Koma KURMANCÎyê seredana goristana Zîyo Bedirxan kir

Koma KURMANCÎyê seredana goristana Zîyo Bedirxan kir

Têmûrê Xelîl

 

Ev şexsê efsanewî yê ji malbeta Bedirxanîyan di pêkanîna hevdîtina Mela Mustefa Barzanî û Nîkîta Xrûşçov da kesê sereke ye. Eynî kes bavê lawekî kurdayî navdar, profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan e, ku gelek karên di hêla perwerdeya zarokên kurd û pêşektina çanda kurdan da bi navê wî va girêdayîye.

Ezîz endamê Assamblêya Gelên Qazaxistanê ye, serekê pêşin yê Komeleya kurdên Qazaxistanê “Berbang” bûye, bi dehan salan sponsorîya weşanên wê – kovara xurû kurdî “Nûbar” û rojnameya “Jîyana kurd” (bi rûsî û kurdî) kirîye û ew dane weşandin.

 

Rola Zîyo Bedirxan di hevdîtina Mustefa Barzanî û Nîkîta Xrûşçov da

 

Hinek bûyer weke bombeyeke neteqandî ne. Haya kesî jê tune. Lê dema ew bombe diteqe, her kes behsa wê dike. Dema Barzanîyê Mezin bi 500 pêşmergeyên xwe va derbazî ser axa Yekîtîya Sovyet bû, ew şandine Ûzbêkistanê, li warekî bi cî kirin, rê nedidan tu kes ji wî warî derkeve û tu kes jî seredana wan bike. Nasnameyên tu kesî jî tunebû.

Di vê rewşê da Barzanîyê Mezin ji warê xwe derdikeve, li balafirê siwar dibe û xwe digihîne Moskvayê, diçe Kremlînê û Xrûşçov ew qebûl dike. Hilbet, bo pêkanîna vî karî nas-dost, xêrxwaz, cesaret, pere, mêrxasî, welaparêzî û mêranî lazim bû.

Ka em mêze bikin di pirtûka Ezîzê Zîyo Bedirxan ya bi sernavê “Lehengê efsaneyî” da, ku ser 110 salîya bûyîna Barzanîyê Mezin e û bi rûsî çap bûye (eynî kitêb bi wergera min, bi sernavê “Barzanîyê Mezin li Yekîtîya Sovyet” li weşanxaneya DOZê çap bûye), çawa bi awayekî sergirtî behsa vê yekê tê kirinê û ji wê tê fêmkirin ku ew welatparêzê mezin kê bûye, ku xwe bi her awahî daye ber karê seredana Barzanî li Moskvayê û rasthatina wî bi Xrûşçov ra.

-Bavê xudanê vê pirtûkê, aqilmendekî kurdan yê binavûdeng, Zîyo Bedirxan, gelek caran behsa rasthatinên xwe bi pêşmergeyên barzanîyan ra kirîye, ku li rex Taşkendê diman, û herdem jî bi dilgermî ew bîr dianîn.

 

Zarokên ji zureta Binemala Bedirxanîyên seredana ”Koma KURMANCΔyê kirin

 

Di vê vîdêoyê da hûn nevîyên profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan dibînin, ku zarokên ji Binemala Bedirxanîyên serbilndîya gelê me ne: Gulnaz, Zîyo û Rewşana Bedirxan, Ezîz û Gulistana Nadir. Xûşka Ezîzê Zîyo – Guneşa Zîyo Bedirxan û mamostaya nevîyan ya zimanê kurdî Maynura Meclîs jî rêberîya zarokan dikirin.
.

.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev