Nameyên evînî – 86

Nameyên evînî – 86

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Vê carê ez bi rastî şikestim. Weke ku nawezim tu kes alî min bike ez ji vî halî derkevim. Dixwezim her tişt wek xwe, xwezayî be. Tiştek tenê rehetîyê dide min, ku em bi hev ra helal û paqij bûne. Tiştên ji me ra şikberî û nebawerî tîne, hemû ji dervayî me ne. Yek ji bûyerên dervayî hezkirina me min gelek diêşîne, min digot qey ezê jibîra bikim, lê her pê diêşim. Belkî te bikaribûya di wê pirsê da zelalîyekê bikira, lê naxwezim ji te ra jî bêjim, ji ber ku ew bûyer ne ez û tu ne, ango ne ji pêwendîyên me çê bûye.
Niha ji hemûyan pirtir daxweza min ne ew e, ku tu a min bî. Lê ew e, ku em yên hev bin, bi hev ra bin.

 


¤¤¤

Piştî çend mehên pêşin yên hevnaskirina me bo min cihanek hebû û ew cihan bêy te bê ruh bû. Niha bêy te ew cihan ne bê ruh e. Ew cihan tune! Xuya ye mirîye.

 

¤¤¤

Delala min, tu bi rastî evîna min a pêşîn î.
Zimanê min nagere ji te ra bêje tu evîna min a pêşîn î, ji ber ku weke ku wê yên duduyan û sisiyan jî hebin.

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev