Serok Barzanî bi keçên Êzdîyan re civiya

Serok Barzanî bi keçên Êzdîyan re civiya

Nuçegihanekî K24ê bi keçeke Êzdî Îmanê re, ku ji destê çeteyên Daişê rizgar bûye, hevpeyvînek pêk anî. Îman dîtinên xwe yên di derbarê civînê de diyar kir.

Serok Barzanî, dûhî civînek bi keçên êzdiyan re pêk anîbû. Di wê civînê de diyar kir ku divê rewşa Şengalê bigûhere, Êzdî ji wê rewşa tûnd derkevin û piştevaniya xwe ji bo Êzdiyan anî ziman.

Nuçegihanek K24ê bi keçeka êzdî Îman re, ku ji destê çeteyên Daişê rizgar bûye rêportajek pêk anî. Îman dîtinên xwe yên di derbarê civînê de diyar kir:

Îman bi dîtina serok Barzanî gelek kêfxweş e û dibêje: Serok herdem piştîvanê Êzdîyan e.

Îman yeke ji qurbanîyên destê Dai’şe ku bêtir ji salekê di destên wan de bû, hemû cûre zulim û nexweşî dîtin.

Nêzîkî 50 keçên din li gel Îmanê bûn di dema serok Barzanî pêşwazî li wan kirî ku hemû ji destên Dai’şî bi rêya nivîsîngeha rizgarkirina Êzdîyan hatibûn azadkirin. Hemû revandîyan daxwazên xwe gehandin serok Barzanî, wî jî ji alîyê xwe ve piştîvanîya xwe ya bihêz bo daxwazîyên wan dîyar kir.

Xalên herî gring ku hatîne behiskirin di navbera Barzanî û rizgarbûyîyên destê Dai’şê çend xal bûn ku hewil bihêne dan yên mayî jî rizgar bibin û Şengal bihê avedankirin û ji vê jîyanê qurtal bibin û mafên wan berze nebe.

Di dema kontrolkirina devera Şengalê ji alîyê Dai’şi ve 6417 kes hatibûn revandin, ji wan 3471 hatîne rizgarkirin. Ji wana 3458 keç û jin bûn, lê ta niha 1184 bê ser û şûn in.

Serok Barzanî tekeza wê yekê kir ku rewşa Şengalê divê bihê guherîn û Êzdî ji vê rewşê derkevin û ew herdem piştevan in ji bo Êzdîyan.

http://www.rupelanu.com/serok-barzani-bi-kecen-ezdiyan-re-civiya-5368h.htm

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev