“Kurmancî kirin kurdî, kirdî kirin zazakî!”

“Kurmancî kirin kurdî, kirdî kirin zazakî!”

Hevpeyvîna nivîskar Rojbîn Özkanê bi zimanzan Roşan Lezgîn ra 

Ezbenî cenabê te bi xebatên xwe yên bi zazakî tê naskirin. Em dibêjin “zazakî”, lê ev zarava bi navên “kirdkî, kirmanckî û dimilî” jî tê nasîn. Sedemên van navên cuda çi ne?

Ne ku tenê em, gelek grûbên civakî, gelek milet û ziman hene ku bi çend navên cihê têne binavkirin, eybek têde tune ye. Mesela, soranên me ji bo kurmancî dibêjin “badînî”, em dibêjin “kirdasî”, li Urmîyê kurmanc bi xwe dibêjin “şikakî”. Ehmedê Xanî dibêje “Kurmancî ye sirf e, bêguman e /Zêr nîne bibên ku kêm’eyar e”. Dîsa, navê romana pêşîn ya kurmancî “Şivanê Kurmanca” ye. Lêbelê li van salên dawîn kurmancî kirine “kurdî” û kirdîya me jî bûye zazakî! Me bi xwe du nav li xwe kirine: kirdî û kirmanckî. Hema bibêje piranîya kirdên jêrê çemê Feratê ji bo xwe gotine “kird”, ji bo zimanê xwe “kirdî” û ji bo cografyaya xwe jî gotine “Kirdane”. Di nav grûbên civakî yên kurdan de em tekane grûb in ku xwe bi navê “kird” yanî “kurd” bi nav dikin. Ev bi belgeyan sabît e. Bo nimûne, di metnên herî pêşîn yên kirdî ku ji alîyê Peter Lerchî (1828-1884) ve di sala 1857 de hatine weşandin de ev nav derbas dibe. Dibêje “Ma pêrû canmirdê kirdan ê.” Navê kitêba pêşîn ya zazakî ku ji alîyê miftîyê Licê Ehmedê Xasî (1867-1951) ve hatiye nivîsîn û di sala 1899 de li Diyarbekir bi destûra wezareta mearîfê ya Usmanîyan hatiye weşandin “Mewlidê Kirdî” ye, nivîskarî bi xwe ev nav lê kiriye. Dibêje “Temam bû çêbûna Mewlidê Kirdî bi alîkarîya Xaliqî û feyz û bereketa pêxemberê me…” Ziya Gökalp (1876-1924) di raportên ku ji bo polîtîkayên dewleta tirkan amade kirine de dibêje “bi kesreya kafa erebî ji xwe re dibêjin kird, ji kurmancan re jî dibêjin kirdasî. Lê tirkan navê kurd ji bo kurmancan texsîs kiriye, dema ku dibêjin ‘filan meriv kurd e, yan jî zaza ye’ ji kurd qesda wan kurmanc e. Yên ku navê zaza li vana kirine, tirk bi xwe ne. Ne zaza ne jî kurmanc navê zaza bikar naînin.” Herwisa navê “kird” di tevayî zargotinê de; di kilam û stranên me de jî derbas dibe.

Xelkê alîyê Dêrsimê ji bo xwe gotine “kirmanc”, ji bo zimanê xwe “kirmanckî” û ji bo cografyaya xwe jî gotine “Kirmancîye”. Ev nav hemin ew nav e ku kurdên din jî wek “kurmanc” bikar tînin. Yanî di manaya tebeqeya jêr ya xelkê de. Te dî bajarîyên me yên Cizîrî dibêjin “Ma ez kirmancê babê te me!” Yanî “Ma ez paleyê bavê te me!

Heçî navê “dimilî (dimbilî)” ye, ev navê eşîreka kurdan e. Dimilî di hinek çavkanîyan de wek kurmanc jî derbas dibin, lê kurmancên me ji bo kirdan ev nav bikar anîne, lewma li Modkan, Çêrmûg û Sêwrekê kirdan jî êdî ji xwe re gotine dimilî.

Eger em werin ser navê zaza, cara pêşî di Seyahetnameya Ewlîya Çelebî (1611-1685) de derbas dibe. Ewlîya Çelebî peyva zaza ne ku wek navekî serbixwe, lê wek leqem bi hawayê îzafe bikar diîne, dibêje “Ewela Ekradi Zaza û Lolo û Îzolî û Êzidî û Xaldî û Çekvanî û Şikakî û Kîkî û Pisyanî û Modkî…” Ekradi Zaza yanî “kurdên zaza”. Dû re wek navê eşîrek bikar diîne dibêje “Eşîreti Zaza û Zêbarî û Lolo û eşîretên Îzolî û Şikakî û Kîkî tevayî wan du sed hezar ademi Ekrad û mîlyonek pez…” Berîya Ewlîya Çelebî di hinek berhemên erebî de peyvên “Zûzan”, “Zewazan” û “Zûzan el-Ekrad” derbas dibin, yanî di manaya “zozan” û “zozanên kurdan” de. Bo nimûne, Yaqût el-Hemewî (1179-1229) di kitêba xwe Mucemu’l-Buldan de behsa “Zewazan” dike û dibêje “Ev herêm di navbera çiyayên Ermenîye, Azerbaycan, Diyarbekir û Mûsilê de dimîne.” Ez wisa bawer im ku Ewlîya Çelebî peyva “zewazan” di metnên erebî de dîtiye û wek “zaza” nivîsîye. Jixwe dibêje “Ekradi Zaza”. Çawa ku Ziya Gökalp jî dibêje, navê zaza tirkan li me danîye. Zimanê tirkî ji mêj ve zimanê resmî ye, ji vê çendê, ev nav pêşî li nav tirkan belav bû, dû re ket metnên mîsyoneran jî. Li van pêncî salên dawîn bitaybetî li bajaran di nav me de jî bû meşhûr û ma. Êdî em nikarin xwe jê xilas bikin, em ê bikar biînin, tiştek nabe, lê rastîya wê jî ev e.

Ji van her çar navan “dimilî” hema bibêje ji navê hatiye hilanîn, êdî kes nabêje. Navê “kirmanc” jî winda bibû lê hinek zanayên (!) me li van salên dawîn rabûn vî navî pêş ve anîn. Eger wisa nekirana, tenê navê “kird” û “zaza” dima. Hasilî kelam, navê me kird e, navê zimanê me jî kirdî ye. Lê ji ber ku tirk bikar dînin, navê zaza bûye populer, digel ku navê etnîkî nebe jî. Wek ku Ewliya Çelebî gotiye, ji me re bibêjin kurdên zaza jî, bibêjin kird yan kirmanc jî hîç kêşeyek têde nîne, çimkî êdî her kes van navan dinase û dizane ku ji bo kê tên gotin.

Hinek kesên ku zazakî weke zimanekî serbixwe bi nav dikin û xwe kurd nabînin hene. Gelo bingeha vê nêrînê çi ye?

Eger kurd neteweyeka hukimran bûna, xwedî dewlet bûna, tiştên wisa nedibûn. Eger dewleta me hebûya, me ji van kesan re bigota hûn kurd nînin jî dê xwe bi zor bikirana kurd, bigotana kurdên resen em in. Yanî dema ku dewleta te nebe qîymeta te jî nîne. Berrû ji qaşil derketiye, pê razî nebûye! Hemî nirxên miletê bindest bêxwedî ne, her kes radibe xwe têde tetmîn dike. Nizane zazakî xeber bide lê li ser zazakî dibe lînguîst, dibe zimanzan!

Li Kurdistana Başûr hinek kurdên me yên êzidî jî hene dibêjin em kurd nînin, em tenê êzidî ne. Wan salan min camêrek li Silêmanîyê naskir, kovarek bi navê Horaman derdixist, wî jî digot “Joyce Blau dellê hewramî kurdî nîye” û xwe kurd nedidît. Lê rastî ev e ku hemî oryantalîstan di ser guherîna dengan re zimanê me tesnîf kirine. Zimanê me nizanin lê kategorîze kirine. Ev xeletîyeka gelek mezin e. Divê bala xwe bidin ser sîstema kurdî, hîn fikrê xwe bibêjin. Bo nimûne, Oscar Mannî dema navê “Dimilî” bihîstiye, di deftera xwe de not girtiye ku belkî ev peyv ji “Deylem” xirabûbe. Lê di rastîyê de tu pêwendîya peyva dimilî bi Deylemê ve nîne. Piştî ku ew miriye, îcar şagirdê wî Karl Haddankî notên wî wek kitêb weşandine. Ji bo nezanên me roj derketiye! Vê yekê ji xwe re dikin palgeh û dibêjin “Em ji Deylemê hatine.” De were vî kerî di vî bihurî re derbas bike! Ji bo oryantalîstên ku zimanê me nizanin lê bi ser dengan re zimanê me kategorîze kirine re dibêjin “bilim adamları” û êdî ava kanîyan disekine.

Fikrên xelet di nav me kurdan de gelek zû cih digirin. Yanî, ji bo ku nebin “kurd”, dibin çepgîr, dibin rastgîr, dibin sosyalîst, dibin komunîst, dibin îslamîst, dibin daiş, dibin zaza, dibin her jehrek lê ji bo wan gelek zehmet e ku bibin kurd. Tirkan heta van salên dawîn gotin kurd tune ne, ev tirkên çiyayî ne. Paşê bala xwe dan ku roj nayê veşartin, îcar fikrên fitnetîyê xistin mejîyê hinek kesan yan jî hinek kes xistin nav fealîyetê. Ev fikra ku dibêje zaza kurd nînin, wek proje di salên 1970î de hêdî-hêdî pêş ve anîn lê piştî salên 1980yan êdî pratîze kirin. Tu delîlek yan argumanteka maqul nîşan nadin, tenê li ser zimanî hinde tehrîfatan dikin û bi terzê propagandayê dibêjin zazakî zimanekî serbixwe ye, lewre zaza kurd nînin.

Ez bibêjim di van rûdanan de hîç gunehê kurmancên me nîne, dê rast nebe. Kurmancên me çawa ji dil û can kurdên êzidî hembêz nakin, eynî wisa, derbarê kurdên zaza de jî, derbarê hewramîyan de jî xeletîyên cidî dikin. Di medyaya kurdî de têgehên gelek xelet têne bikaranîn, bo nimûne, şaredarîya Diyarbekirê di weşanên xwe de wek “Kürtçe û Zazaca…” dinivîsî. Min deh car ew hişyar kirin. Rojname, kovar, televîzyon, malperên înternetî û gelek ji xelkê sade jî vê xeletîyê dikin. Her carê ez wan hişyar dikim, dibêjim yan bibêjin “Kurmancî ve Zazakî” yan jî bibêjin “Kürtçe (Kurmancî ve Zazakî)”. Lê tu ji kê re dibêjî! Êy dema ku tu bibêjî “Kürtçe ve Zazaca…” hingê miletê sade jî dê bibêje “Em zaza ne, em kurd nînin.

Kird, yanî kurdên zaza ji mêj ve pêşengîya tevgera neteweyî ya kurdî dikin. Lêbelê çapemenîya kurdan di şûna ku behsa Kurdîzade Ehmed Ramîz bike, behsa Xelîl Xeyalî bike, behsa Saîd Elçî bike, behsa Necmedîn Buyukkaya bike, diçe û tê, ev çend kesên ku vir de wê de ji xwe re gevezetî dikin, dibêjin em kurd nînin derdixe pêş, li dora vê meseleyê diçin û tên. Carekê yekê ji xwe re li ser Facebookê “Zaza Halk Partisi” nivîsîbû, çapmenîya kurdan çend meh cih da wî, bi siyasetmedarên giregir yên kurdan re hevpeyvîn kirin, bi vî awayî propagandaya wî kirin. Di vê mijarê de halê çapemenîya kurdan sefalet e! Gelo medyaya kurdan rojek ji nava rojan bala xwe daye ser xebatên edebî yên kurdîya zazakî? Tiştê girîngtir, çapemenîya kurdan cih dide kurdîya zazakî? Here û were, me bi vê mijara çêkirî derdixin rojevê ku qaşo hinek zaza dibêjin em kurd nînin. Bi milyonan kurd hene li dijî kurdbûna xwe xizmeta tirkan dikin, xizmeta ereban dikin, xizmeta farisan dikin, hezar xirabî bi miletê xwe dikin. Ka em çi bikin?

Li Silêmanîyê peykerê Necmedîn Buyukkaya danîne. Çima? Dema ku mam Celal û Noşîrvan Mistefa û ew hîn pêşmerge ne, artêşa Îraqê wan li çiyayên Hewramanê muhasere dike. Çek û cebilxane di destê wan de nemaye, hindik maye tune bibin. Necoyê Sêwrekî yê dimilî diçe ji Lubnanê cebilxane û çekên giran di ser Sûrîyê re derbasî Tirkîyê dike, bi ser Makuyê re derbasî Îranê dike, dibe di rojavayê Sineyê re derbasî Başûr dike, li çiyayên Hewramanê digihê hawara mam Celalî wan. Ew jî bi wan çekan li ber xwe didin, bi vî awayî xwe ji îmhayê rizgar dikin. Dibêjin rojek em bibin xwedî statu em ê peykerê te çêkin. Wisa jî dikin. Ev tenê nimûneyek e. Ez dixwazim bibêjim, di roja teng de, di zehmet û xebatê de kurdên zaza hene, lê di firehîyê de tenê kurmancî û soranî heye! Eger behsa me bibe jî, tim bi pirsa hinek xwenezanên ku dibêjin em kurd nînin me tînin rojevê!

Tu dikarî piçek behsa taybetîyên zazakî bikî?

Çawa ku tê zanîn, kurdî ji çend diyalektên mezin pêk tê; kurmancî, zazakî, soranî, hewramî û lûrî. Yanî kurmancî jî bi tena serê xwe kurdî nîne, soranî jî her wisa. Zaravayên kurdî her yek wek zimanekî ne, taybetîyên gelek cihê nîşan didin. Lê di bingeh de, yanî di sîstema xwe de yek in, eynî wek gulîyên darekê ne, koka wan yek e. Sîstema kurdî nîv-ergatîvî ye û bi vê ve girêdayî tewangbarî ye. Ev karakterê sereke yê kurdî ye. Ji alîyê sîstemê ve bitaybetî zazakî û kurmancî motamot eynî xisûsîyetî nîşan didin, wek du felqeyên sêvekê ne. Di her du zaravayan de jî dema niha û dema bê akuzatîf, hemî demên bihurî ergatîv in, ji vê çendê wek forma sade û forma tewandî zemîr jî dibin cotik, yanî wek “ez/min”. Ji alîyê tewangbarî ve, ji alîyê nêr û mêkî û pirhejmarîya peyvan ve, ji alîyê sentaksê ve, hema bibêje ji alîyê sîstema xwe ve taybetîyên kurmancî û zazakî yek in. Ji alîyê koka peyvan ve jî, ji sedî heştê peyvên wan yek in. Lê di peyvan de deng guherîne yan jî ketine, lewre formên wan ji hev dûr ketine. Bo nimûne, koka “zerrî”ya zazakî û “dil”ê kurmancî yek e. Kurmanc dibêje “Dilê min ketiye wê keçikê.” zaza dibêje “Zerrîya min kewta a keyneke.” Bala xwe bide, ferqa di navbera wan de, tenê guherîna dengan e. Meseleya ji hev fêmkirin yan fêmnekirinê jî, ji derveyî zimanî ye. Eger her du zarava bi hev re di perwerdeyê de bêne bikaranîn, yan jî kurmanc û zaza li nav hev bijîn, di demeka kurt de ji hev fêm dikin. Bo nimûne, li Pîran û Egilê kurmanc gelek baş zazakî dizanin. Li Licê û Pasûrê îcar zaza kurmancî dizanin. Kurmancên Licê ji kurmancî baş fêm dikin lê ji zazakîya Dêrsimê fêm nakin. Xulase, ew krîtera ku dibêjin kurmanc û zaza ji hev fêm nakin, bi rewşa sosyalî ve girêdayî ye, ne ku bi cihêbûna her du diyalektan ve.

Gelo îro di zazakî de xebatên akademîk û edebî çi hene? Ji bo yên ku bixwazin zazakî fêr bibin çi materyal hene?

Li van salên dawîn, li unîversîteyan çend tezên lîsansê bi zazakî amade bûn lê di warê akademîk de xebatên zazakî gelek kêm in. Xebatên edebî jî, bitaybetî piştî salên 2000an gelek pêş ve çûn. Kovar û rojname derketin, malperên înternetî hene, weşanxane hene. Ez wisa texmîn dikim ku ji sê sedî zêdetir kitêb hene; ferheng hene, kitêbên gramer û dersên zimanî hene, kitêbên berhevkirinên zargotinê gelek in, kitêbên ji bo zarokan hene, kitêbên helbestan gelek hene, nêzîkî çil heb kitêbên kurteçîrokan hene, deh-panzdeh heb roman hene… Mesela, tenê ji Weşanxaneya Roşna 55 kitêbên 40 nivîskarên cihê weşîyane. Ez hezdikim çapemenîya kurdan yek bi yek bi hemî nivîskarên kird re hevpeyvinan bike, berhemên wan bidin nasîn. Lê nakin! Diçin û tên dibêjin “Hinek zaza dibêjin em kurd nînin.” De dibêjin bila bibêjin, em çi bikin ji wan! Em dev ji karê xwe berdin temaşeyê wan bikin? Êy we hingî got got got êdî bi rastî jî we zaza ji kurdbûnê derxistin. Wisa mekin. Eleqeyeka rast nîşan bidin ku em hemî bi hev re pêş ve biçin.

Heta niha ji edebîyata kirdî du kitêbên edebî bo kurmancî hatine wergerandin. Yek jê kitêba min “Binê Dara Valêre de” (2002) bi navê “Li Bin Dara Biyê” (2003) weşîyabû, ji alîyê xwendevanên kurmanc ve eleqeyeka baş dîtibû. Yê din jî romana Nadîre Güntaş Aldatmazê “Pîltan” (2016) e ku niha bi navê “Xewn” (2019) ji Weşanxaneya Roşna derdikeve. Ev her du kitêb jî min wergerandin ser kurmancî. Ez hêvîdar im çapemenîya kurmancî eleqeyeka rast nîşan bide, bi vî awayî edebîyata me têkelî hev bibe. Yanî ez hezdikim rojnamegerên me yên kurmancî van berheman bixwînin, bi berhemên edebî yên kurmancî re bidin ber hev, li ser nîqaşê bikin. Ji bo ku kurmanc zazakî fêr bibin jî metin hene. Bo nimûne, min bi navê “Ji bo kurmancan bi awayekî muqayeseyî Gramera Kirdkî” di sala 2013 de amade kir û wek kitêb weşand. Em êdî çi bikin, ez nizanim.

Gelo ji bo jiyandina zazakî hişmendî û bi têra xwe xebat hene? Divê çi bête kirin?

Qedera kurdî, yanî qedera hemî zaravayên kurdî bi rewşa kurdan a siyasî ve girêdayî ye. Eger kurd bibin xwedîyê şiûra neteweyî dê bikaribin bigihên statuyekê, dê rewşa hemî diyalektên kurdî baştir be. Li gorî min, di warê jiyandina kurdî (zazakî û kurmancî) de şert nîne ku îllahîm em bibin xwedî dewlet. Eger em xwedêsendî nebin, em reben û pergende nebin, di van şertên heyî de jî em gelek bi hêsanî dikarin bi zimanê xwe bijîn. Lê şiûra me zeîf e! Tenê bi hisîyatê kurdî xilas nabe. Em bibêjin kesek ji pêncî bav barê de ji kurdbûnê dûr ketibe, di nav miletên din de hatibe pişavtin jî, dîsa dikare xwedanê hisîyata kurdbûnê be. Lê tiştê ji me re divê şiûr e, te dî tirk dibêjin “bilinç”, qesda min ew e. Şiûra neteweyî meriv dixîne nav fealîyetê, helwêsta merivî zelal dike. Eger tirkek li Ewropayê di klûbeka sporê de fûtbolê jî bilîze, bi zimanê xwe dibêje “Milletimi temsil ediyorum, bayrağımı dalgalandıracağım.” Îcar em li xwe binihêrin, dayik û bav nizanin tirkî xeber bidin, keça wan dibêje “Kürtçe anliyem ama konuşamiyem.” Ev çi ye? Meriv çawa îzeh bike, yan jî gelo îzeh dibe?

Hema bibêje zarok êdî bi kirdî xeber nadin. Di çapemenîyê de jî kirdî tune ye, yanî televîzyonek hebûya, ev rewş dê ewqas jî xirab nebûya. Her kes li fîlmên serîyal yên tirkan temaşe dike. Eger ev nifşa me ji navê rabe, kesê ku zazakî xeber bide dê nemîne. Dewleta tirkan ji bo armanca xwe ya polîtîk TRT Kurdî vekiriye, cih dide kurmancî, zazakî û soranî. Lê televîzyonên Kurdistana Başûr cih nadin zazakî. Eger kanalên sereke yên Başûr ku li Bakur jî tên temaşekirin cih bidin zazakî dê gelek baş be. Dîsa, qet nebe li Unîversîteya Duhokê, her wisa li Unîversîteya Zaxoyê dersa zaravayên kurdî bête dayin, di nav de zazakî jî hebe, dê gelek faydeya wê bigihê jiyandina kirdkî. Li Bakur, dem û dezgeyên di destê kurdan de eger bi rastî û ji dil alîkarîya xebatên kurdîya zazakî bikin, dê gelek baş be. Lê nakin, hîç nakin! Te dî kurmancên me dibêjin “Ji mehan ji salan, bûm mêvanê mala xalan!” Eger ew jî ji salan carekê afîşek bi zazakî amade bikin, dê wê jî xelet bikin. Meriv dema li wezyet û şêla me kurdan dinihêre, meriv ji xwe re heyirî dimîne. Welhasil seydayê Xanî bê hemdê xwe gotiye “Ez mame di hikmeta Xwudê da / Kurmanci di dewleta dinê da, Aya bi çi wechî bûne mehrûm /Bil cumle ji bo çi bûne mehkûm.” Xulase, ez jî nizanim. Ez bibêjim Xwedê me çêke.

Ji bo ku te wextê xwe bo me terxan kir û bersiv da pirsên me gelek spas.

Sipasxweş. Qewet be ji we re.

http://www.zazaki.net/haber/r.-lezgn-kurmanc-kirin-kurd,-kird-kirin-zazak-2598.htm?fbclid=IwAR2ZJ9qa22tcqqOhSm68EVzE7sS_OaHc1bj-JkhGtoUpuEZdm5DP4uaMyeY

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev