Birêz Federasiyona Nawnetewî ya Kurdên Sovêta berê

Birêz Federasiyona Nawnetewî ya Kurdên Sovêta berê

Bi taybetî bo malpera RIATAZA

Salih Ghaderi

 

Em hatin agahdarkirin ku hûn dixwazin bi helkefta sîsaliya terorkirna rêberê navdar ê gelê Kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo, bi serokatîya Akademîsyen Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv, bi pêkanîna semînarekê li bajarê Krasnodara Rûsyayê, rêzê ji xebat û têkoşîna vî rêberê giranbiha bigirin û nav û bîranîna wî kesayetiyê navdar û dîrokiye gelê Kurd û rêberê şehîd ê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î), zindî rabigirin.

Bi vê sedemê, ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) ve, ku partiya rêberên bi rûmet weke Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî ye, em spas û pêzanîna xwe li zehmetî û westiyana we û hemû pêkhênerên dilsoz ên vê semînarê dikin, ku bi wî karê mezin, li bajrê Krasnodara Rûsîyayê, dilê milyonan Kurdên welatperwer û rêvîngên rêbaza Dr. Qasimlo, şad dikin.

Birêzan, weke ku hûn dizanin, Dr. Qasimlo ew mirovê zana û kesayetiyê akadîmî û bibandor bû, ku di serdema cîhana ducemserî de, dikaribû bi hişmendî û zanebûna bêmînake û birêvebirina siyaseteke waqibînane û serbixwe, bibe navnîşan û nasnameya herî xuya û navdar a xebata rizgarîxwaziya neteweya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û karî dîrokek tejî ji serweriyê bo gelê Kurd tomar bike.

Dr. Qasimlo, di dirêjiya temenê xwe de, hemû hewl û xebata xwe, ji bo bicihkirina kultûra demokrasî û pêkvejiyana aştiyane, di navbera neteweyên pêkhênerên Îranê de, terxan kir û tevî ku ji aliyê rejîma Komara Islamî ve, fetwaya kuştina wî hatibû dayin, lê ew tim li ser wê rewşê pêdagir bû ku pirsa kurd pirseke siyasî ye û divê bi rêya diyalogê û bi awayekî aştiyane ligel desthilata navendî li Îranê, bê çareserkirin.

Piştî serhildana xelkê Îranê û rûxandina rejîma Şah li sala 1979an, îmamên Îranê, bi rêberiya Xumeynî, dest danîne ser Şoreşa xelkê Îranê û Komara Islamî damezrandin, serbarê wê ku çi baweriya wan bi kêmtirîn maf ji bo gelê Kurd nebûn, fetwaya cihadê jî li dijî jin û zarokên Kurdan lidarxistin û bi encamdana jenosîd û tawanê li dijî mirovî bi merema nehîştina nasnameya gelê Kurd, kêmtirîn maf ji bo gelê Kurd, rewa nedîtin.

Li beramber siyaseteke wiha ya qirkirin û nehiştinê ya Komara Islamî, li dijî xelkê Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û gelê Kurd, bi rêberiya Dr. Qasimlo neçar bûn, ji bo man û bidestanîna mafên demokrasî û serweriyê bo gelê Kurd, dest bi xebata berevaniya rewa bikin û heta niha, di vê rêyê de, bi hezaran xortê Kurdistanê bûne qurbaniyê terorîzma dewletî ya Komara Islamî.

Bi taybetî, tawana terorkirina Dr. Qasimlo, di 13/07/1989an de, li welatê Nemsayê, ku ji bo çareseriya pirsa kurd, li ser maseya danûstandinê bû, ji aliyê dîplomatên terorîst ên rejîma Îranê ve, hate encamdan, mixabin bikujên Dr. Qasimlo ji aliyê dewleta Nemsayê ve, bê girtin û lêkolîn bo Îranê hatin şandin û ji wê jî karesatbartir, ew bû ku dewleta Nemsayê rê neda dozgeriya yasayî ya vê terorê jî were lidarxistin.

Bi vî awayî, ew karê welatê Nemsayê, ew rastî tekez kir, ku bihayên mirovî û wîjdanê mirovatiyê libin bandora bazirganiya navbera Nemsa û Îranê de ti qîmet nîne. Dewleta Nemsayê jî, bi wê alîkariya xwe tevî terorîzma dewletî ya komara Islamî ku li nîveka Ewropaya dergûşa şaristaniyet û bihayên mirovî hate encamdan, muhreke şermazariyê ya hetahetayê bi dîroka xwe xist. Bêguman cîhana mirovatiyê û gelê Kurd qet wê tawanê jibîr nakin.

Birêzan, Di demekê de, ku hûn bîranîna sîsaliya terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî bibîr tînin ku bikerê wê tawanê, ango Komara Islamî ya Îranê, niha hem li hundirê welat û hemjî li navçe û cîhanê de, bi sedema krîza siyasî, civakî, kultûrî, abûrî û…, di dijwatirîn qonaxa temenê xwe de ye. vê rejîmê hem li nav xelkê Îranê

rewabûna wê nemaye û hemjî bi sedema siyaseta hinardekirina Şoreşa Islamî û destêwerdana di karûbarên welatan de û piştgiriya wê ji grûpên terorîstî û bi pêkanîna nearamî û metirsiyê li ser berjewendiyên welatên navçe û cîhanê û hewla çêkirina çekên etomî û mûşekên dûrhavêj, hevsengî û aramiya navçeyê û cîhanê têk daye û ketiye jêr givaşeke mezin a navxweiy û derveiy. Lewma êdî çarenivîsa wê ber bi ruxaneke yekcarî ve diçe.

Di qonaxeke wiha de, partiya me jî, bi piştgirêdan bi îradeya xurt a xelkê mafxwaz ên Kurdistanê, mil bi mil hêz û aliyên demokrat û welatperwer, bi micidî ji bo serwerî, azadî û wekheviya neteweyên bindest li Îranê, têkoşînê dikin û ji bo gihiştina bi azadî û serkevtin bi ser dîktatoriya Komara Islamî û rûxandina wê rejîmê, em niha ji her demekê bêhtir bo serkevtinê hêvîdar in.

Di dawiyê de, em careke din hêvî dikin ku hûn spas, pêzanîn û destxweşiya me qebûl bikin.

Partiya Demokrat a Kurdistan-Îran

Dezgeha Pêwendiyên Giştî 18/06/2019

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev