Enerjîya xwezayî û şer û stratejî!

Enerjîya xwezayî û şer û stratejî!

Sheymus Özzengin

 

Piştî ku Emerîka asteng-ambargo û bandora xwe li ser Îranê zêde kir, di herêmê de walayîyeke belavkirina enerjîya xwezayî (neft-gaza xwezayî) derket holê. Bandor li ser hinek welatan çêkir ku li avakirina rêyên nû yên enerjîyê bigerin.

Yek ji van welatan jî Tirkîye û İraq e.

Ji ber ku Tirkîye, divêtîyên xwe yên gaza xwezayî û neftê ji Îranê tedarik dikir, piştî ambargoya Emerîkayê a ser Îranê, ev rêya tedarikê ket tehlûkê. Tirkîye neçar ma ku li rêyên din bigere. İraq jî rûbirûyî eynî pirsgirêkê bû.

Yek ji van rêyan neft û gaza İraqê ye.

Ji bona ku Tirkîye gaz û nefta Îraqê bigire jî, divêtî bi îzna hikumeta Başûrê Kurdistanê heye. Bê îzna Hikumeta Federal a Başûrê Kurdistanê, ne hêsane ku Tirkîye bi Îraqê re peymaneke gaza xwezayî û neftê îmze bike û divêtîyên enerjîyê ji Îraqê tedarik bike.

Çi pirsgirêk hene ku İraq nikare gaza xwe ya xwezayî û nefta xwe bifroşe Tirkîye?

Divêtîya îzna Hikûmeta Federal a başûrê Kurdistanê di vî warî de giranîyek serete ye.

Îraq, bê ku pirsgirêkên nav xwe û Hikumeta Federal a Kurdistanê çareser bike, nikare di ser Kurdistanê re neft û gaza xwezayî bide Tirkîye. Ev qozek girîng e di destê Kurdan de.

Ji bona ku Tirkîye jî neft û gaza xwezayî a Îraqê bikire, divêtîya wê bi biryar û riza Hikûmeta Federal a Kurdistanê heye. Di vî warî de qozek dualî ketîye destê kurdan, ku Kurd bikaribin ji bona çareserkirina pirsgirêkên xwe, vê qoza dualî baş bikar bînin.

Mijara zîyareta Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Îdrîs Barzanî çareserkirina vê mijarê bû.

Beşek ji siyasetmedar û stratejîstên kurdan ev mijar ji çavan dûr hiştin. Ya nexwestin ku giranîya hikumeta Federal a Kurdistanê bînin ziman, an jî girîngîya Hikûmeta Federal a Kurdistanê û rolê kurdan bi qastî neanîn ziman.

Raser, bi rewşek dijminane êrîş anîn ser Serokê Kurdistan birêz Nêçîrvan Barzanî.

Hatina Serokê Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî bi hilbijartinên Stenbolê ve girêdan û li ser vê mijarê tofan rakirin.

Ev helwest rol û giranîya wê zîyaretê ji çavan dûr xist û bûn sebeb ku Kurd li ser rolê xwe yê herêmê nerawestin û li derîyên serkevtinan ji xwe re nebînin.

Mixabin di vî warî de Bakurê Kurdistanê bi rewşenbîr, sîyasetmedar û stratejîstên xwe re ketine bin bandora PKK û nikarin azad ramanan biafirînin. Ev tehlûkeyeke mezine ji Kurdan re. Ji ber van gengeşîyên beradayî Kurd nikarin giranîya xwe a di herêmê de giftûgo bikin û rê ji tomarkirina serkevtinan re vekin.

Di navbera Dewleta Federal a İraqê û Hikûmeta Federal a Kurdistanê de çi pirsgirêk hene, ku bê riza biryara Hikûmeta Federal a Kurdistanê, İraq nikare neft û gaza xwezayî bide Tirkîye?

Wek ku em dizanin: Hikûmeta Federal a Başûrê Kurdistanê, ji 2014an de ji mafê xwe yê dahatên butçeya Îraqê hatîye mahrûm kirin. Îraq dest danîye ser bi Milîyar Dolarên Kurdistanê û Kurd û Kurdistanî xist bin qeyranek aborî û bi birçîbûnê tehdît kir. Mafên Kurdan yên yasayî binpê kir. Mûçeyên artêşa Pêşmergan, karmendên hikûmeta Federal a Kurdistan qut kir.

Li henber vê helwesta Îraqê, Hikûmeta Federal a Kurdistanê gava milîkirina nefta xwe avêt û bi destê xwe nefta xwe di ser Tirkîye re daxist bazara cîhanê.

İraq, ev neh sale yasaya referandûmê ya madeya 140 bikar nayne û her dibe sebebê alozîyan li van herêmên ji dervê dolivgerîya Hikûmeta Federal a Kurdistanê.

Ji bona çareserkirina van pirsgirêkan, Kurdistan dikare daxwazên Tirkîye yên kirîna neft û gaza xwezayî a İraqê ji bona çareserkirina pirsgirêkên xwe bikar bîne. Ev wek qozek siyasî dikeve destê Hikûmeta Federal a Kurdistanê, ku li henber Tirkîye jî ji bona çareserkirina pirsgirêkên navbera xwe û Tirkîye jî bikar bîne.

Ev roleke serete di herêma Rojhilata Naverast de dikeve destê Kurdistanê, ku vê rolê xwe baş bilîze û bikar bîne. Ev girîngîya vê rola Kurdistanê hin di herêmê de û hin di qada navdewletî de jî xuyaye.

Mixabin siyasetmedar, stratejîst û rewşenbîrên kurdan li ser vê mijara girîng ne xwedî nerîn û raman in.

Ev xeta enerjîyê, di navbera Tirkîye-İraq- Kurdistanê de di qada giftûgoyan de ye. Sebeba hatina Serokê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî ev mijar bû. Li ser vê mijarê nerînên Serokê Kurdistanê erênî ne.

Birêz Nêçîrvan Mistefa Barzanî eşkere dibêje;

„Wek prensîp, rojane teslîmkirina 250 hezar bermîl ji bona Îraqê ti pirsgirêk tineye. Belê ji bona ku ev daxwaza Îraqê bêt cîh, divê em û Îraq werin cem hev.

Berî werim Tirkîye, ez li Bexda bûm. Li ser vê mijarê di navbera me û Serokwezîrê Îraqê Adil Abdulmehdi de hevdîtin çêbû. Pirsgirêk ne ewe ku em 250 hezar bermîl neftê bidin İraqê an na! Hêla vê mijarê a yasayî heye. Ji 2014an de İraq bi diraveke mezin deyndarê me bûye. Divê yekem ev bên çareserkirin. Çareserî divê hin bi riza Kurdistanê û hin jî bi a Îraqê be. Ji bona vê jî, divê yekem em û İraq di nav xwe de pirsgirêkan çareser bikin.

Eger ev pirsgirêk çareser bibin, di warê têkilîyên Tirkîye û İraqê yên enerjîyê de Kurdistan dikare ji Îraqê re alîkar be!“

Li ser çawayîya neft û gaza xwezayî a İraqê, Serokê Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî nerînên xwe eşkere dike û dibêje:

„Xeta nefta me ya ku diçe barêgeha Ceyhanê heye. Ku di herêmê de pirsgirêkek neyênî derkeve, em dikarin nefta Kerkukê û herêmên din jî di ser xeta Kurdistanê re bişînin barêgeha Ceyhanê û ji Îraqê re alîkar bin. Me ev ji wan re jî gotîye.

Ji bona ku di pêşerojê de em bikaribin hîn bêtir neftê daxin bazara cîhanê, divêtî bi xetên nû hebe, em dikarin ava bikin û nîyetek me a wilo jî heye.

Di têkilîyên bezirganî yên Îraqê û Tirkîye de rolê Kurdistanê pir girîng e. Hecma bazirganîya di navbera Îraqê û Tirkîye de salane 13 milyar dolar e. Ev bazirganî di ser axa Kurdistanê re dimeşe. Ji bona çareserkirina van pirsgirêkan em Serokê Tirkîye re bi berfirehî peyivîn. Li ser vê mijarê danûstendinên me yên dualî, sêalî didomin.“

Gelo halî hazir ji bona Kurdistanê ji vê rêyê pêve ti rêyên din hene ku enerjîya xwe daxe bazara cîhanê? Divê rewşenbîr, siyasetmedar û stratejîstên Kurdistanê li ser vê pirsê rawestin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev