Pirsa we û bersîva me – 137

Pirsa we û bersîva me – 137

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bide, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.

 

Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî

 

Pirs: Gelo hûn dikarin behsa DI RAVEKAN DE DAÇEKA “DI”YÊ bikin?

 

Bersîv:Ravekên kurdî yên pirhejmar berê bi alîkarîya daçeka DI dihatine çêkirin.

 

weke:

darên di hewşê

rûpelên di pirtûkê

 

Vêca bi domana demê re daçek ket û wiha bû:

 

darên hewşê

rûpelên pirtûkê

 

Lê di hin devokinan de bi van awayan ma:

 

darêd hewşê

rûpelêd pirtûkê

 

darêt hewşê

rûpelêt pirtûkê

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev