Mêjera hin hejmarnavan

Mêjera hin hejmarnavan

Nivîsek bi taybetî bo malpera RIATAZA

 

Ferhad Mûsa

 

Ne tenê di kurdî de, lê di hemî zimanên cîhanê de minaqeşe û gengeşeyên li ser zimanî her timî berdewam in. Teqez e ku bi saya analîzên wiha, gelek xalên dubend zelal dibin, pê re jî rêgezên rêzimanê bi awayekî birêkûpêk têne rûnandin.

Di demekê de ku li deverine Kurdistanê çerxa bişaftin û asîmîlekirinê bi xurtî digere, zimanê kurdî li rojavayê Kurdisatnê bûye zimanê fermî yê rêveberiyê; anku bûye zimanê perwerdeyê û dibistanan. Di dersdayînê de, gelek pirsên veşartî xwe didin der û xaline nezalal û nakok derdikevin pêşberî mamosteyan ku êdî pêwîst e bikevin warê gengeşeyê û çareyek ji wan re bê dîtin.

Bi vê mebestê ez ê li ser babeta “mêjera hin hejmarnavan” rawestim ku di rewşa tewandî de yekhejmar (kit) û di rewşa xwerû de pirhejmar (kom) têne hesibandin!

Babeta me hejmarên: sih, çil, pêncî, sed, hezar… in

Gava ku hejmarên: sih, çil, pêncî, sed, hezar… têne tewandin, diyar e ku yekhejmar û nêr an ku bi “î”yê têne tewandin, her wekî:

– Sihî got.

– Çilî xwar.

– Sedî xwend.

– Hezarî bar kir.

Çaxa ku ev hejmar dibin nebinavkirî, dîsa jî qertafa yekhejmariyê “ek”ê distînin, her wekî:

– Sedek hat kuştin.

– Milyonek hatiye koçberkirin.

– Min sihek anî.

Hevalnavên şanîdanê jî yên ku tên pêşiya van hejmarnavan, yekhejmar in, her wekî:

– Ez ê vî sed pênûsî bibim pirtûkxaneyê.

– Em ê wî hezar mirîşkî serjê bikin.

Her çi qasî kêm be jî, lê di parçeyên zargotinê -bi taybet di rewşa banglêkirinê de- jî ev hejmarên jorîn kit têne nivîsîn:

– Sedo bi yekiyo yeko bi sediyo.

Lê di pirtûkên rêzimanê de gava ev hejmar binavkirî bin û di ravekê de cih bigirin, veqetandeka pirhejmar “ên“ê distînin. Mînak:

Çilên bedew

Sedên xweşik

Sihên reş

Belê xaleke balkêş heye; baş e, madem ku ev hejmar kom in û veqetandeka “ên“ê distînin, naxwe gerek di rewşa nebinavkirî de jî veqetandeka “ine“yê bistînin, her wekî:

Hazrine baş

Sedine ciwan

Lê yekser ji mînakên “hezarine baş” û “sedine baş” tê fêmkirin ku behsa gelek hezar û sedan tê kirin; lê mebesta ne ew e ku em behsa gelek hezar û sedan bikin, tenê em dixwazin behsa yek sedî û yek hezarî bikin, wê demê ya rast ew e ku li şûna veqetandeka “ine”yê, ”ekî”ya yekhejmar were bikaranîn. Mînak:

– Sedekî baş

– Hezaerekî ciwan

Xala ku tê zanîn, veqetandeka “ekî“yê ji veqetandeka binavkirî “ê“yê û ji qertafa nebinvakirî “ek“ê pêk tê.

Naxwe bikaranîna veqetandeka ”ên’‘ê nelicih e, anku pêwîst e em tenê veqetaneka ”ê”yê di ravekê de bi kar bînin. Wê hingê mînaka rast dibe:

– Çilê bedew.

– Sihê ciwan.

– Sedê reş.

Êdî xuya ye ku ev hejmarnavên han di hemî rewşên tewandî û nebinavkirî de, yekhejmar in. Lê kêşeya herî aloz ku heta vê kêliyê hêj rêzimannasekî şirove nekiriye ew e ku dema ev hejmarnavên han di rewşên xwerû de tên bikaranîn, ji ber çi pirhejmar têne hesibandin û lêker li gorî wan kom tê kişandin? Mînak:

– Sih hatin.

– Çil çûn.

– Sed dixwînin.

– Me çil pirtûk anîn.

– Me sih çûk girtin.

– Wan hezar pirtûk xwendin.

Pirsa sereke li vir derdikeve hole: Gelo mentiqê ziman qebûl dike ku hêmanek li deverekê yekhejmar (kit) û li devereke din pirhejmar (kom) be?

Bi nerîna min, ev tiştekî nelicih e. Madem ku ev hejmarnavên han di rewşên nebinavkirî û tewandî de yekhejmar li kar in, pêwîst e di rewşa xwerû de jî heman muamele bi wan re bê kirin, an ku ew jî mîna komenavê yekhejmar bêne hesibandin.

Mînak:

– Sih mirov hat.

– Çil kes çû.

– Me sed çûk girt.

– Me hezar pirtûk dixwend.

– Me hezar pênûs firotiye.

Di dawî de vê yekê dibêjim; ji nerînekê bêhtir, dixwazim ev babeta ha bikeve qada gengeşe û minaqeşeyê û rastiya mijarê derkeve holê. Hêvîdar im ku zimannasên kurmancîyê yên ku di roja îroyîn de ji xebatkarên zimanî re lêveger û çavkanî ne, bi taybet endamên Komxebata Kurmanciyê, bi nivîsarekê bersiva min bidin; ji ber ku perwerdeyên rêzimanê li nik me her berdewam in û pirsa “mêjera van hejmarnavan“ kêm-zêde bê bersiv maye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev