Nivîskar Hejarê Şamîl: PKK gefa kuştinê li min dixwe!

Nivîskar Hejarê Şamîl: PKK gefa kuştinê li min dixwe!

Nimûneyeke xîyaneta PKKê

 

BasNews- Nivîskar û rojnamegerê naskirî yê kurdên Soveyta berê Hejarê Şamîl li ser rûpela xwe ya facebookê nûçeyek belav kiriye û tê da ragihandiya ku Partiya Karkerkên Kurdistanê (PKK) gefa kuştinê lê dixwe.

Hejarê Şamil di daxuyaniya xwe da bang li raya giştî ya kurdan kiriye û aşkere kiriye ku PKK gefa kuştinê lê dixwe. Daxuyaniya Hejarê Şamîl wihaye: “PKK min tehdît dike! Ez we re dibêjim, PKK min bi mirinê tehdît dike! Fêm dikin, an na? PKK min tehdît dike!

Ez ne eşîr im, ne partî me. Xêynî welatparêzên Kurdistanê tu piştevanên min nîne.

Xwîna min helal e, dibêjin.

Ger dixwazin li ser cenazeyê Hejar ê “edebiyata welatparaziyê” bixuliqînin, dikarin bêdeng bimînin…”

BasNewsê hewil da derbarê gefên PKKê li ser Hejarê Şamîl ligel wî bi xwe qise bike, lêbelê Hejarê Şamîl amade nebû di wê derbarê da zanyariyan bide ajansa me.

Li aliyê din heta aniha PKKê jî derbarê daxuyaniya nivîskar Hejarê Şamîl da ti daxuyanî belav nekiriye.

 

Hejarê Şamîl kî ye?

Hejarê Şamîl nivîskarekî naskirî yê kurd e ku di 16ê tîrmeha 1966an de li Kelbecerê (Kurdistana Sor a li Azerbaycanê) hatiye dinyayê. Kurê Şamîlê Selîm Esgerov û Nazîle Manafova (Esgerova) ye. Bavê Hejarê Şamîl – Şamîlê Selîm Esgerov jî yek ji rewşenbîrên naskirî yê Sovyeta berê ye. Hejar bi tirkî, kurmancî, rûsî û azerî neh kitêb amadekirine. Aniha editorê malpera kurdistan-post.eu ye.

Hejarê Şamîl li bajarê Bakûyê fîlolojî xwendiye (1984-1990). Dû re xebatkarê weşanxaneya “Yazıcı” (li Bakûyê, 1989-1991) bûye. Li rojnameya parlamêntoya Azerbaycanê Heyat de wekî nûçegihan (Bakû, 1991-1993) xebitiye. Editorê beşa azerîkî, di rojnama Dengê Kurd (Bakû, 1992-1994) bûye, pişt re kovara Kurdistan Raport (Moskow, 1994-1997) û rojname Mexmûr (Kurdistana Başûr, 2000) de rojnamevanî kiriye. Di 2008an de peyamnêrê AkNews bûye. Cîgirê rêdaktorê kovara Nûbar (li Qazaxistanê, 2004-2010), rêdaktorê radyoya Qirgizistanê, beşê kurdî (Qirgizistan, 2005-2010) û rêdaktorê sereke yê weşanxaneya kurdî ya Zengezûrê bûye.

 

Hejar neh pirtûk nivîsandine:

Şerê eqilan (Başûrê Kurdistan, 2000, bi tirkî).

Di pêşiya de sê xal (Başûrê Kurdistan, 2001, bi tirkî).

Rêya ewlekariyê (Başûrê Kurdistan, 2000, bi hevbeşî hatiye nivisandin, bi tirkî).

Diaspora Kurda (Stembol, Pêrî, 2005, bi tirkî).

Gulnar û Ocalan (Stembol, Pêrî, 2005, bi tirkî).

Kinyazê Îbrahim (Stembol, Pêrî, 2007, bi tirkî).

Jiyan di rêya welatparêziyê de (Qazaxistan, 2007, bi kurdî).

Diaspora Kurdên YKS (Qirgizistan, 2007, bi rûsî

 

http://www.basnews.com/index.php/kr/news/kurdistan/530645?fbclid=IwAR1atulo-gH1DVVKzznRgUOla3VrPmb0vf0L9pnM3BYrdXLqaLQRwVHWme4

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev