Nameyên evînî – 87

Nameyên evînî – 87

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤


Zewqên min yên ne bi te ra, weke ku xwexapandin in.

 

¤¤¤


Cana ezîz, bi rastî êdî hemû keç û jinên cihanê bo min tu yî. Ez ji wê rewşa xwe memnûn im. Min xwe di wî alî da mehrûm û belengaz kirîye, jimara pir daxistîye yekê. Hemû bextewarîya min di te da ne.

 

¤¤¤


Eger min bo xwe ji te hez bikira û em êdî ne bi hev ra bin, ezê zêde neêşim. Ji ber ku ez qîmetê te zanim.
Lê ji ber ku ez ji bo te bextewar bikim ji te hez dikim, di vê rewşê da eger em êdî ne bi hev ra bin, ezê her biêşim, ji ber ku ezê êdî nikaribim te bextewar bikim.
Niha kêfa min tenê ji tiştekî tê: ku ev gotinên min ji dil û rast in.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev