Sîya Sîyê (Teyisîna Ne-gotinê)

Sîya Sîyê (Teyisîna Ne-gotinê)

(Beşek ji romana go hê nehatiye çapkirin)

H.Kovan Baqî 

1

Êdî nîn e qullikeke me’y biçûçik, ZeyaNo. Qullikeke me’y biçûçik jî nîn e êdî, go em karibin tê’d bisitirin!

Gava sitara me hebû jî, ne wê em disitirand û ne em tê’d disitirîn. Ji bo bêhizûrîya me tim zindî bimîne, carna hewcedarîya me bi strî û Strîngberg’ekî çêdibe, lê me qet kakûnîya Stalîngrad’ekê û stargehrad’ekê nekiriye. Te dî hemû çîrokên negotî ji me’r dibêjin, Welat, him goristan e, him hikumdarekî qesas. Lewra ji hemû Borchert’ên ciwan tê xwestin go ji bo welatê xwe şerr bikin; bimrin û bikujin. Yên bi saxî ji şerr difilitin jî, bi destê generalên xwe tên qetilkirin. Tewanbarkirin encameke teqez e: Yan ji şerr revîyane, yan jî xayin in.

Em weke ewkan ne ‘ehmeq in, go ji bo navekî bidin me û statuyeke qelp bexşî navê me bikin û tîmseh û gumgumok werin li kêla tirba me binêrin û hêsirên derewîn bi ser tirba me de bibarînin û mamosteyên qonformîst, di polan de, bi qehremanîya navê me zarokan je’hrdadayî bikin û kurm û kêzik qasidîya van xeberên nexweş bikin û em heqê xwe’y xemgînîyê jî wenda bikin-

De bivize vizzika min, bivize û ji min re bêje, bê ka her qezenca biçûçik çiqas xisar û zîyan di nava xwe’d di’hebîne!

Viz vizz vizzz, belkî her xisar û zîyaneke biçûçik jî tibabek qezenc di nava xwe’d di’hebîne û bayekî nerm difîzîne û lewleba zemên me dibe û nîne û aqilê min dibê, Heke a niha weke kalikê xwe Surmatur saeta xwe’y Romanson ji destê xwe dernexim û biavêjim nava deryayê, belkî zeman min û xwe ji bîr bike û masî min bi bîr bînin û heyfa nîjada xwe ji nevîyê nîjada min hilînin. Paşê tê bîra min go aqilê min tucar rêyeke rast ber min naxe û dilê min, min ji rê derdixe û Zeyno di guhê nava min de dibêje, Niha saeta xwe ji destê xwe dernexe û destê xwe ji gewdê xwe jêneke û nehêle kes bêje, Welleh pîrekî xurrifî xwe avêt nava deryayê. Ez jî devê xwe dixim guhê lêvên wê û dibêjim, Her gotineke ZeyaNo bo min fermanek e, koletîya min teqez dike û teqezî min kêfxweş dike û kêfxweşî derpîkê min şil dike û derîyê saeta xwe bi ser zemên de digirim û zemanê hiş serbest berdidim û saeta min a biçûçik î dîdaktîk, zemanê abadîn hûr-hûrî dike û dûvrejîka tiştekî bi navê zemên namîne û zemanê hiş serbestîyeke bêserûber bexşî min dike û serbestî min gêj û sewsî dike û ronahî çarhawirdora min xumam dike û xumamî wendabûnê li ser min ferz dike û ez hemû ferz û teqezîyan ji bîr dikim û ji guhê memikên Zeyno re dibêjim, Ka ez li ku me, ka saeta min li ku ye?

Va’y tu!

Ka ez?

Te bihîst?

Min çi bihîst?

Te dî dengekî got, Ka ez.

Nizanim, ma min bihîst?

Ne ji min, ji xwe bipirsî.

Na, derpîkê me’y gemarî wê li ber vê tava bi tîn birrize û em ê başvalakî, mînanî ewkên efrîqî biqemirin. Lê’w belê, seba ko ev der ne Efrîqayeke kole’w azad e, hin însanên dîtir, ji bo kevneşopa xwe’y kevnehov bidomînin, wê dîsa ji hin welat û bajarên din bên û nola xwediyê vî bajarî’w vî welatî’w vê dinyayê bin, wê bi hêrs biajon ser me û bêjin, Bice’hemin ji welatê me, reşikên bê’esil, xeybanîyên necis! Ji bo em jî karibin kevneşopa bav û kalê xwe hilweşînin û hilweşînê bidomînin, em ê zik û pişt û noq û cênîkên xwe li ber pozikên solên wan bi’edilînin, go bêjin qey derbên me li fûtê naçin. Lomajîka ew ê solên xwe di canê me de kevin bikin û me bigindirînin derveyî sînoran. Em ê jî ji wan re nebêjin, Derveyî sînoran nîn e. Çimkî li gor gotinên negotî, sînor malzarokek e dirûtî ye,  hertiştî di nava xwe de di’hewîne û qet nikare tiştekî biwelidîne. Her kêlek zexim li ser kêlek qasidî ye û nobedarên lal li ber derî ne û serê qasidan têrra tijî gû ye û çarhawirdar mişt berbû ye. Kes napirse bê ka bûk li ku ye. Dûyê cixara min jî hema qey dû ye. Heke ez carekê lênûskeke têbinîyan û qelemekê di qonteynerekê de bibînim, ez ê wê li ser çonga xwe bi’edilînim û li rûpelê ewil binivîsînim:  Ev ên bê’esil hingî li sîya sîya min xistin, ji ser darê nigan ketin, solên wan qetiyan, ziman ji devê wan rakişiyan û hê jî fam nekirine go sî nayê kuştin.

Offf, welleh ez jî nizanim famkirin çi ye û însan çiawa kare ji tiştekî û gotinekê û ewkekê amin bibe? Qet nizanim bê çi tişt, çi tiştî di nava xwe de dihebîne. Çimkî wextekê malzaroka dêya min ez di xwe de di’hewandim, niha na’hewîne. Belkî jî hertişt di nava hev de ne, loma nikarim fam bikim bê ka çi, çi ye. Carekê çîrokbêjekî ji min re got, “Sînor hertiştî ji hev diqetîne, perçe dike û bi xwe jî tê perçekirin.” Nizanim çima, lê gotinên wî ma di bîra min de û ‘esl û fesl û zayenda wî ji bîra min çû. Heger ez derewan dikim ez jî bibim çîrokbêjek bê’esl û bêfesl û bêzayend. Heke tu j’min yeqîn nakî xwe noqî vê deryayê bikî û ji masîyan bipirsî; ew ê ji te’r bêjin bê derya çiawa bi sînoran hatiye perçekirin. Wextekê ji wextan pereyên min hebûn û memikên min jî bi bermemikan dihatin sînorkirin – niha jî bi lêvên te dibin koleyên şad. Min digot çi? Erê, qaşo wan ê em bi pehînan bigindirandina derveyî sînoran û bi qewlê Enkîdûad; em ê ji serdestiya azadiyê xelas bibana. Helbûkî heta niha tu çîrokê ji min re negotiye, carekê, li filan derê pehîn û kolmikên ewkan sîya sîyê têkbirin û ew gindirandin nava deryayê. J’berg qehremanî ‘ehmeqî ye û ‘ehmeq qesasên xeddar in û qesas hew karin xwedîyê sîyê bikujin, lema nikarin bifikirin û fikrê moxil bikin û fam bikin go ‘ehmeq tenê karin xwedîyê sîyê bikujin, bes tucar nikarin sîya bêxwedî têk bibin. Xwedîyê sîya min li vir, li ser vê gîhaşînkê ramedandî ye û li Apsû’yê temaşe dike; sîya bêrên Orşênabî avê diqelêşe û sîya min bi ser avê de daqûl bûye – ne tiştekî dike, ne nake. Ne tevdilive, ne tevnalive. Sîya keştîya Orşênabî û sîya Orşênabî û sîya GirêGamêş û sîya Fenkîdo heta ebedê di nava Apsû’yê de dîl maye û sîya min bi tenê ji xelek û bendên Apsûyê û zemên û çîrokê filitîye û hatiye vê derkê, nava vê deryayê û bi masîyên qesas û qurban re dirreqise. Zikê min û masîyan ji berî tofana Ote-Napiştim ve birçî ye. Ne sîya min dikare zikê wan têr bike û ne dilê pehîn û kolmikên van bê’esl û bêfeslan rehet bike û ne vê dinyaka xwedê kare çavên min têr bike û zurrneya zikê min û neya qaqlîbazan tim ji nû ve dest bi sînfonîya xwe dike: Quirrtçûzzqiîaq. Yabo, em ne reşikên bê’esil ên xeybanî ne. Heke hûn ji me bawer nakin, dev ji mêzekirina nasnameyên me berdin! Çimkî ji bo hûn fêr bibin bê ka em kî ne, herin wî cihê em jê hatine. Wê çaxkê hûn navê dê û bavê me ji kê suwal bikin, ew ê ji we re bêjin, “Em dê û bavê kesin bi navê Fendo û Zeyno nas nakin. Bes heke di nasnameyên wan de hatibe nivîsîn go ji vê derkê ne, dêmeg teqez ne Ermenî ne. Çimkî me millê xwe da millê Osmaniyan û me koka Ermenîyan qeland; ji wan şûnde hew em; Kurdên qesas û Kurdên kole man.” Ne şaş bim ew ê jî bêjin, “Ka em van Kurdên gunehkar ji vê ‘erdgilorê û avgilorê biqewirînin!” û ew ê me biqewirînin, ji ne-navnîşanekê sirgûnî ne-navnîşanekê bikin û tunebûna me bikin toqa n’aletî û di stûyê xwe xin û em ê jî ji wan re nebêjin, Ji ber go em barekî pirr giran in, lema di nava civatên rojavayî de tim pişta we wilo xûl û xûz û tewîyayî ye.

Roja ez ji dêya xwe bûm, navê min kirin însan. Bi vê nehatin ser û navekî din jî li min kirin û cezayên min zêde kirin û cezakirina min ji min veşartin û ji ser yek û duya xwe danehatin û bêyî ji min re bêjin, Ev cezayê te’y mezin î sermedî ye, fikirandin li ser min ferz kirin û ez fêrî sînoran kirim û ez ji her hêlê ve bi sînor kirim û mecbûr kirim ko sînorên nû li sînorên wan zêde bikim û roja terqînî ji serê min û mirîyan hat, êdî nenûkên min têra xerakirina sînoran nedikirin û wan ez bi çîroka neguhdarkirinê ceza kirim û min bi gotina çîrokên sînoran ew ceza kir û ez monetanê nadim gotinê û ew monetanê nadin neguhdarkirinê. Û a niha jî dibêjim û li gotinên xwe guhdarî dikim: Heta derya jî bi sînor û mayinan par ve kirine û giyanewerên deryayê nema zanin bê ka ew hemwelatiyên kîjan deryayê ne û çima hatiye qedexekirin go qet sînorên deryaya xwe derbas nekin? Û devê min î vekirî çîrokên deraqil dibêje û guhê wan î girtî naxwazin bibihîzin. Hesêbî li min guhdarî dikin û hesêbî ez jî ji wan re çîrokan dibêjim. Aroro, cara duduyan mistek ax avêt çolê û piştî Gilgamêş, Enkîdo xuliqî. Adem, parsûyên xwe avêt nava rezê bihuştê û Hewa xuliqî. Tîtîs, kurrê xwe Aşîl di ava efsûnî dakir go bibe kesekî nemir, lê hay jê çênebû go gwîzoka Aşîl zuwa maye. Loma jî tîra Parîs hat û gwîzoka Aşîl dît. Û m’ar ewil gîhayê bêmirinîyê ji Gilgamêşê Nînsûnê dizî û paşê bi fêlbazîya xwe bêmirinî ji Adem dizî û ceza û mirinê dest pê kir û tu guhdarvanekî li van gotinên min î absurd guhdarî nekir û nakin. Feqet ez sofa xwe ji çîrokbêjiyê nakim. Lewra ber bi aqilê min ve diçe go rojekê hin zarokên bi guh wê bixuliqin û li min guhdar bikin. Ji ber vê yekê min çîrokbêjî dewam kir: Di destana min û GirêGamêş de keştîya Ote-Napiştim hilkişiya ser çiyayê Nissîr. Di Tewratê de, keştîya Nûh hilkişiya ser çiyayê Ararto(Ararat) û di Qur’anê de hilkişiya ser çiyayê Cûdî. Madem hersê çiya jî çiyayên welatê min in, îja ka welatê min li ku ye?

Min navê welatê te li ser deppê sîng û berê xwe nivîsîye. Îja hela ‘hebekî dev ji çîrokbêjîyê berde û were li welatê xwe bisebire!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Hkovan Baki

Piştî xwendinê, karê wî yê sereke nivîskarî û weşangerî ye. Berpirsê weşanxaneya NA ye. Gelek pirtûkên wî yên edebî bi zimanê kurdî derketine.

Qeydên dişibine hev