Alîkarîya Komeleya kurdên Qazaxistanê ”Berbang” bo ziyanêketîyan!

Alîkarîya Komeleya kurdên Qazaxistanê ”Berbang” bo ziyanêketîyan!

Nimûneya dostanîya gelan li komareya pirnetewe

 

Komeleya kurdên Qazaxistanê ”Berbang”, ku beşek e ji Assambleya gelên Qazaxistanê, bi serokatîya akademîsyen, profesor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev 10 tonna ava vexwerinê şande bajarê Arîsê.

24ê hezîranê sala 2019an li qereqola leşkerî ya nêzîkî bajarê Arîsê, agir li kîlera cebirxaneyan ket û alava êgir çarnikal bela bû, ew dor û ber hilda.

Biryar hate girtin niştecîyên bajêr, ku tê da weke 45 hezar binecî dijîn, cîguhastî warên din bikin.

Temamîya Qazaxistanê tevî şuxulê alîkarîkirina ziyanêketîyan bû. Komeleya kurdên Qazaxistanê ”Berbang” jî di hindava xwe da ji zirardîtîyan ra bû alîkar û komekdarî ji wan ra şand.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev