Hinek agahdarî li ser Kovara ”Nûbar”ê ya kurdên Qazaxistanê

Hinek agahdarî li ser Kovara ”Nûbar”ê ya kurdên Qazaxistanê

Gotarek bi taybetî ji bo malpera RIATAZA

Emîn Narozî, lêkolîner

 

Civîna Kurmaniyê ya 64an di navbera 15-25ê hezîranê li Almataya Qazaxistanê bi bernameyeke rengîn î dagirtî civiya. Cîvîn bi mêvanderiyeke xweş î bêhempa di nav koma akademisyen, nivîskar û rewşenbîrên payebilind î hêja yên kurdên Qazaxistanê yên mîna cihgirê Serokkomarê Qazaxistanê û nûnerê kurdên Qazaxistanê Kinyazê Îbrahîm, profêsor, nivîskar û rewşenbîrê payedar Ezîzê Zîyo Bedirxan digel zana û mamosteyên hêja yên kurdên Qazaxistanê û bi sponsoriya sermayedar û welatperwerê mezin Ezîmê Şemo bi qasî deh rojan domand.

Civînê herweke hercar bi babet û agahên rengîn î cihê û xebateke têr û tije heftiyekê dom kir û dû roj û danekê jî bi dîtina hinek gund û cihên civaka kurdên Qazaxistanê bi dawî bû. Endamên civînê bi alîkariya hêja û qedirşînasên ku li jor navê wan bihurî, di wê gera xwe de beşdarî behî û govendên kurdên wê derê bûn. Ew ji bo dîtina jiyan û rewşa wan li hinek war û malên wan bûn mêvan û seredana Navenda Federasyona Komeleyên Kurdên Qazaxistanê ya bi navê ”Berbang”ê kir.

Em di van ger û seredanên xwe de li ser jiyana kurdên Qazaxistanê, rewşa wan ya civakî, aborî û kultirî hatin agahdar kirin. Di wan seredanan de em rastî gelek akademîsyen, rewşenbîr û mamosteyên kurdên Qazaxistanê bûn û hinek ji zana û şarezayên mezin yên mîna mucid û Prf. navdar î Mezin, Bavê ulmê neft û gazê Nadirê Kerem Nadirov, serokê Grand Hotela bi navê ERBÎL Rafîk Îbrahîmov û yên din nas kirin. Herweke ku bi hinek kesên xemxwar û xebatkarên doza gelê kurd re jî hevnasîn û demsazî kirin ku bi rastî ev hevnasîn ji herdu hêlan re jî cihê serfirazî û serbilindiyê bû.

Lewra ew çiqas zana, şareza, xebatkar û ronakbîr bûn ew çend jî merd, camêr, qedirşînas û bê salox merivhiz bûn jî. Bi saya vê hevdîtinê endamên civînê ji xebatên wan yên welatperwerî, çandî, hunerî, wêjeyî û zaniyariyên hêja jî agahdar bûn û ew bi çavên xwe dîtin.

Em bûn mêvanê Federasyona Komeleyên Kurdên Qazaxistanê û bi hinek pêşeng û xebatkarên wê digel serpereştî û birêveberên wê re civîyan. Li wê derê em ji gelek kar û xebatên wan yên giranbiha hatin agahdarkirin û karên wan yên çandî, hunerî, edebî û zaniyarî bi çavên xwe dîtin û jê serwext bûn.

Kurdên Qazaxistanê di du rewşan de koçberî wê derê bûne, yek jê di navbera salên 1937-44an de dema Stalîn ew bi bêwijdanî sirgûnî Asîya Navîn û Qazaxistanê kirin. Ya duyem jî di dema şerê navbera azerî û ermeniyan de, yanî di dema cenga ser Qerebaxa Çiya de ku bi rastî hingê ketibûne rewşeke gelekî dijwar.

Wê wextê ew ji wê derê reviyane hatine li Qazaxistanê bi cih bûne ku li welatê xwe yê nû jî nivîskar, rewşenbîr û xweşmêrekî hêja yî fedakar ji malbata Bedirxaniyan bi navê Ezîzê Zîyo Bedirxan gihaye hawara wan. Wî pêşengî û rêberiyeke çê ji wan re kiriye heya ku bi saya alîkarî û destegîriya wî ew xweş li welatê xwe yê nû jî bi cih bûne.

Li wirê hem bi saya destgîriya wî û hem jî bi saya zîrekî û birêveberiya hinek pêşengên wan jî rewşa wan pir zû baş û aram bûye, halê wan jî pir xweş bûye û gelek ji wan xweş dewlemend jî bûne.

Ji bilî pêwendî û xebatên wan yên civakî bi kurdên Qazaxistanê xwe bi xwe re û bi gelên cihê yên li Qazaxistanê ku li gorî wan ji sedî bêhtir in, wan çawa ku me li jor jî qal kir, gelek xebatên cihê di warê hunerî, çandî, edebî û yên din de jî kirine û hê jî dikin. Hinek ji wan xebatên hêja ku meriv pê pir serbilind û serfiraz e, derxistina kovarekê bi navê ”Nûbar”ê û rojnameyeke bi navê ”Jiyana Kurd” in.

Heçî Kovara ”Nûbar”ê ye:

Ew kovara kurdên Qazaxistanê ye ku bi serpereştiya zana, şereza û akademisyenê hêja Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev û edîtor Hejarê Şamil derdiçe. Kovar bi karûbarê çandî, hunerî, wêjeyî/edebî û zanistî ve radibe û ji aliyê redaksyoneke xurt î têr û tije ve bi rêve diçe ku ew jî ji van giregir û şarezayên jêrîn pêk tê:

Oljas Suleymênov/Sûlêymênov, Mûrat/Mûrad Aûêzov, Nadir Nadîrov, Safar Abdûllo, E. A. Kûznêtsov, Eskerê Boyik, Hesenê Evdoyê Elî, Nejmedînê/Necmedînê Ehmed, Şewqî Dûrsûnov, Ezîzê Zîyo Baderxan/Bedirxan û Bariyê Bala, Ezîmê Şemo, Hesenê Evdoyê Elî, Absattarov. Çawa ku amadekirin û rêzkirina nîvîsaran jî ji hêla Hesenê Hecîsilêman û Marîna Stûkalîna digel Nebiyev V. H. û Kuraev I. B. û yên din ve tê kirin.

Kovar salê du hejmar derdiçin ku tê de gelek nivîskar bi babetên cihê cihê beşdar dibin. Bi rastî kovara ”Nûbar”ê çi di warê çandî, hunerî, edebî û zaniyarî de be û çi jî li ser bûyer û tevgerên kurdên herêm û welatên cihê yên Sovyeta berê û cîhan û Kurdistanê be ew agahdariyên hêja li ser wan didin. Ew bi kurdan re nemaze yên herçar perçeyên Kurdistanê re beşdarî hemî şîn û şahiyên wan dibin, bi şadiya wan şad dibin û bi şîna wan re şîn dikin.

Ji xwe dilên wan herdem hem bi kurdên Kurdistanê, yên dervayê wê û yên cîhan û diyasporayê hemî re ye. Ew heya ji wan tê beşdarî her tengî û tahlî, xweşî û şadîmanî, tifaq û teşqeleyên kurdan dibin û çi gava pêwîst be bazdidin hawara wan, piştgirî didin wan û di kovar û rojnameyên xwe de bûyerên ser kurdan diyar dikin.

Ji bilî vê jî ew serkeftinên kurdên navxwe yek bi yek di kovara ”Nûbar”ê de dinivîsin û hima çi bigir hemî rewşên xwe tê de diyar dikin. Herweke ku kes û navdarên xwe çi yên kevn û çi jî yên nû bin hemiyan tê de didin nasîn û bi serfirazî behsa wan û jiyana wan dikin.

Rojnameya bi navê “Jiyana Kurd” jî organa Federasyona Komeleyên/Yekbûna Kurdên Qazaxistanê ya bi navê “Berbang”ê ye. Ew ji bilî xebatên nav xwe, gelek agahdarî li ser xebatên kurdên din yê Sovyeta berê û yên Kafkasyayê jî pêşkêş dike û şaxê xwe diavêje agahên ser kurdên dereke û gelek bûyerên kurdên cîhanê û Kurdistanê jî. Çawa ku hinek agahdarî li ser gelên ku bi wan re dijîn û welatên ku lê dijîn jî dide.

Serekredaktorê rojnameya “Jiyana Kurd”, Hesenê Evdoyê Elî ye, lê mixabin ji ber ku navê temamê redaksiyonê bi herfên latînî tê de nînin, min nikarî navê wan biçespînim û bidim. Lê tê de meriv rastî gelek nivîs û agahên nivîskarên Kovara ”Nûbar”ê jî tê ku dibe hinek ji wan di redaksiyona vê Rojnameyê de bin jî.

Ev Rojname jî mîna Kovara ”Nûbar”ê agahdariyên cihê yên têr û tije hem li ser kurdên Qazaxistanê û welatên Sovyeta kevn û hem jî li ser kurdên Kurdistanê û diyasporayê dide. Lê bêguman ew li ser hinek agahên Qazaxistanê û cîranên dormedarên xwe jî radiweste û qencî û çêyiyên wan jî radixîne pêş çavên xwendevanên xwe.

Ez bi vê nivîsarê dixwazim destxweşî hem li redaksiyon û nivîskar û xebatkarên Kovara ”Nûbar”ê û hem jî li yên rojnameya “Jiyana Kurd” bikim û karê wan gelek hêja û pîroz dinirxînim. Ez hêvîdar im ku her serkeftî û berdewamê vê xebeta xwe ya giranbiha bin û herdem ber bi pêştir ve herin.

Ji bilî van jî wan di warê dîrok, honrawe, çandî û hunerê de jî gelek berhemên hêja dane û hê jî didin. Ew van xebatên xwe û yên nivîskar û rewşenbîrên berî xwe jî di kovar û rojnameya xwe de didin nasîn û xwedî li keda yên berî xwe jî derdikevin.

Destê wan her ter î xweş û dilê wan jî her têr û geş be!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev