Serhildana li Dêrsimê “Tuncelî” (1936-1938) -1

Serhildana li Dêrsimê “Tuncelî” (1936-1938) -1

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Serhildana li Dersimê “Tuncelî” (1936-1938)”. Ji ber ku ew beş mezin e, em wê dikin du paran û raberî we dikin. Kerem bikin, beşa yekê bixwînin. Beşa duduyan emê piştî heftêyekê çap bikin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 189

 

Di nîveka salên 30 da, hukûmeta Tirkiyê biryar kir dest bi wê yekê bike ku eşîrên Dersîmê yên nîvserbest bi temamî bikevin bin qolê wê. Berî wê yekê, bineciyên Dersîmê tuê bêjî di otonomiya ne resmî da dijîtin. Meclisa her eşîrekê, ku diket nava meclisa Dersîmê ya sereke, hebû. Biryarên eva dawîn bona hemû serekeşîran, usa jî komên Kurdan ên çekdar, eseyî, borclî bûn. Serekê Dersîmê yê herî bi nav û deng Seyid Riza bû (119 a, r. 49). Dîwana Tirkiyê bona hildana “otonomiya” Dersîmê dest pê kir bi dizî bingeha “idêolojîk” saz bike. “Zanyarên” Tirkiyê bi rojnamevanan ra tevayî “isbat” dikir ku Kurdên Dersîmê yên zaza ku, ras t e, bi pêşketina çanda xwe ji Tirkên mayîn paş va mane, lê “gelek dixwazin careke din bi welatê xwe ra bibin yek”, “Tirk in, ku ji zû da ji aranan derbasî çiya bûne”. Girêdayî vê yekê, perçeke gotara “Kurd”, ku di ansîklopêdiya Tirkiyê da hatiye nivîsîn, gelek hewaskar e : “Piraniya Kurdên Tirkiyê bi tirkî dipeyivin û wek Tirkan dijîn. Em, Tirk, hesab nakin ku ew ji milletekî mayîn in” (37, r. 2966). Dîtina resmî di derheqa milletiya Kurdan da ewha bû.

 

Li Dersîmê, li dibistanên destpêkê mamostatî bi zimanê tirkî bû, ji bo ku wan dixwest ku bi zimanî Kurdên zaza ku “zimanê pêşiyên xwe ji bîr kiriye” bi çanda tirkî ra çavnas bikin. Gotina “Kurd” ji peyvê kesan hatibû hildan. Lixwekirina cillên kurdî, stirana bi zimanê kurdî berk hatibûn qedexe kirin.

 

Tevî wê yekê, hukûmeta Tirkiyê dicedand ku li Dersîmê ji bineciyan bacan hilde. Berê bineciyên wê navçeyê, bawer bike, hîç bac ne dida. Q, fehmdarî ye ku ew yek ne tenê ne bi dilê bineciyên Dersîmê bû, lê usa jî bû sebebekî nerazîbûna Kurdan a giring û sereke.

 

Bi destê zorê hildana wan mezîlên xweliyê, ku yên eşîran bûn, û berê-pêş da gundiyan ew didane bêcer kirin, ekin-tîkinê xwe dikirin, û parvekirina wan xweliyan di nava Tirkên mihacir da nezazîbûn û hêrsa Kurdan rakirin.

 

Daxwaziya Tirkan ku ji gundiyan bac hildin û xweliyê ji destê wan hildin ji aliyê Kurdan rastî dijderketina bêhempa bû, loma jî serokatiya Tirkiyê mecbûr bû ku demekê ji pêkanîna planên xwe bipê. Lê wê dest bi pelixandin-zordestiyan kirin. Hukûmeta Tirkiyê li kuçeyên Elazîzê çend Kurdên ku dijî biryarên dîwanê derketibûn dar da kirin. Ew yek bû sebeb ku Kurd eşkere û bi xurtî êrîşî hukûmetê bikin. Zûtirekê temamiya Dersîmê di nava agir-alavan, tevrabûnê da bûn.

 

Bi pêşniyara Atatiirk, pirsa di derheqa Dersîmê da kete nava pirsgirêkên Meclisê ku civîna wê dizî û derîdadayî bû. Di peyvê xwe yê 1 cotmeh 1936 da, dema vekirina meclisê, Atatiirk ku di derheqa Dersîmê da dipeyivî got : “Problêma herî giring di nava karên me yên hundirî da ew pirsa Dersîmê ye. Pêwîst e ku em bi her awayî wê tevrabûna ku bûye kula piçengê ji binhegê va raqetînin … û me destûra herî mezin daye hukûmetê bona ku mecalên herî mezin di pirsa jorgotî da bi lez qebûl bike” (119 a, r. 50). Agahdariyên cihê-cihê, ku di weşana Tirkiyê da di derheqa wê yekê da dihatin weşandin, şehadet dida ku di civînên meclisê da pirsa “mulayimkirina” Kurdan hatiye enene kirin. Li dawiyê, weşan nîşan dida ku enenekirina pirsa di derheqa Dersîmê da li meclisê kuta bûye û “mehkemeyên ku biryarên gullekirinê derxistine bi cezakirinên mayîn va hatine guherandin”.

 

Bi pêşniyara Atatiirk navçeyên merkezî bûne wilayetek û navê wê danî Tuncelî (35, dîwan 17, r. 165-182). Di 6 hezîran 1936 da, navçeya te ftîşa sereke ya 4mîn, ku wilayetên Elazig (Elazîz), Tuncelî û Bingolê (33), ango temamiya axa Dersîma berê, diketin nav wê, hat saz kirin (36, r. 66).

 

Di wê navçeyê da, serokatiya xusûsî bi serokatiya mufettişê sereke, general Alpdogan, hat saz kirin. Li rex serwêrtiya mufettişê sereke ku li Elazîzê bû, parên xusûsî hatin saz kirin : ya şêwrdarên eskerî, koma casûsiyê, koma xusûsî ya zabitên barêgeha sereke, mehkema eskerî (sedr û du endamên wê), sekretarî, parên maliye û avukatiyê.

 

General Abdullah Alpdogan ferman da ku li wilayetên Tuncelî, Elcizîz û Bingolê halê eskeriyê îlan bikin û de’w kir ku Kurd 20.000 tifing û demançe teslîm bikin; eger na, ewê cezayên mezin bixwin (126, r. 270). Niştimanperwerên kurd keir dikir ku li pêşeniya dijî Tirkiyê yekîtiyê çêkin, lê nikaribûn ew dubendîdutîretiya di navbera eşîran da bidin hildan, wan bikin hêzek. -Rast e, Seyid Riza li hev hat ku eşîrên Abbasan, Ferhedan, Kerbelan, Bextiyaram, Yûsufan, Demnan, Heydan û pareke Kalanan bike yek Û di navbera wan da yekîtî çêke. Lê Kurdên navçeyên Ovacix, Koçan, Tekman, Melezgir, Pulumêr û Nazimiyê biryar kir ku xwe di hêlekê da bigirin û xwe “bêtereF’ îlan kir. Hela bi ser da, çend eşîrên Xozatê biryar kir ku derbasî aliyê hukûmetê bibin. Serokên wan hatin Elazîzê û ji Alpdogan ra got ku ew hazir in hemû fermanên wî pêk bînin.

 

Serokê Kurdên Dersîmê Seyid Riza name ji general Alpdogan ra şand û tê da de’w dikir ku hukûmet zagonên nuh ên di hindava Dersîmê da pûç bike û dev ji dûgera Dersîmiyan berde (126, r. 268, 270). Wek bersîva wê yekê, general Alpdogan alaya peya û bêlûka cendirman dijî Dersîmiyan şandin. 10 balafirên eskerî piştgiriya eskerên ku her roj li ser Dersîmiyan difiriyan dikir. Lê dîsa jî şerrê giran ne bû. Opêrasyona eskerên Tirkiyê bona “mulaymkirina” Dersîmê gelek dirêj kişand. Zivistana 1936 hat û qumandariya Tirkiyê mecbûr bû ku wan karan bide sekinandin, ji ber ku herdem baran dihat û bi carekê hewa sar dibû, lê paşê jî berf diheliya û dijwarî pêş da dihatin.

 

Ji 7 çiriya pêşîn 1936 hetanî 27 çiriya paşîn 1937, li Ankarê kongreya mufettişên sereke bi serokatiya Şukrî Kaya hat derbas kirin (34). Tevî pirsên mayîn, mecalên ku diviyan bi dawî “problêma Dersîmê” bidana safî kirin hatin enene kirin.

 

Di nava van şertan da, di sala 1937 da, Seyid Riza lawê xwe Bira Ibrahîm şande bal general Alpdogan bona ku pê ra hevpeyvînan di derheqa sekinandina karên eskerî da derbas bike (126, r. 272).

 

Lê bi daxwaziya qumandariya Tirkiyê, Bira Ibrahîm bi awakî hat xapandin, wan bi destê zabitê tirk, Şevket, ew anî gundê Deştê û bi hovîtî kuşt. Wê demê, Seyid Riza ber bi riya serekeşîran bû ku hêzên xwe bikin yek û bi tevayî dijî eskerên tirk derkevin. Serekeşîrên Hesenan, Yûsufan û hinekên mayîn piştgiriya banga Seyid Riza kir. Di hezîrana 1937 da, wargeha Kumîkê (30 kîlometre dûrî Mezgirê, li hêla roavayê) civîna serekeşîrên Kurdan, a ku biryar qebûl kir ku dest bi serhildanê bike, hat derbas kirin (153, r. 43). Ew axa ku gel li ser rabûbû çiqas diçû ewqas fireh dibû. Hêzên Kurdan ên çekdar ku tê da hetanî 30.000 esker hebûn, êrîşî pareskerên Tirkan dikir, pir diteqandin, rê xetên telefonê xerab dikirin. Qumandariya Tirkiyê korpusa eskerî dijî Kurdan şand. Serekwezîr Ismet Inönii û wezîrê karên hundirî Şukrî Kaya, ku di cî da bi rewşê ra bûne nas û mecalên hişktir bona xurtkirina karên cezakirinê qebûl kirin, hatin navça şerr. Di havîna sala 1937 da, şerr li Dersîmê gelek giran bû, ji her du aliyan jî gelek şehîd diketin. Di nava van şertan da Seyid Riza careke din jî ber bi riya general Alpdogan bû ku “terka xwînrêtinê bikin, mafên Kurdan ên millî nas bikin, kuştiyê kurê wî teslîmî wî bikin”, lê bi xwe soz da hemû Tirkên dîlgirtî berde û şerr bide sekinandin (126, r. 273). General Alpdogan wek bersîv got ku ew divên bi temamî teslîm bibin û hemû çekên xwe, yên ku di bin destê bineciyên Kurdan da hene, teslîm bikin.

 

Tevî wê yekê, qumandariya Tirkiyê biryar kir ku dem hunda neke û çend serekeşîran bikire, bîne hêla xwe. Ew bi general Alpdogan ra li hev hat ku xwarziyê Seyid Riza, Rexber, ku bi pêşdanîna Tirkiyê dest pê kir di nava Dersîmê da karekî pîs, karê pîrepîrekirinê bike, bikire, bîne aliyê xwe. Ji bo nimûne, bi Rexber ra li hev hat ku baweriya serekeşîrê Bextiyaran bi dest bîne û wî bîne hêla xwe. Serokên hinek eşîrên Kurdan ên mayîn, ên ku wek serekeşîrê Bextiyaran haya wan ji neyarî û pîsîtiya Rexber tu nebû, qayil bûn ku tevî wî “şerkariyê” dijî eskerên tirk bikin.

 

Tenê Seyid Riza baweriya xwe bi xwarziyê xwe ne dianî. Seyid Riza ku ditirsiya ku bineciyên Dersîmê ewê ji kokê va bên qir kirin, biryar kir ku desteya bi serokatiya alîgirekî xwe – Elîşêr – bi riya sînorê Iraqê derbas bike û hêvî bike ku li wir sitarê bidin Kurdên Tirkiyê. Rexber, ku di derheqa planên Seyid Riza da zanîbû, çû hêwirgeha Elîşêr (wargê Eglatê), giva ku hatiye “xatirê xwe jê bixwaze”. Êvarê Elîşêr û pîreka wî bi destê neyartiya Rexber bi hovîtî hatin kuştin. Casûsiya Tirkiyê ew kuşt (35). Rexber serê Elîşêr ê jêkirî hilda û çÛ Elazigê, bal Alpdogan.

 

Qumandariya Tirkiyê bona Kurdan mecbûr bike ji şkeftên çiya derkevin, ferman da ku daristanên dora Dersîmê bişewitînin. Pêşmerge mecbûr bûn ji çiyayên Dersîmê derkevin û berê xwe bidin rohilatê, ber bi sînorên Iraqê. Casûsiya Tirkiyê ku ciyê desteya Seyid Riza, ku di navça Uzun-Mêşê da bû, diyar kir, esker şandin wira, herweha top û balafir jî. Atatiirk bixwe firindeyên ku firîn bona Dersîmiyan bihincirînin rê kirin (216, 20.9.1927). Di dawiya havîna 1937 da, li navça Kozlucê, di navbera eskerên Tirkan û Kurdan da pevçûyînek bû. Di wî şerrî da, Seyid Riza hate birîndar kirin. Desteya Kurdan ziyan û zerereke mezin ket.

 

Kurd bi mêrxasî li ber xwe dida, loma jî serhildan bere-bere s is t dibû, lê dîwanê bi hovîtî ji heq-hesabên Dersîmiyan dihat der.

 

Serhing Êlfînston di nava miqala xwe “Pirsa Kurdan” da nivîsî : Tirkan, ku gelek hêzên xwe civandibûn ser hev, di gulana 1937 da dest bi karên dijî serhilan kirin … Wezîrê karê hundirî, Celal Beg, hukûmet agahdar kir ku pirsa Kurdan li vira êdî tu neye. Aqilmendan, – wî got -, bela qaçaxan da … Bi hesabê îro tebiya resmî bi vî awayî ye, û Kurdan li Tirkiyê bi resmî Tirkên çiyayî bi nav dikin” (250, 1946, NO 1, r. 96-97).

 

Em çend isbatan bînin ku şehadeta vaui gotinên jorê didin :

 

“Çekên herî nûjen hatin bi kar anîn û wargehên stratêjîk ên sereke hatibûn zevt kirin. Balafir jî roleke giring lîst, û nuha êdî diyar e ku dîploma bi hurmet dane firindevana tirk Sabiha Gökçen (36) … bona mêrxasiya ku wê li Dersîmê kiriye û ku tê da tevî firînên xwe yên casûsiyê ciyên serhilan diyar dikirin û ji gullereşan ra gulle berî wan didan. Di gulana 1937 da, esker êdî bi temamî bi ser ketibûn … Nuha emê dîsa dest bi pêkanîna programa xwe (ya helandin-asîmîlekirinê – M.H.), ku me hela di sala 1935 da amade kiriye, bikin”, xwediyê gotarê rojnama “Temps”, hejmar 18, ku di tebaxa 1937 nivîsîbû.

 

Di hezîrana 1937 da, qumandariya Tirkiyê, ku armanca wê navçê bi temamî bîne rayê, 20.000 esker dijî Dersîmê derxistin (108, r. 324).

 

“Dersîm, navbenda şerkariyê, – rojnama tirkî “Tan” di hezîrana 1937 da nîşan dida -, ewê bi temamî bê hilweşandin, lê bineciyên wê ewê cîguhastî navçeyên mayîn bibin … Bi vî awayî, bineciyên Dersîmê – Tirkên paqij -, ku ji destê Têmurleng revîne, hatine Dersîmê û bere-bere dibin Tirkên eslî, ji sedî sed Tirk in …”.

 

Nuha em wan mecalan bînin meydanê ku çawa wan dixwest bineciyên Dersîmê ku “Tirkên eslî” hesab dikirin di nava gelê tirk da bihelînin. “Li Dersîmê li ciyê dardakirina pêşmergan gelek mirov xeniqandibûn”. Xwediyê miqala rojnama “Temps” ku van malûmatan îlan dike, dû ra dinivîse : “Pirsa Kurdan berî her tiştî pirsa bi xeysetê polîsî ye” (260, 18.8.1937).

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev