimanê kurdî bûn mêvanên ”KURMANCΔyê

Şagirtên dersên zimanê kurdî bûn mêvanên ”KURMANCΔyê

Têmûrê Xelîl

Endamên Koma KURMANCÎyê ya Înstîtûya Kurdî a Parîsê di nava çend rojên xebata xwe ya li Almatîya Qazaxistanê, ji kurdên vî welatê înternasyonal gelek mêvanperwerî, camêrî, dilsozî dîtin, lê zewq û lezeta here mezin ji wan şagirtan dîtin, ku bi serokatîya mamostaya xwe ya zimanê kurdî Gulnare Salheddîn seredana me kirin.

Şagirtên xwînşîrîn û bi bedewîyeke hinkûfî miletê kurd – Evîna Îbrahîm, Mîleyla Cegerxwîn, Îbrahîmê Naîm, Dilvîna Îbrahîm, Safîna Sultan, Celalê Aledîn, Îbrahîmê Balabêk bi hazirî hatibûn, bi govendgirtin, bi stiranan va dilê me baristan kirin.

Organîzator û ruhdarkirên wan – mamostayê koma folklora kurdî Îbrahîmê Filît, piştgir û alîkarên wî Aledînê Elî, xanima wî Taya Usên û Medîna Elî bi daxweza zarokan, du tortayên bi alaya Kurdistanê û bi zaravên zimanê kurdî nexşnîgarkirî, xemilandî wê rasthatina me a bi heytehol xemilandin û kirin bîranîneke xweş û geş.

Di navbera me û zarokan da sohbeteke germ, bi ruhê kurdîtîyê û bi hesreta Kurdistanê va dagirtî saz bû.

Zarokên kurd yên Qazaxistanê bi wan pirtûkên dersan va fêrî xwendin û nivîsandina kurdî dibin, ku eva êdî çend deh sal in akademîsyenê me, profêsor Kinyazê Îbrahîm bo wana amade kirîye.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev