Gelo senaryoya Rojava li Rojhilat jî dubare dibe?

Gelo senaryoya Rojava li Rojhilat jî dubare dibe?

Mehmed Salih Bedirxan

 

Dengê defa hawarê êdî holan dide û wisa xwiya ye êdî “şerê sar” ê Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê êdî tûşî şerekî germ û yekser dibe û wê ew şer guhertinên mezin li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Kurdistanê bike.

Serokê Amerîkayê Donal Trump di Gulana 2018an bi biryara vekişîna ji rêkeftina bi navê P5+1 a navokî dabû û bi gemaroyên aborî û bazirganî qonaxa stratejîya nû ya Amerîka beramber Îranê ji cihanê ra aşkere kiribû. Herwisa civînên serbazî û dîplomatîk yên Amerîka – Îsraîl û welatên Kendava Erebî liser avakirina NATOya Erebî civîna Varşovayê pêngavên vê qonaxê bûn.

Rêveberiya Trump, di nava 6 mehên dawiyê da zêdetir ji 100 hezar serbaz li binkeyên Amerîkayê yên li Kendava Erebî, Iraq, Urdin û Herêma Kurdistanê bi cî kirine. Ligel bicîbûna hêzeka leşker hatina keştiya şer a bi navê “Abraham Lincoln” û sîstema mûşekî ya Patriot delîlên wê yekê ne ku wê Amerîka bo guherîna rejima Komara Îslamî ya Îranê kerta serbazî jî bikar bîne. Herwiha ligor geşedanên em li ser erdê di navbera Amerîka-Îranê da dibînin heta du mehan wê bîna barûda çekên aliyan Rojhilata Navîn rapêçe.

Pirsa giring ew e gelo Rojhilatê Kurdistanê ji egera şerê Tehran-Washingtonê ra amdeye yan na? Yan bi awayekî din em bipirsin wê helwêsta hêzên Rojhilatê Kurdistanê beramber şerê Amerîka-Îranê da çi be? Ligor çavdêriyên min û çend hevdîtinên min ji çend aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê çi amadekariyeke wan a bihêz beramber rûdanên dawî tunene. Cihê mixabiniyê ye ku gelek jê ji wan hîn bawer nakin ku wê rojekê rejima Komara Îslamî ya Îranê birûxe û dawî li rejima mezhebî ya fundementalîst were.

Rewşa hizbên Rojhilatê Kurdistanê

Hizba herî bihêz û xwedî bîreke meşrû Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) demeke dirêj e bi pirsa kongreye ra mijûl e û xebata Rasan a ligel Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê  ji sala 2015an va dabûn destpêkirin berdewam nekirin. Di sala 2015an da Pêşmerge li ser sînorên Başûr – Rojhilatê Kurdistanê bi cî kirin, di sala 2016-17an de deng jî bi çekên herdu aliyan ket û gelek pevçûnan rû da. Rojname û malperên fermî yên PiDKÎyê jî armanca Rasanê jî weke pêkvegirêdana xebata çiya û bajarên  aşkere kiribûn pirr heyf berdewam nekir.

Li aliyê din partiyên din ê Rojhilatê Kurdistanê, Hizba Demokarata Kurdistanê, (HDK) Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê jî di sala 2016-2017an da dest bi helmeteka çûyîna nava Rojhilatê Kurdistanê da bûn destipêkirin cihê mixabiniyê ye wan jî xebatên xwe ragirtine.  Herî dawî di Îlona 2018an da Komara Îslamî ya Îranê bi mûşekan beregeha HDKyê kirin armanc û derbeyeka giran li wê hizbê dan. Di encama wê êrîşa hovanê ya Tehranê da zêdetir ji 8 serkirdeyên HDKê şehîd bibûn. Ligor malûmatên min aniha di navbera HDKê jî da pirsa kongreyê heye û rojeva HDKê kongre ye.

Xebatên ber bi çav yên rêxistina Sazûmana Xebatê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê jî tunene. Herwiha Partiya Azadiya Kurdistanê jî (PAK) jî ew rola xwe ya karîger di şerê DAIŞê da neguhastiye nava Rojhilatê Kurdistanê û karîgeriyeka bihêz di nava xelkê da ava nekiriye.

Li aliye din dihête dîtin ew bereya hemû aliyên Rojhilatê Kurdistanê piştî êrîşên Tehranê yên Koyê avakiribûn jî feşkiliye û hemahengî  û alîkariya li ser erde jî di navbera van alîyan da kêm bûye.

Em dikarin bêjin heta aniha aliyen siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê di warê dîplomasiyê jî da ti gavên berbiçav neavêtine.  Di demeka wisa ku Îran di bin dorpêçên aborî û serbazî yên Amerîka û hevpeymanên wê daye ew jî  ji xwe ra piştçeperan peyda bikin û xwe beramber Îranê mukim bikin.

Meseleyeka din a balkêş ew e ku çavkaniyên Rojhilatê Kurdistanê demeke dirêje behsa dubarebûna senaryoya Rojavayê Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê dikin. Gelek ajans behsa civîna Hevserokê Komeleya Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik ligel Fermandarî Spaya Qudis ya Îranê Qasimê Suleymanî dikin.

Ligor çavkanî û jêderên Rojhilatê Kurdistanê, gerîlayên Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku bale PKKê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, li cihên stratejîk ê bajarên weke Mêrîwan, Kamyaran, Kirmaşanê bi cî bûne. Heman jêder amaje bi wê yekê jî dikin ku gerîllayên Komalgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) – KODAR jî beşekî PJAKê ye di sala 2014an da hatiye damezirandin- jî li cihên staretejîk li ser sînorên, bajarên Serdeşt, Bane, Seqiz Pîranşarê yên Rojhilat Kurdistanê belav bûne û Tehran di egera şerekî navxweyî da Rojhilatê Kurdistanê radestî  wan hêzên ser bi PKKê bike.

Di nezera min da hevkarî û hemahengiya PKKê û Spaya Pasdarên Îranê li Iraq, Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê dûr nîne ku ew senarya Rojavayê Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê jî dubare bibe. Bi gûrbûna şerû navxweyî li Sûriyê di sala 2012an da rejima Beşar Esed hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê vekişandin.

Di şerekî navxweyî li Îranê da rejima Komara Îslamî ya Îranê jî weke hevpeymanê xwe Beşar Esed hemû binke baregehên xwe ligel cebilxaneyan radestî hêzên PKKê yên li Rojhilatê Kurdistanê bike. Heger partiyên Rojhilatê Kurdistanê li ser van egeran baş nefikirin û li ser erde demildest dest bi xebatan nekin dûr nîne ku wê ked û berxwedana xwe ya bi salan a di bîra xelkê da Rojhilatê Kurdistanê da heye ji dest bidin û çi karîgeriyeka wan nemin.

Çavkanî:  www.kurdistan24.net

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev