Çaremîn Mihrîcana devera Sîlvanê

Çaremîn Mihrîcana devera Sîlvanê

Yaqûb Kurmanc

 

Çaremîn Mihrîcana devera Sîlvanê ya ser bi bajarê Ûrmiyê bi beşdarbûna kurdên parêzgehên kurdnişîn bi dawî hat.

Li Mihrîcanê hemû êl û eşîr kom bibûn û wekî salên berê, mihrîcan lidarxistibûn û di wê mihrîcanê de kelûpel, cilûberg, xwarinên taybetî kurdan tên pêşandan û şano tê lidarxistin û govend û dîlan heye, yek ji xwarinên navdar ya Kurdewarî ku di mihrîcanê de tê çêkirin,  Sêleqelî ango Qelîsêl e, kebaniyan tendûrên ku bi axesorê hatibûn çêkirin tijî êzing kiribûn û nanê sêlê dipatin, bêhna nanê sêlê mihrîcan hildabû û dûkela tendûrê esman hildabû, Kilora bin êgir ku bi rûn û hêkên malî çêjdar kiribûn, ji nav zarokan belav dikirin, li kuncekî mihrîcanê keç û jinan pêsimteka sê pê meşk pêve daliqandibûn û mast dikiyan, dakû jê nîvişk hilberînin, bi wê nivîşkê û nanê sêlê xwarina hevrîşk hazir dikirin û îkramî kal û pîran dikirin, li bintara wan keç û jinan,  pîrekan tevn lidarxistibûn û berr û xalîçeyên ku şekilê hespan li ser nexiş kiribûn, çêdikirin. Şîşik û rîs hildabûn û goreyên rîs dihûnandin da kû kal û zelam di demsalên sar de pê bikin.

Şêx Ciharê beroşên girarê danîbûn ser kuçikan û carinan hesika xwe hildida û li nava girarê dixist,  daku girar binê beroşan ve negire û digot bo kebaniyan eybe ku girar binê beroşê ve bigire.

Li mihrîcanê konek taybetî bo Pîran û Paşûnê amade kiribûn, li hundirê kon bi berr û xalîçe û meşrefan hatibû xemilandin, bi stûnên kon ve gulikên kesk û sor û zer daliqandibûn, Pîran û Paşûn li ser kursiyên ku bi hiriya beranê kel çêkiribûn, rûniştibûn û li govendê temaşe dikirin, govend serê wê hebû binî tunebû, jin û zelaman xwe bi kincên Kurdî xemilandibûn,  kofiya jinan bi berg û zêr û zîv bû û xîşîniya wan bi xwe rîtim û awaza govendê bû, dêreyên heftreng li xwe kiribûn û mil bi milê zelaman xwe dihejandin.

Dingedinga defê bû û dengê bilûr û zirneya began, dengbêj anîbûn coşê û hemûyan bi hev re kilamên şoreşî û dawetan digotin û li hev vedigerandin.

Ji her rengî, ji her êl û hozê, ji her devok û zaravayên cuda beşdar bûbûn.

Hemû bi tifaq û yekdeng bûn.
Îro kenekî jidil hate li ser lêvên min.
Îro ez bêhemdî xwe dilxweş û rûgeş bûm.

Wêne: kek Artîn Aştî, Rûpela EmancTv

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev