Serxweşîya malpera Riataza

Serxweşîya malpera Riataza

Perîşana Husên bi dilekî rehet çû buhuştê…

 

Ev xanima delal, ku îro malbeta wê, qewm-pismam, heval û hogir, tevaya êzdîxana Almanîyayê û bakurê welatê me wê xatirê xwe jê bixweze, deh zarên welatparêz dane miletê me û welatê me: Xatûn, Nusret, Orhan, Salih, Mistefa, Nesîme, Davud, Heyrî, Meral û Mîkaîl.
Em mêze bikin ka çend ronakbîrên êzdîyan derheqa ewledên vê xanima delal da çi dibêjin:

 

Pîr Mirazê Koçer, karsaz/nûnerê ruhanîya êzdîyan:

-Van dawîyan ez, kek Salih û kek Nusretê lawên Perîşan xanimê çûbûne cejina êzdîyan li Tbîlîsîya paytextê Gurcistanê. Van camêran sponsorîya avakirina Akademiya Teologîyê ya êzdîyan li Tbîlîsîyê kir û bo weke 400 kesî nanê xêra mirîyan dan.

 

Cewad Merwanî, hunermend/berevkarê stiran û miqamên kurdî:

-Min heta niha 3 cilde stiran û miqamên kurdî bi gotinên kilaman, bi notayan va, bi jînenîgarîya dengbêjan va li çapxaneyên AVESTAyê û ARAM da çap kirîye. Sponsorîya van hemû karan Salihê camêr kirîye.

Sala 2001ê ez bo karê berevkirina stiranên kurdî rê ketim, bo wî karî li gelek warên Rohilata Nêzîk gerîyam, min xwe gîhande heta kurdên Xorasanê jî. Tevaya mesrefê vî karî – 5 hezar markên almanî kek Salih da.


Têmûrê Xelîl, rojnamevan

Neferên vê malbetê tenê li Almanîyayê 7 Malên êzdîyan çêkirine, ku li wir milet civînên xwe, eydên xwe yên olî, şahîyên xwe derbaz dikin. Kek Salih karê temîrkirina mezîleke mezin ya Ziyareta Lalişa Nuranî bi kîsî xwe kirîye, herwiha ew û birayên xwe fondek saz kirine ku alîkarîya xwendkarên êzdî dike, herwiha komekdarîya aborî dide wan kesên bermiraz, ku dizewicin û daweta xwe dikin.

Di dema Referenduma Kurdistanê birêz Salih Cete wek karmendekî fermî tevî organîzekirina derbazkirina Referendumê bû.

Di wêne da hûn Perîşana Husên û Têmûrê Xelîl di daweta nevîya wê xanima şîrhelal û dilovan da dibînin. Qedirê vê malbetê ewqas pir e, ku ji gelek welatan êzdîyên binavûdeng hatibûne dawetê, wek ji Rûsîyayê karsaz Pîr Zade, rêberê Mala êzdîyan li Tbîlîsîyê Pîr Dîma, ji Bêlçîkayê karsaz Mirazê Koçer bi xanima xwe Seyranê û kurê xwe Koçer ra, nûnerê ruhanîya êzdîyan ji Sankt-Peterburgê Şêx Miraz û gelekên din.

Li jêr em linka nivîseke di malpera me da bi sernavê “Kongreya êzdîyên ji binemala Dawûdîyan-Reşîyan” çapbûyî raberî we dikin. Tevaya karê organîzekirina kongreyê, mesrefên xwerin-vexwerinê neferên mala Perîşan xanima rehmetlêbûyî kiribûn.

 

https://krd.riataza.com/2017/02/23/kongreya-ezdiyen-ji-binemala-dawudiyan-resiyan/

 

Desteya rêvebir ya malpera RIATAZA serxweşîyê dide neferên malbeta Perîşana Husên, tevaya koma wê û gelê me û dibêje: -Rehma Xwedê li dayîkê be, bira ruhê wê li buhuşta narîn be…

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Cemalê Ûsiv

    Rehma Xwedê dayîkê be !!! Perîsan xanimê bi rastî ewledê baş terbet kirine û ew îro bûne piştovanê milet. Ez serxweşîê didme ewledê vê malbeta şîrhelal…

Şirovekirin hatine girtin.