KANIYA PÊNCÇAVÎ -29

KANIYA PÊNCÇAVÎ -29

Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn wek evîndarê edebîyeta kurdî û bengîyê malpera me, ne tenê bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va xwendevanan şa dike, herwiha hewil dide efrandarên genc jî bike nava vî karê pîroz. Û nameyeke ha ji berpirsyarê redaksyona malperê ra nivîsîye: 

-Ev komek nû ye û ji pênç kesan pêk tê, lewma navê “Kanîya Pêncçavî” li xwe kirine. Ev komek neoklasîk e. Dixwazin bi Kurdîya îroyîn û bi terza kevin (erûz) helbestan binivîsin. Armanca wan jînkirina helbestên klasîk e. Ez bawer im ku dê pêşerojê ev kom xebatên hêja bike û wê mohra xwe li wêjeya Kurdî bixe. 

Endamên komê di van hemû helbestan de avêtine berhev û digel hev helbest nivîsîne.

Ya eceb ew e ku endamên vê komê li bajarên cuda cuda jîyana xwe didomînin û bi rêya nîmetên jîyana modern helbestên xwe ji hev re dişînin û bi hev re helbestan dinivîsin.

Wek hûn dibînin, malpera me bi van karên hêja va wê wê fikira şaş ji serê hinek kesan derxe, ku dibêjin kurdî li ber mirinê ye…

Emê her heftê carekê berhemên van helbestvanên welatparêz raberî we bikin.

 

Helbestvan ev kes in: 

Tahir Dînarî

Soran Amed

Arif Selçuk

Memê Miksî

Qasimê Xelîlî

 

G u l d e s t e

 

XWEDIYÊ DU JINAN

 

Ma ne besî te bû jinek
Te li xwe zêde kir bela
Di nêv çavê xwe da zilek
Bi fetweya şêx û mela
(Miksî)

 

Li pey şêx û mela diçî
Mirovî te şkand kir qirçî
Kor bin çavên te yên birçî
Jin li te tim bibin xela
(Arîf Ûzîmî)

 

Te ne şerm e ne fihêt e
Dilê te wek te kirêt e
Weyla bi qeletuxmê te
Xilas nebî ji teşqela
(Xelîlî)

 

Pêve didî wek emoz î
Dilgemar î şibhêtoz î
Tu sozxwer î nedilsoz î
Hê ji roja Qalûbela
(Axmeşatî)

 

Ku hebî nazdarek bese
Ji bo te dildarek bese
Nikaribî barek bese
Herî sola hewlewela
(Dînarî)

 

Kanê qedrê vî naewil ?
Kanê jîna te kir qewil
Jina ewil te kir kevil
Eymaf xwerê ji çeqela !
(Miksî)

 

Mafxwer î wijdan qirêj î
Çi hewa ye tu dirêjî ?
Tu nahêjî nîv jinê jî
Rûreşê rûta, çepela
(Arîf Ûzîmî)

 

Malxirabo ma tu dîn î
Ma tu jinan qet nabînî
Weletê bê hinav xwînî
Sergêjê hiş belawela
(Xelîlî)

 

Mala ku tê hebê du jin
Êş û xem tim lê dirijin
Hewî xwîna hev dimijin
Bi me qersî û pelpela
(Dînarî)

 

Her zewq çavê te tê de ye
Hişê te ne l’serê te ye
Yek jin ji bo te zêde ye
Mal xira be l’berzelzela
(Axmeşatî)

 Amed, Dîlok, Qonya, Stembol

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev