Rojbûna ”rewş û xemla” malpera me – Maruf, pîroz be!

Rojbûna ”rewş û xemla” malpera me – Maruf, pîroz be!

Marufê me yê delal, zelal û helal…

 

Îro rojbûna karmendê malpera me Maruf Aslanov e. Di rojên ha pîroz da her kes hewil dide bi gotinên xweş va dilê wî xweş bike. Lê gotinên xebatkar û xwendevanên malpera RIATAZA bo wî welatparêzê rasteqîn ewqas pir in, ku em çi jî bêjin, wê kêm derkeve.

Kek Maruf yekem kes e, ku gelek karên di herdu versyonên malpera me – versyona rûsî û a kurdî – dike; ji bedew xemilandina wêne û nivîsên malperê girtî heta organîzekirina weşanên zindî yên ku bi înîsîatîva malpera me têne amadekirin, ji wergerên nivîsan heta bicîkirina berhemên herdu malperan.

Ew herwiha sêkretarê berpirsyar yê Feredasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) e.

Dema nivîsek bi lez lazim e bê weşandin, bo em xwe bigihînine wî, ew nivîsê û wêneyan di malperê da bi cî bike, her tenê çend deqe lazim in. Û em zanin, di vî karî da xanima wî a delal Nûbar, pir alî wî dike.

Maruf karê xwe ewqas serketî dike, ku berpirsyarên herdu versyonên malperê gelek caran şêwr û temîyan jê werdigrin.

Karê kek Maruf wek vî wêneyê hûn dibînin delal, bedew û paqij e!

Desteya rêvebir ya herdu versyonên malpera me rojbûna ”motora” herdu malperan – birêz Maruf Aslanov bi dil û can pîroz dike, jê ra cansaxîyê û serketinên mezin dixweze boy navê gulvedana malpera me, welatê me û pêşketina çand û edebîyeta miletê me.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev