Kemal Tolan: Êzdîtî di koka şaristanî û hişmendiya xwe de dewlemendiya Kurdîtiyê ye

Kemal Tolan: Êzdîtî di koka şaristanî û hişmendiya xwe de dewlemendiya Kurdîtiyê ye

Wan salên dawîyê mijara Êzdîtî û Kurdîtî dîsa di rojeva germ da ne. Hinek kes li ser mijara Kurd û Êzdî hewil didin dûbendîtîyê têxin di nav civaka Êzdiyan. Aliyek ji miletê me bûye Êzdî, bi zimanê Êzdîkî û aliyek jî dibêje em Kurdên Êzdî ne. Ev yek jî dilêşîke mezin li me peyda dike. Hezar mixabin. Ev şaşiyeke gelekî mezine. Em nikarin xwe ji miletê xwe yê zêdeyî 40 mîlîyonî û welatê xwe Kurdistanê veqetînin. Çawa ji dîrokê wisa jî meselên wan salên dawîyê nîşan didin ku wedê çareserkirina pirsgirêkên netewî û civakîyê dertêne meydanê, neyarên gelê me pirsa êzdîtî û kurdîtî dikine çek û dijî yekîtîya gel didine bi kar anîn, bi wê yekê va tifaqa civaka êzdîyan wêran dikin. Êdî wede ye ku civaka êzdîyan bi dewrana zêrandî li nav vê lîstika nepak ya neyarên gelê me derxin û nehêlin ev bîr u bawerîya pîroz bibe haceta dutîretîyê û peyhevketinê. Divê meriv ol û dîrokê ji ilimdarên zane û dîroknasan fêr bibe!

Zane û dîroknasan, mamoste û nivîskarên Êzdî heta naha jî bo ku Êzdî karibin xwe bi rêxistin bikin gelek gotar û lêkolîn nivîsandine û ev tev jî di gelek malper, rojname û kovaran  de hatine belavkirin. Yek ji wan kesan Kemal Tolan e – Dosentê Kurd, Xemxwar û Berhevkarê Kevneşopên Êzdiyatiyê.

.

.

Berî her tiştî, dixwezim nasîya we bidim mamosta Kemal Tolan. Kemal Tolan kî ye?

Kemal Tolan, di sala 1955 de li gundê Şimzê yê ku girêdayî navça Bişêrî-Batmanê ye, di malbeteke Êzdîyan de ji dayîk buye.

Perwerde ya dibistana bingehîn pênc salan li gundê Şimzê, dibistana navîn sê salan li qeza Bişêrîyê û li Wêranşehîrê perwerdeya Lîse (Gymnasium)ê diqedîne.

Gava perwerda lîse yê xelas dike û şunde, êdî ew di sala 1976 an de hatiye Almanya (bajarê Celle). Kemal Tolan bi çend hevalên xwe re di sala 1976 de “komela karkerên ji Tirkiyê hatine ” li bajarê Celle didine damezirandin.

Di sala 1981 an de li bajarê Oldenburgê dest bi karê wergeriya zimanê Kurdî, Tirkî û Almanî dike.

Kemal Tolan, yek ji endamên redaksîona Kovara “Dengê Êzidiyan” bûye û damezrênerê “Komela Çandê dîne Êzdî“ bûye, ku di sala 1994 de li bajarê Oldenburgê hatiye sazkirin.

Mamoste Kemal Tolan ji sala 1995 an vir de weke dosênt û dîrêktorê kûrsa fêrbûna zimanê Almanî, dersê dide  xerîbên ku li kampa bajarê Oldenburgê dimînin. Ewî Dîploma xwe ya ji bo perwerda zimanê Almanî ji Goethe Înstîtuta München`ê girtiye. Kasset û kitêbeke bi navê ”Bi xêra dialoga fêrbûna zimanê Almanî hêsantir dibe” bi zimanê Almanî weşandine.

Dosêntê Kurd, di destpêka sala 1997 de kûrseke fêrbûna axaftin, xwandin û nivîsandina bi Kurdî li bajarê Oldenburgê vekiriye. Di sala 2000 de li goriya derfetên xwe pirtûkeke “Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindî ne” bi zimanê Kurdî (kurmancî) û ji bo weşanên “Dengê Êzîdiyan” li çapxana “Druckzentrum der Carl von Ossietzky Universität Oldenburg” berhevkiriye.

Kemal Tolan zewiciye û bavê pênc zarokan e. Ew hê jî peywendiyên xwe li der û dora xwe de, di nava hinek rêxistin û dezgehên Alman û biyaniyan de berdewam dike û bi taybet jî li ser pêşxistin û naskirina dîrok û kevneşopên Êzdiyatiyê dinivîsine.

Birêz Kemal Tolan di gotareke xwe de nivîsîye:

“Dost û hevalên hêja, bi dîtina min, dema em Êzdî ol û dîroka xwe ne ji ilimdarên xwe yên zane û dîroknasan fêr bivin, emê nikarîbin van êș û pirsgirêkên xwe bi nêrîna çend hevokên ku di van mediyayên teknîka pêșketî ( tv, facebook, twitter, whatsApp û hwd.) de têne weșandin û li gorîya jiyaneke hevpar xwe bi xwe çareser bikin.

Mînak:

Demek beriya niha, di hevpeyvîneke de pirseke weha „Ger cenabê we kurdîtî û êzdîtiyê li mêzînekê bide, wê dilê we herî zêde bi kîjan alîve be? yan jî hûne çawa şîro bikin?“ ji min hate kirin.

Min jî bersiva xwe weha dabû:

„-Dilê min, yê ku ji xemxuriya Êzdîtî û Kurdîtiya resen tije bûye dibêje, Êzdîtî û Kurdîtiya resen mîna goşt û hestiyên bedenekê ne. Ji ber ku Êzdîtî Xwedênasîn û Kurdîtî jî nasnama nijad-hebûna bedena min e, ez nikarim Êzdîtî û Kurdîtiya resen ji hevûdinê veqetînim û wan ji hevûdinê cûde deynime ser “mêzînekê”.

Tiştê ku ez ji Êzdîtiyê fahm dikim û gelek ilimdarên Êzdî îro hêjî di zargotina xwe de dibêjin, ”Tawisî-Melek bi Adem re, bi zimanê Kurdî xeber daye”. Lewma jî çi gava ku oldarên Êzdiyan bahsa ola xwe dikin, ew hingê raste rast ji netewa xwe ye Kurdîtiyê re jî xwedî derdikevin û dibêjin “zimanê ola Êzdiyatiyê zimanê Kurdî ye”. Di dîroka ferman û qetliyamên Êzdîtiyê de jî baş tê xwanêkirin ku, bav û bapîrên me Êzdiyan, dîrok û çanda Kurdî bi lehengî, sembol, ilm, qewl, sema, libas (cil), parêzgeh û xwîna xwe ya paqij parastine. Lewma jî dagirkarên Kurdistanê (siltan, padîşah, xelîfe, paşa, mîr, beg, walî, axa û jendirmên Farzî, Ereb, Tatar, Tirkên Osmanî tevî olperestên Kurdên nezan û berpirsiyarên hemu baylozxanên koloniyalîst) zehmetekî ku meriv nikare salix bide, zilm û zordarî li bawermendên Êzdîtiyê dikirin û ew vê barbariya xwe hê jî berdewam dikin.

Vêca ji bo ku ev nêrîna min çewt neyê fêhmkirin dibêjim, her Kurdek ne mecbûre Êzdîtiyê weke ola xwe bivîne û hurmeta min ji hemû dîn, bîr û baweriyên li Kurdistanê û cihanê hene re heye. Ji xwe çi gava ku meriv bikaribe li ser cewahirên bingehên ilmê baweriya Ezdahiyan baş lêkolîn bike, hingê merivê bivîne ku, baweriya Ezdahîtyê cûdetiyê naxe navbêna tu av, ba (hawa), agir (nûr) û axa li ser rûyê dinyayê hene.

Bi dîtina min, em Êzîdî nikarin Êzdiyatiya xwe bêyî hevkariya rêxistin û partiyên Kurdîtiyê û Kurdistanê bidomînin. Divê heryek ji me Êzdiyan baş bizanîbe û di dîrokê de jî xweş tê xwanêkirin, ew herêmên ku bavkalên Êzdiyan xwe ji çande û zimanê Kurdî dûr kirine, ew zû asîmîle bûne û paşmayên wan bavkalên welatê rojê, îro hew dikarin bi ziman û çanda xerîban ji Êzdiyatiyê ra xwedî derkevin.

Ez hêvîdarim, rewşenbîr û zaneyên Êzdiyên îro jî wan şaşîtiyan nekin û nehêlin ku paşmayên me jî sibê bikevine rewşeke wisa xeter.  Lema ez timî dibêjim, divê em Êzdî ji her kesekî Kurdistanî bêtir „bi zimanê Kurdî binivisînin û bixwînin! Tiştê ku ji min hatiye, min heta niha ev mafê bawerî û netewa xwe parastiye, ew bi dilxweşî di pirtûk û gotarên xwe yên ku di gelek kovar, malper û rojnamên Kurdî de hatine weşandin de jî daye xwanêkirin.

Êzdîtî di koka şaristanî û hişmendiya xwe de dewlemendiya Kurdîtiyê ye û ev kevnariya şaristaniya nijad, bîr û baweriyên me Kurdan (êzdî, ehlî heq-yarasanî, elewî, zerdeştî, bisilman û hwd.) e.. „

Gerekê her Kurd zanibe, gava oldarên Êzîdiyan bahsa ola xwe dikin, ew hingê raste rast ji netewa xwe ya Kurdîtiyê re jî xwedî derdikevin. Ji ber ku zimanê ola Êzîdiyatiyê zimanê Kurdî ye. Êzîdî ji xeynî zimanê Kurdî, nikarin bi ti zimanê dinê dua, qewl û beytên xwe bibêjin. Heta vêga Êzîdiyekî ku bi Kurdî nizanîbe tine ye. Lewma jî divê em Êzîdî baş zanibin, ku em nikarin Êzdiyatiya bêyî hevkariya rêxistin û partiyên Kurdîtiyê û Kurdistanê bidomînin.

Mamosta Kemal Tolan di gotareke xwe ya bi nave Êzîdiyatî û erkên rewşenbîrên Kurd !nivisiye:

“Hêviya min ji rewşenbîr, nivîskar, partî û rêxistinên li Kurdistanê jî ev e ku, ew êdî rê nedine leyistik û çewtîtiyên dîrokî. Çewa ew di bernamên rêxistin, partî, televîziyon, kovar û rojnamên xwe de hirmetê didine musilmantiyê û xiristaniyê gerek ew wisa jî xizmetê ji bo parastina olên miletê kêmjimar û Êzîdiyatiyê bikin. Divê em bi hev re nehêlin êdî ti cûdetiyên xirab bikevine nava civat û olên li Kurdistanê û em îro jî ol û polîtîkî tevlî hev nekin. Bizanibin, pêwîst e hevkariya komel û rêxistinên Êzîdiyan serbixwe bin û ne girêdayên ti rêxistin û partiyan bin. Divê komel û civatên Êzîdiyan karibin, bîr û baweriyên xwe, li gel hev û di nava tevgera rizgarîxwaza netewiya Kurdî de, bi rewşeke azad giftûgo bikin û xwe azad biparêzin. Gereke em Kurdistanî zêde li hev û dinê xwedî derkevin û zanibin, eger saxkirin û pêşxistina Êzîdiyatiyê ne di destn T I F A Q A Êzîdiyan de be, ev Êzîdiyatiya heyî jî wê wenda bibe”. Ez bawerim berhevketina me dê bibe serkevtina me – Kemal Tolan dinivîse.

Cihê dilxweşîyê ye ku gelek zane û rewşenbîrên êzdî wan salên dawîyê xizmetê ji bo parastina ola civaka Êzîdiyatiyê dikin û hewil didin nehêlin êdî ti cûdetiyên xirab bikevine nava civat û olên li Kurdistanê. Tu milet ji sedema ol û netewa xwe, ewqasî bi komkujiyan re rû bi rû mabe, nîne. Hovîtîyeke wisaye ku navê wê di pirtûk û ferhengan de hilnayê, nîne. Sûcê wan çi ye? Sûcê wan Êzdayetî û Kurdbûn e! Lema tu milet nikare bi qasî Êzdiyan êşa fermanan hest bike, fêm bike û bi qerezê her tiştî dîsa jî tevi kul û birînên xwe ên kûr li jiyanê bimîne û bijî.

Guhdarên hêja,weşana me ya îroyîn temam bû. Vê carê me nasîya we da berhemeke mamosta Kemal Tolan – Dosentê Kurd, Xemxwar û Berhevkarê Kevneşopên Êzdiyatiyê li ser mijara kurdîtî û êzdîtiyê. Em spasiya birêz Kemal Tolan dikin jibo ked û xizmeta wî ye giranbaha û serketina wî dixwezin. Em bi hêvî ne ku bernameya me li gorî dilê we bû,  gelek pirsên we bersîvand. Di demeke nezîk de derbarê vê mijarê em ê dîsa rastî hev bên û ra û nihêrînên xwe bi hev re parvebikin.

Bername Bêlla Stûrkî pêşkêşî we kir.

Bimînin di xweşîyê de.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

Şirovekirin hatine girtin.