Hejmara kovara ”Bîrnebûn”ê a 74an pîroz be!

Hejmara kovara ”Bîrnebûn”ê a 74an pîroz be!

Ali Ciftci, berpirsyarê kovarê

 

”Bîrnebûn” kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên Anatoliyê, hejmara 74an derket!

Di vê hejmarê de dîsan nivîsên lêkolînî, belgename, çîrok, serpêhatî, pökenokî û folklorîk hene. Ji wan hinek:

Muzaffer Özgür, bi sernivîsa Rêwîtîya dirêj û bi êş, li ser cîvîna hevkarên ”Bîrnebûn”ê ya îsal û galaya belgefilmê Hevalê bargiran-Dr. Nebî Kesen nivisîye.

Dr Mîkaîlî ji arşîva Serokwezereta Tirkîyê (T.C. Başbakanlık Arşivleri Genel Müdürlüğü) derheqê Îskana kudan li Anatoliyê belgename peyda kirine û herwiha bi şiroveyeka xwe, hinek ji van belgenameyana ji zimanê osmanî daye wergerandin û li gel çend orijînalên belgenameya bi sernivîsa Îskana kurdan li Anatoliyê amade kiriye.

Tîştê herî balkêş ê van belgenameyên ji arşîva Turkîyê ev e; bi tarîx em niha dizanin ku kengê kurdên me hatine Anatoliyayê.

Adem Özgür, hevpeyvînek bi Ali Duran Topuz re li ser kitêba wî ya bi navê Rû û kûr ku bi devoka Qoçgîrîyê hatiye nivîsandin, kiriye.

Arvîn Berchemî, bi navê Bêhna bêrîkirinê kurteçîrokek, Yıldız Karagözê bi navê Zozan bêbask ma, Berîvan Keskinê du helbest, Nuh Ateş bi berdewamîya Gotinên çê, Mulla Evîndar du çîrok, yek bi navê Şivan, ya din bi navê Hesp çêkir, Hizir Akbîna pêkenok, Seyfî Dogan li gel sê helbesta bi navê Quto şêweya şîîra Haîku ya japonî şirove kiriye. Xizan Şîlan bi helbesta xwe ya bi navê Agirê vejîne Mem Xelîkan jî Jîyan jan e reng dane vê hejkmarê.

Mehtap Îdelî bi sernivîsa Çend peyv û gotinên me ferhengokek amade kiriye. Me heta herfa Şyê di vê hejmarê de belav kiriye. Berdewamîya fergengokê dê di hejmara bê de bê weşandin. Di vê ferhengokê de pir gotinên ku li ber windabûyînê ne hatine berhev kirin.

Amed Tîgrîs kitêba Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancîyê bi çend başî û şaşiyên vê şirove kiriye. Zekî Ozmen û Perin M Esmerogluyê kitêba Li benda keskesorê dane nasandin.

Perin M. Esmeroglu li vê kitêbê hûr û kûr bûye û bi zimanekî xweş naveroka kitêbê daye nasandin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev