Spasîyek germ ji bo kurdên Qazaxistanê!

Spasîyek germ ji bo kurdên Qazaxistanê!

Endamekî ”Koma KURMANCΔyê, ku herwiha endamê

Komîtêya Karger ya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdî ye,

Zinar Soran ji navê Komê gotar-sipasnameyek

bo mêvanperwerîya kurdên Qazaxistanê nivîsîye,

malpera me bi dilxweşî wê raberî we dike.

Em bêjin, ku yek ji endamên ”Koma KURMANCΔyê

berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

 

Zinar Soran

 

Di navbêna 15 û 24ê hezîranê de ”Koma Kurmancî”yê civîna xwe ya 64an li bajarê Almaataya Qazaxistanê pêk anî.

Di vî wextê ku em li Qazaxistanê bûn di serî de mazûbanên me akademisyen Kinyazê Îbrahîm, profesor Ezîzê Zîyo Bedirxan û Ezîmê Şemo mêvanperwerî, biratî, dilsozî û hezkirinek gelekî mezin nîşanî Koma Kurmancîyê dan.

Herweha gelek kurdên welatperwer û hêja yên Qazaxistanê weke akademisyen û profesor, Bavê ulmê neft û gazê Nadirê Kerem Nadirov, Şîrînê Elî, Îbrahîmê Filît, Berzanîyê Nabiyev, Rafîk Îbrahîmov, Aladîn Mustafayêv, Fexreddîn û Selhedînê lawên nivîskarê mezin Elîyê Evdirehmên, mamostaya zimanê kurdî Gulnara Selheddîn, Zimretê Evas, Şêx Arif, Xwedêdayê Misto û gelek camêrên din bi dilgermî em pêşwazî kirin û mêvandarîyek ji dil û can nîşanî me dan.

Piştî xebata ”Kurmancî”yê ya rojê, van camêr û canikan rojek ji rojan em tenê nehiştin û me bi hevdû re gelek sohbet û şevbihurkên germ û geş derbas kirin.

Di vê dema kurt de, me kês dît ku em beşdarî him şîn û him jî şahîyên wan bibin.

Bi taybetî serlêdana şagirtên dersên zimanê kurdî û mamosteya wan Gulnara Salhaddîn ya civîna Kurmancîyê û du pasteyên wan yên bi Alaya Kurdistanê xemilandî, stran û govenda wan koma me gelekî kêfxweş û bextewar kir.

Seredana me li xanîyê Assambleya Gelên Qazaxistanê pir balkêş bû. Hema li vî xanîyî, piştî hilweşîna Yekîtîya Komarayên Sovyet yên Sosîalîstîyê (YKSS), ji 12 komarên Sovyeta berê (xênji 3 komareyên Baltîkumê: Êstonîyayê, Latvîyayê û Lîtvayê) yekîtîyeke nû ya bi navê Hevalbendîya Dewletên Serbixwe (HDS) hate avakirin. Û hema li vî xanîyî odeyeke kurdan heye, ku li ser derê wê hatîye nivîsar: ”Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang”, ku akademîsyen Kinyazê Îbrahîm serokatî lê dike. Li vir kovara kurdî ”Kurd” û rojnameya bi navê ”Jîyîna kurd” derdikeve û ode bi alaya Kurdistanê, bi wêneyên rêberên kurdan Mistefa Barzanî û Mesud Barzanî, bi cil û bergên kurdî va hatîye xemilandin.

Bi tevayî, kurdên Qazaxistanê bi jîyaneke kurdî, bi hesreta welêt dijîn. Xênji çapkirina kovar, rojnameya kurdî, pirtûkên kurdî yên dersan, pirtûkên edebîyetê, herwiha bi çend nîşanên din va jî kurdeyatîya welatparêzî xuya dibe. Wek, navê dayîreya ku Ezîzê Zîyo serokatî lê dike, ”Botan” e, Xwedîyê hotêla ”Salut” ku ”Koma Kurmancî”yê lê dima –  Ezîmê Şemo, herwiha xwedîyê karxaneya îçkê ye jî. Li wir şerav û vodkayên navdar çê dikin û navê vodkayekê ZARA ye, ku navê dengbêja kurd ya Rûsîyayê ya gelekî navdar Zera Paşa lê kirine. Navê mêvanxane û restorana ser dereceya bilind, ku xwedîyên wan Îbrahîmê Filît û Barzanî Nabîyêv in, ”Erbîl” e û alaya Kurdistanê li ser dimilmile. Navê restoraneke wan a din ”Mêrdîn” e.

Bi awakî giştî, kurdên me yên Qazaxistanê eleqeyek gelek mezin, mazûbanîyek gelek hêja û hezkirinek gelek bi hesret û bi rûmet nîşanî Koma Kurmancîyê û xebata wê dan!

Em gelekî spasî wan dikin, mala wan ava û mervanî heqê wan!

Em dê vê mêvanperwerî, dilsozî û camêrîya we ya ji dil û can ji bîr nekin.

Bi hêvîya wê tifaq û hurmeta hêja ya di nav we de xurttir bibe, her şad û bextewar bin!

  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
  • 19
  • 20

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev