Ji nimûneyên zargotina me – 189

Ji nimûneyên zargotina me – 189

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedheftêyî me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên li wir çapbûyî raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

 

MALA ME CÎNARÊ MALA WE BÛYA

 

Mala me bera cînarê mala we bûya,

Bera gilî-gotinê min û teva bi tev hebûya,

Bera kirasê canê min tunebûya.

 

Kawê, mala me cînarê mala weye,

Vê sibêda çevê min li rênga teye,

Ezê çi bikim, kotîyê mêra mêrê teye,

Malcînarê, teyê hestuyê canê min heland,

Nava dilê min anî xare.

 

Malcînarê, hîva gundê me çardene, naçe ava,

Pêwirê blind bûne, mêzîna xwe da nava,

Heft xwezil bi wî çaxî,

Min diya tera bigota – xasî,

Ewê jî minra bigota – canê, zeva.

 

Heyla, weyla, mal cînarê,

Teyê hestuyê min helandin –

Nava dilê min anî xarê.

 

Malcînarê, hîva gundê me çardene, ça blinde,

Emê herin bal qerewil, gavanê gunde,

Ezê bêjim, ez bextê weme,

Gava diçine nava gund –

Pak binêrin,

Çika dosta kê ji me rinde?

 

Heyla, weyla, mal cînarê,

Teyê hestuyê min helandin –

Nava dilê min anî xarê.

 

SEYRAN

 

Seyranê, min xulama te wî devî,

Gundo, lo malîno, ezê bextê we ketime,

Gazin, loma ji min nekin,

Ezê terka çev-birûyê Seyrana Melle Mûsa nakim,

Hetanî serê Qerejdaxî xopan

Ranebe mêrg û zevî.

Seyranê, minê sond xarîye –

Gere sûretê te sor bidim ber vî devî.

 

Seyranê, min xulamê te wî devî, xeberdanê,

Gundo, lo malîno, ezê bextê we ketime,

Hûnê gazin-loma ji min nekin,

Memikê Seyrana min wusanin,

Serî sorin, kokê wan sipîne,

Notlî sêvêd Xelatîne,

Notilî hurmê Herebîne,

Na welle, notlî tirîyê Rewanê sincirîne,

Wê anîne hafa mala firotanê,

Herkê xelqê rabe bide mal-halê dinê,

Ez sêfîlê xadê rabim bidim

Her çar mîngê xweye ber dotinê,

De bavo, Seyran xeyîdîye, bi minra nayê.

 

Seyranê kavilê gundê me kêzîne,

Ezê rabûm çûme nav dewatê,

De bira xadê dewatê ser xayîda reşgerîne,

Minê bala xwe dayê,

Min nihêrî –

Seyrana Melle Mûsa navda nîne.

Minê navê defçîya, zurneçîya jê pirsîne.

 

Gotin:

 

“Yek Manûkî Çilkanîyane”.

Min go: “Manûko, tu bi xwe kî, bi xadê kî,

Tuyê rabî, def û zurna xwe hilînî,

Herî Seyrana Melle Mûsa bînî,

Bera qasekê têkeve sergovendîyê, xwe bihejîne,

Notilî kihêle ji kihêlê Hesen begê Berazî,

Wê serkela xwe bavêje,

Sîlebenda xwe biqetîne”.

De bavo, Seyran xeyîdîye, bi minra nayê.

XELÎL BEGO

 

Xelîl bego, rêda, ha bi rêda,

Xelîl begê min koloz xar kir

Ser topek topa vê rimêda,

Xêra mala xadêra bibûma sêvekê,

Têketama destê Xelîl begêda,

De were mêrî mêrano,

De were başî xortano,

Serê min bi gorî,

Ruh-canê min qurbano!

 

Xelîl bego, Sibhan gule wê bi dare,

Xelîl begê min Xalongê qomsî pêda hatin xare,

Xelîl bego, de tu were,

Konê bavê min mêvan be,

Derê koza berxa veke,

Pênsid berxe,

Dusid karê gozel çale,

De were gel hor, gel hor,

Lawiko, lawiko, dîno sewdelîyo,

Xelîl tuyî, maşoq ezo.

 

Xelîl bego, Sibhan gole wê bi kizine,

Lê diçêre kar, berxe, mî, bizine,

Xelîl bego ez bi qurba,

De tu were konê bavê min mêvan be,

Konê bavê min bîstûçar gava

Konê bavê te mestire,

De were mêrî mêrano,

De tu were başî xortano,

Serê min bi gorî –

Ruh-canê min bi qurbano!

 

Xelîl bego, Sibhan gole çevkanîne,

De tu were konê mala bavê min mêvan be,

Fînîyê sor ser serê min hilde,

Pêra biskin,

Para sêsid şêst û şeş gulîne.

 

De tu were mêrî mêrano,

De tu were başî xortano,

Serê min bi gorî –

Ruh-canê min bi qurbano!

 

 

 

KAWÊ

 

Kawê, çevê belek ha ji minra

Qal-qinyatê dila ji yekî dinra,

De bera yanga min û teva –

Here bal mîrê mezin, Şahê Sura.

 

De hayî, hayî, hayê,

Were poşman ezim.

 

Kawê, awirê çeva tu aşiqî,

Qal-qinyatê dila milafiqî,

De bera yanga min û teva

Here bal mîrê mezin wî xaliqî,

De hoy, hoy, hoyê…

Were, poşman ezim.

 

Kawê, berfek barî ser şîlana,

De bera agirekî bibare ser cînara,

Herça orta du dila, çar çevada

Nemamîyê bike,

Bera heft sala bikşîne êşa dev-dirana.

 

Kawê, min bostanekî çandîye ji kundirê bejî,

Minê av daye ji hêsirê çevê xwe û te jî,

De bera xadê eşqa dilê min

Bavê dilê te jî.

De hoy, hoy, hoyê…

Were, poşman ezim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev