BI LUKMAN AHMAD RE LI SER RESIMKARÎYÊ ÇEND GOTIN

BI LUKMAN AHMAD RE LI SER RESIMKARÎYÊ ÇEND GOTIN

Mela Mihyedîn

 

Her çiqasî kitêba pîroz bi gotina “Cara pêşîn peyv hebû” dest pê bike jî dest pê bike jî resm ji peyvê bandortir e. Resm dikare şûna hemû peyvan tije bike û tişta bi peyvan neyê gotin bi resmê rehetî tê pêşberî çavan. Resm azadîya peyvê ye.

Yek ji stûnên milletan li ser pîyan dihêle û wan qewîntir dike resm û resimkar in.

Di nava civaka me de jî resm hêdî hêdî cihê xwe çê dike. Êdî ji nava civaka me jî resimkarên hêja derdikevin. Gelek ji van resimkaran xwedî xelatên navnetewî ne. Li gelek pêşangeh û bîenalan xebatên wan derdikevin pêşberî hunerhezan. Yek ji wan resimkarê me Luqman Ahmad e. Me pirsên xwe ji cenabê wî kir û wî jî bersiv da pirsên me.

 

 

Tu dikarî ji me re behsa jîyana xwe bikî, Lukman Ahmad kî ye?

Gellek spas bo vê derfetê. Ez di sala 1972an li bajarê Dirbêsîya binxetê ya li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûm, di nav malbatek kurdperwer de. Paşîn mala me çû bajarê Hesekê û li wir bi cî bûn ta roja îro.

 

 

Çirûska resim û resimkarîyê kengî di dilê te de pêket û te çawa ev çirûsk xurt kir û kire agirekî geş?

Ji zaroktiya min ve, di dema ku di dibistana seretayî de bûm li bajarê Dirbêsiyê, mamostayên min dîtin ku pirr zîrek im. Di nîgarkêşiyê de û ez jî pirr pê mijûl dibûm. Kêfa min gellekî bi wê dihat, bê ku kesek piştgirîya min bike. Bi tenê kurê meta min li Dirêbêsiyê bû, ew hunermend bû û xebata siyasî dikir. Wî gellekî bala min dikişand, lê bê ku hayê kesekî ji min hebe, piştî ku hatim Hesekê êdî beşdarî pêşbirka zaroka bûm di warê peykersazîyê de. Sê salan li ser asta parêzgeha Hesekê bi giştî serketî bûm. Mamosteyên min zanîbûn ku ez bi alîyê hunerê ve diçim.  Wisa wê min ji her tişt dizî û ta roja îro pê ve girêdayî me.

 

 

Gava te dest bi resimkarîyê kir leqayî çi zehmetîyan hatî? Di van zehmetîyan de kî ji te re bû alîkar?

Bi rastî pirr zehmetî hebûn. Ji ber malbatê wekû piranîya civakê, nizanîbûn çawa rêzê li hunerê bigrin. Hem ji ber ola islamî û hem jî ji ber pirensîbên civaka kurdî, wekû mînak di dema ku min peyker çêdikirin di zaroktîya xwe de malbatê qedexe dikir û digot ew gunehe. Ji be wê di roja axretê de xwedê ji te re beje ka gîyan bide van peykeran. Herdem tirsek hebû û ya din jî kesekî meteryalên hunere ji min re netanî. Lê xeyala min zora wan astengîyan bir.

 

 

Tu dikarî ji me re behsa xebata xwe ya dawî ya bi navê “Stories Behind Colors” bike?

Belê ev pêşangeha minî dawî bû. Li payîtext Washingtonê, li ser çîrokên me yên gele kurd ku bi hezaran çîrok di çavên jinan de veşartî û bê deng mane. Min xwest ku ronîyê bînim ser wan. Bê kurd ne wek ku di medyayê de bi tene tên nasîn (Şervan in) min xwest ku bejim em milet in. Hezkirin, êş, xayîntî, dûrbûn… Her tiştên jîyanê li bama hene.

 

 

Bi te resma kurda li gorî asta cîhanê di çi rewşê de ye?

Hîna hunerek kurdî nehatiye damezrandin ji ber nebûna welatekî serbixwe. Lê belê hunermendên pirr baş û zîrek di nav kurdan de derketine û gihiştina asta cîhanê û navên pirr baş di hunera nûjen de diyar dane û bala cîhanê kişandine. Lê belê ji be bêxwedîbûna hunera me , ew nehatine ba hev û tu şêwaz nehatîye duristkirin.

 

 

Di resmê de gelek ekol hene, di nava ekolên resmê de bêhtir kîjan li te bandor kirîye?

Şêwaz bo rexnevan û lêkolînan baş in. Lê belê bo min ez li gorî hestên xwe û babetên ku bala min dikşîne , şêwazên xwe durist dikim. Lê bi giştî bawer dikim ku ya Derbirînî herî baş e bo rewşa me wekî miletekî bindest.

 

 

Di asta resimkarîyê de kîjan welat li pêş in? Bi te pîrên resimkarîyê kî ne û bandora kîjan resimkaran li te çê bûye?

Huner bi giştî bi şahristanî û pêşketinê ve girêdayî ye. Bawer dikim piranîya welatên Ewropî baş in û Amerîka, ya din jî Japon pirr gavên baş avêtine. Êdî huner bûye beşek ji jîyana wan. Bo bandora hunermendan gellek hene. Wekî mînak bêjim, Ramrant, Goya, Dîlakirwa, Kilimt, Matis, Şagal û hinî din jî…

 

 

Di resimkarîyê de kirasê kurdî têra resimkarên me dike an na? Hewce dike ku resimkarên me ji çandên xerib feyzê bigrin?

Jiyana kurdî pirr zengîn e, ew têrî me ye û zêdetir dike. Ji bere wê hîna xav e nehatiye bikaranîn. Bi taybetî folklora me… Ger em li ser kar bikin divê bi salan kedek mezin bidin da ku hinekî jê bidin ber çavan.

 

 

Di hunera te de hesp cihekî girîng digire. Hesp ji bo te çi îfade dike?

Hesp bi gewdê xwe û liva xwe pirr xweşik û bedew in. Ez pirr jê hezdikim. Ji alîye teknîkî ve, ez dikarim pirr li ser kar bikim; ji aliye semblîk ve. Ew mînaka hêz û azadîyê ye. Di stranên kurdî yên kevin de cihekî pirr taybet girtîye. Ji ber wê ez herdem wî bikartînim da ku jîyan û berxwedan di kevala min de pûç ne be.

 

 

Hunermend Brader li ser resimkarîyê stranek çêkiribû û navê wê danî bû “Rengvano”. Heta niha di muzîka me de leqayî xebatek ji bo resimkarîyê nebûbûm ji bilî vê stranê. Dema meriv li strana wî guhdarî dike meriv dikeve vê fikrê: divê huner ji bo gel be. Fikrê te çi ye li ser vê meselê bi te gelo divê huner ji bo hunerê be an huner ji bo gel be?

Bi xwe ev bîroka ji alîyê konîsta hatiye pêkanînin û ew bi siyasete ve girêdayî ye. Ez bawer dikim ku huner bi ciwanîyê ve girêdayî ye. Îja hunerek heye ku bi bîroka abstrakt ve girêdayî ye ya ku tenê dibîne ku huner kesayetî ye bi hunermend ve girêdayî ye. Alîyekî din jî çîrokan û nerîn û serboran ji civakê werdigre û dike huner. Bi xwe ez bi hunera ku bi civakê ve girêdayî ve me. Ji ber ku hunermend mîna Filter e. Her tiştî ji derdora xwe werdigre û di sere xwe de dimeyîne û dawiyê bi xeyala xwe berhmek nû diafrîne û li civatê zêde dike.

 

 

Rengên destan û çîrokên kurdî li hunera te bandorek mezin çêkirîye. Di navbera destan, çîrok, sînema, muzîk û resimkarîyê de eleqeyek çawa heye?

Ev pirsek baş e, Huner bi giştî bi xeyal û sawiran ve girêdayî ye. Her yek bi şêwazekê dertîne. Li gorî min ez pirr bi destanên kurdî ve girêdayî me. Ji ber zengînîya wê ew mîna sînemayê ye lê bi devan û mûzîkê ve tê gotin. Sînema devokî ye û ew şêwaz li ba gellek gellek çandan pêda nabe. Folklora kurdî ya destanî avs e, bi çîrok û xeyalekê bejî; mînak dastana Ehmed begê û Xezalê ew filimekî sînmayî fentstîk e. Pir balkêş e yan jî Memê Alan. Bala xwe bide bê çawa gotin li dû gotinê dîmen tên ristin. Wow ew kezeba min dihilîne. Destanên kurdî kanîya min ya herî serekî ye.

 

 

Heta niha xebatên te li kîjan sergî, bîenal û li ser kîjan bergên berheman derketine pêşberî resimhezan?

Ez li Amerîkayê beşdarî gellek pêşangeh, festîval û çalakiyan bûme. Ji Dengê Amerîkayê çend xelat wergirt li ser van xebatan ku min hunera xwe kir fîlmên belgeyî. Wekî din jî li Ewropayê li welatên Ereban û Kurdistanê jî tevlî çalakiyan bûme. Hunera min ne ji bo xelatwergirtinê ye. Ew hezkirine ya din jî bo dengê gelê min e.

 

Li gorî feylesofê mezin Platon “Resimkarî sextekarîye”. Tu li ser vê gotina Platonî çi difikirî?

Ez wisa nabînim ji ber ku mamostayê wî Socrates e wisa nabêje. Ew dibêje ku huner bedewbûne, pêwîstî ye û şaristanî ye. Weki ku dizane huner afirandinê dike û afirandin tişên nû tîne jîyanê ji ber wê gelek li dijê wê derdikevin. Bi taybetî ew fikrên ku bi olê ve girêdayî ne yan jî bi aydyolocîya siyasî ve girêdayî ne. Huner di dawiyê de azadî ye û azadî ne hesan e.

 

 

Hunera kurdî bi çi rengê xwe ji hunera cîhanê vediqete?

Ez bawer dikim bi rengan û babetên diramatîk ve. ji ber jiyana kurdan wekî miletekî bindest û ya din jî xurista kurdistan û folklora wê ya pirr zengîn ve girêdayî ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev