Helbijartinên Îsraelê li ber derî ne û serokên kurd di xeweke giran de ne

Helbijartinên Îsraelê li ber derî ne û serokên kurd di xeweke giran de ne

 

Ev daxuyaniya dostê kurdan Dr Edy Cohen e

ku îro li ser malpera xwe belavkirîye,

lê diyar e ew daxuyanî ne taze ye.

Di daxuyanîyê de gelek tiştên balkêş û bikêr hene,

naverok dewlemend e, bi taybetî jibo wan kesên dij

referandoma 25.09.2017 û dewleta kurdî derdikevin. 

 

Suleiman Sulevanî

 

Avigdor Lieberman siyasetvanekî Îsraelî ye û ji rehên rûsî ye, du caran hukumeta Israelê xist bi arîkariya dengê Israliyên ji rehên rûsî.

Çima serok û lîderên kurd nikarin hebûna çarêkek milyon (250 000) Îsraelîyên ji rehên kurdî bikarbînin û hîkariyê (tesîrê) li ser siyaseta Israelê bikin jibo berjewendiyên kurdan û avakirina dewleta kurdî û hwd…

Min gelek caran gotiye û dubare dibêjim gereke kurd ji serpêhatî (tecrubeya) lobîyê zayonî li Amerika û Israel fêr bibe. Kesek dewletê nade we, heya Israelî an cuhu jî, gereke hun wê bixwazin.

Lê bi mixabiniyeke mezin gereke bêjim kesên tu bangî wan dikî, bêdeng in. Serokên kurdan di rojê de 24 seetan mijûl (nevala) û tirsiyayî (beicî) ne.

Mixabin ez ne optimist im û bawer dikim hun ê 100 salên din çaverê bikin heya hun dewleta xwe ava bikin.

Lehengê Israelî David Ben Gurion her çend wî baş dizanî ku dewletên erebî wê hêrişa Israel bikin lê dîsa jî ew ne tirsiya û daxuyaniya avakirina dewleta Israelê da di 15.05.1948 de.

Ez ê di vê belavokê de nenivêsim, lê bizanin ku serokên we ti danustendin nîşan nedan bo wan hemû tiştên min pêşkêşkirî ji bîr, çareserî û rêyên bikaranîna dengê kurdî jibo berjewendiya we. Lê min tu bersiv negirt.

Bi mixabinyeke mezin didim diyar kirin ku ez nikarim berdewam bibim berevaniya doza we ya rewa/adil bi tenê bikim bêyî arîkarî û piştevaniya we. Ez nikarim ji kurdan kurdtir bibim.

 

Miletekî 50 milyonî tirsiyayî/beicî ji çend kesên…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Suleiman Sulevanî

Suleiman Sulevanî ji Başûrê Kurdistanê, bajarê Mûsilê ji dayîk bûye. M.Sc di arkitektur/mimarî da heye. Di gelek kovar û malperên kurdî da nivîsîye, wek Nudem, Avaşîn, Avesta, Diyarname, herwiha weke kolumnist di Netkurdê da demekê nivîsîye. Niha li Swed dijî.

Qeydên dişibine hev