25 salvegera Mala Êzdiyên Emmerich – Serkeftin yan jî agirkujî? -1

25 salvegera Mala Êzdiyên Emmerich – Serkeftin yan jî agirkujî? -1

Êzdîzan, doktorê fîlosofîyê birêz Xelîl Savucu gotareke delal

ji malpera me ra nivîsîye, ku tê da dilêşîyeke xembar û

pêşnîyarên kêrhatî hene bo parastina dînê êzdayatîyê,

bo bikaranîna zimanê kurdî û bo hezkirina welatê me Kurdistanê.

Em vê nivîsa delal dikin du beşan û du rojan dû hev di malpera xwe da çap dikin.

Fermo, beşa pêşin bixwînin. Beşa duduyan hûnê sibê bixwînin.

Dr. phil. Xelîl Savucu

 

Emmerich yek ji bajarê eyaleta Westfaliya bakûr e. Bajar di sala 700î de, ji hêla Willibrord ve, wek “şemendefereke misyoneriyê” hatiye damezrandin. Di sala 1961 de di nava Tirkiyê û Almanya de girêbesteke kar hate girêdan. Bi rêya vê girêbestê hinek Êzdî yên bakûrê Kurdistanê jî hatin Emmerich û Celle. Lê vêga ji bilî hinek kal û pîra û hinek jî ciwanan pir kêm Êzdî li bakûrê Kurdistanê mane. Êzdiyên vê deverê ji mêj ve hatine naskirin û bûne hemwelatiyê Almanyayê. Herwiha hinek ji wan wek karsaz û hinek jî wek akademîker dixebitin. Lê bidaxawe, zarok û ciwanên li vê heremê jî bi kurdî pirr kêm dizanin! Loma ew bi hev re bi zimanê almanî diaxifin û dinivîsin. Beşek ji wan ji çand, ol û baweriya xwe dûrketiye; herwiha kes û karên wan têkҫûne, bi tenê mane.

Komela Êzdiyên Emmerich

Bi hatina Almanyayê re hinek Êzdî tevlî xebatên rêxistinan bûn û wiha fêrî xebatên siyasî û komelayetî bûn. Dûre dest bi damezrandina rêxistinên xwe kirin. Di destpêka salên 1990î de tenêҫend komeleû dûre jî “serkomela”[1] yekemîn hatin avakirin. Di 26.09.1993an de, Komela Êzdiyên Emmerichtê damezrandin. Di 1994an de, ji bo meşandina xebat û çalakiyan rêveberî bi alîkariya civakê malekê vedike. 2003an de rêxistin heman malê dikire û ji 2010an ve deynê kirîna malê ne mane. Mal vêga milkê rêxistinê ye. Di destûra xwe de, M.Ê.E.- Mala Êzdiyên Emmerich dinivsîne ku ew ne girêdayî tu aliyên siyasî ye û wê van armancên li jêr pêkbîne;

  • Rêxistina semîner û civînên li ser bawerî û çanda Êzdiyatiyê.
  • Rêxistin û pîrozkirina îd û cejnên Êzdiyatiyê.
  • Xebatên ҫareserkirina pirs û pirsgirêkên di navbera malbatên Êzdîyan de.
  • Xebatên ҫareserkirina pirs û pirsgirêkên zarok û ciwanan.
  • Xebatên entegrasyonê, anî têkelbûnê.
  • Xebatên dîplomasî û yên danasîna Êzdiyatiyê[2] di heremê de.
  • Parastin û pêşxistina mîrat û ҫanda zindî ya Êzdiyatiyê.
  • Pêşxistina hevkarî û tifaqê di nav civaka Êzdî de.
  • Parastin û perwerdekirina Êzdiyan ya ol-, û ҫandî.
  • Xurtkirin û parastina mafê Jina Êzdî.

Jiber pirsgirêkên cûda, çûna welat ji bo hinek malbatên Êzdî li Almanyayê barekî girane. Ew, hertim nikarin meytên miriyên xwe bişînin welat, loma li Emmerich, Kleve, Goch û vêga jî li Kalkar “beşên goristanan” ji Êzdiyan re hatine (tên)cûdakirin.

Di sala 2011an de, cara yekemîn Bavê-Şêx û hinek endamên “Civaka-Rûhanî” dibin mêvanên vê rêxistinê. Ciwanên vê malê, bi navê „Ciwanên Mala Êzdiyên Emmerich” komeleke ji bo ciwanan didamezrînin. M.Ê.E. û Komela Ciwanên malê piştî komkujiya ji hêla tundrewên Îslama faşîst ve xebatek berçav ji bo Êzdiyên (penaber/koçber) li Şengalê li Herêma Hikûmeta Kurdistanê û revendê dimeşînin.

Li gor rêveberiya M.Ê.E dora 350 endamên wê hene û têkiliyên wê yên xurt bi hinek şaredar, rêxistin, parlamenter, şexsiyet û olan re heye. Ji ber hinek “pirsgirêkên neҫareserkirî”, serkomela F.K.Ê endamtiya M.Ê.E[3] di roja 02.04.2016an de radiwestîne. M.Ê.E di 2016an de dibe endamê Z.E.D[4], lê hêj jî hinek ji remz û ramanên NAV-YEKê bikartîne. Vêga hem civaka Êzdî li vê heremê û hem jî M.Ê.E bi gellek pirsgirêkên neҫareserkirî[5] yên civakî, olî û rêxistinî re rû-bi-rû mane.

Xwendevanên hêja, ev bû 35 sal ku ez “di nava civak û rêxistinên Êzdiyan” de dixebitim. Xebat, destpêşxêrî, ҫalakî û hemû pirsgirêkan ji nêz ve dişopînim. Rewş û baredoxa rêxistinan li gel kêmûkurtiyên wan dinasim. Loma, min nexwest tenê “pîrozbahiyek ji rêzê” û tenê xebata M.Ê.E binîrxînim. Ji xwe pesindan me pêş nabin û kêrî me nayên. 25 sal xebat, xwebexşî û têkoşîn di barê komelkarî de kedeke qurs û pirr bi nirx e. Bo min ev ked û xebata Mala Emmerich ciyê dilxweşî û şanaziyê ye! Loma, ez hemû rêvebir û endamên vê komelê bi dil û can pîroz dikim.

Serkeftin yan jî agirkujî?

Êzdiyatî bingeha felsefa kurdperwerî, aştîxwazî û xwezaparastiyê” ye. Êzdiyatî ne tenê oleke kevnar û ji rêzê ye. Ew “mîrata çanda Mesopotamyayê” ye. Şênwarnasên serdema meşop û şûnwarênvê baweriyê di erdnigariya Kurdistanê de pirr bi nirx nîşan didin. Devera Xirabreşkê[6] (Göbeklitepe) ya ku zêdetirî 12.000 sal kevnar e, tenê sparteke ji bo vê erdnigariya pîroz. Lê, bidaxawe Selçûk û Roma-Reş di serdemên desthilatdariya xwe de hemû zîyaret, perestgeh û cihên Êzdiyatiyê bi zanîn û rêkûpêkî rûxandin. Wan li hemû şênwarên bav û kalên me pirraniya “goristan, medrese û mizgeftên” xwe avakirin! Mizgefta Îsak Paşa li Bazîdê; Ulu Camî ya Êlih, Mêrdîn, Amed û deverên din tenê hinek mînakên vê rûxandinê ne. Dîyar e, şênwarê Êzdiyatiyê “xaka Kurdistanê, ya pirreng û pîroz e”. Êzdiyatî “şûr û benda” parastina ҫand, dîrok (mejû) û “ZIMANÊ KURDΔ ye. Netewa kurd xwedî bawerî û dîrokeke bêhempa, herwiha “nenivisî” û mixabin hêj jî ne naskirî ye!

Neyar û dagirkerên Kurdistana dabeşkirî, hem bi rêyek nijadperestî û hem jî bi rêya “Îslama tundrew” hertim hêrîşî civak, ҫand, dîrok û baweriyên Kurdistanê dikin.Wan bi awayekî hovîtî û bi taybetî jî Êzdiyatî ji xwe re kirine armanc; dixwazin kurda û hemû nirxên nasnama wan ji holê rakin, wan ha xulam û bişaftî bihêlin. Ev hêrîşên ku ta serdema me berdewamin, yek ji pirsgirêk û sedemên “serekî” ne, ku nahêlin “demoqrasî, mafên mirovan, abori, teknolojî û aştî” hem li Kurdistanê û hem li Rojhilata Navîn pêş bikevin û mirov bextewar bijîn. Loma, netewa me, li ser xaka xwe, hîna jî ji azadî, biratî, serxwebûn û dewletbûnê dûr e!

Dr. Cemal Nebez, lêkolînerê navbang û kurdzanê wêrek, di barê pirsgirêka kurdan de wiha dibêje; Ev bû 1400 sal ku kurd xulamtiya Îslamê dikin û ev bû 1400 sal jî Îslam neyartiya kurd û Kurdistanê dike[7]“.

Bi sirûda “Em serê xwe didin, lê teqez sirra xwe nadin!” Êzdiyan ji neҫarî “qirkirin, talankirin, penaberî, kocberî û ferman[8]“ qebûl kirin – lê xulamtî, brakujî, xapandin, “tirkbûn û erebbûn” qebûl nekirin. Êzdiya bi hêsanî xwe radestî “kokneyarên” xwe nekirin. Di dawî de, Roma-Reş vêga jî Xelîfata Îslamê ya bi navê DAÎŞ li Îraqê û Sûrîyê (vê carê)helweşiya- lê, Êzdiyatî[9] ma!

 

Bêguman,1400 salên dawî, yên tijî “ferman, nepakî, bêmafî, bişaftin, tawanbarî û pêşderaziyên bê bingeh”, şop û birînên kûr, di mejûyê tevaya Êzdiyan de hiştine! Her ji bo parastina xwe û bi pêzanîna ku “ҫiyayên Kurdistanê” dilsoz in, Êzdî hertim neçar man ku xwe paşve bikşînin û di gundên “bê kareba û dibistan” de bi awayekî terî û veşartî bijîn. Êzdiya ji metirsiya bişaftina xwe nedikaribûn zarokên xwe bişînin dibistanan û ne jî dikaribûn bi destên xwe zarokên xwe perwerde bikin. Di dibistanên biyaniyan (mînak, yên tirkan) de, zarok dihatin tewandin (bişaftin), axaftina bi kurdî qedexe bû, tenê bîrdoziya dewleta serdest û ya Îslamê bingehên perwerdê bûn. Hem di navbera “ne-xwendin û metirsiya têkçûnê” û hem jî di nav dû pergalên ku “hebûna” Êzdiyan teqez qebûl nedikirin de, wek civakeke dîlgirtî bûn! Ne yasa ya dewletê û ne jî ya Îslamê rê dida ku Êzdî jî xwe birêxistin bikin, dezgehên xwe damezrînin. Herwiha li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê mal, komel, partî û dezgehên Êzdiyan tinebûn.

 

Di salên 80î de, dewleta tirkan Êzdî bi rêkûpêkî kirin armanca hêrîşên mirovkujî û siyasî, ji wan xwest ku ew (jî[10]) li diji şerkerên PKKê tevlî caşan bibin. Êzdî neçar man penaberiyê, herwiha wundakirina mal û milkê xwe, kuştina xwe qebûl bikin, lê wan teqez wek hinek kurdên misilman nepakî nekir û çekên dijmin li dijî netewa xwe bikar neanîn. Bi neqebûlkirina caştiyê û hatina revendê re, Êzdî neçar man, mal û milkê xwe bispêrin hinek cîran û kirîvên xwe û bi vê rêyê dev ji welatê bavûkalan berdan. Divê bê zanîn, ku Êzdî di welatê xwe de ji xwendin, xwendina bilind û ezmûnên jiyana “bajarî” û “xebatên rêxistinî” bê par bûn. Heman Ezdî ne amadekirî ji nav civakek “kollektîv” û welatekî paşvemayî hatin derxistin – ne amadekirî ketin nav civateke pirreng, cûda û biyanî, bi pergaleke azad, pirr pêşketî, demoqrat û yek kesayetî.

 

Riataza

 

[1] Serkomele ya yekemîn „Y.Ê. – Yekîtiya Êzdiyan“ di 1993an de, „Y.Ê.K. – Yekîtiya Êzdiyên Kurdistanê“ di 1996an de û dûre jî bi navê „F.K.Ê. – Federasyona Komeleyên Êzdiyan“ di 1997an de li Bielefeld (Almanya) tê damezrandin. Ji 2016an ve F.K.Ê bi navê NAV-YEKê dixebite û serkomelek bi “bandor û ҫalak” e, di nav Êzdiyên cîhanê de.

[2] M.Ê.E. 2012an bi navê „Die Eziden – Religion, Verfolgung, Flucht und Diaspora“ kovarek biҫûk û tijî şaşiyên têolojîk, ziman, ҫandî û dîrokî hw. tawanbariyên Prof. Dr. Andreas Ackermann (Rûpel 12) diweşîne.

[3]Li gor arşîvên FKÊ; M.Ê.E û serokê wê Nedim Erkiş ne tenê yek ji damezranerê Y.Ê/YÊK û F.K.Ê ye. Ew di heman demê de ta 2016an jî yek ji endamên ҫalaktirin e, xwedî kedek berçav û beşek ji tekoşîna F.K.Ê ye.

[4] Z.Ê.D. – Zentralrat der Eziden in Deutschland/Navenda şêwirdariya Êzdiyên Almanyayê di 2016an de û li piştî pêvajoyên damezrandina „Hevkariya Komelên Êzîdiyan li Elmanya“ (08.05.2004) û „Z.Y.D. – Zentralrat der Yeziden in Deutschland“ (29.09.2007) de hatiye damezrandin.

[5]Mînak: Tekoşîna di barê standina gundê „Kelhokê“ de wek şerê dîrokî yê nava „DAVÎD û GOLIAT“ e. Zor û çetîn e, lê ne bê wate û hêvî ye! Hinek partiyên kurdan vedibêjin; „Êzdî kurdên resen in“, lê hîna jî ew ne xwediyê projeyeke dilsoz û wêrek in, ji bo bikaribin „KURDÊN RESEN”, bapîrên xwe ji komkujî û tinebûnê biparêzin.

[6]1960î arkêologê amerikanî û dûre jî (1994) yê alman „Klaus Schmidt“ ji DAI rastiya Xirabreşkê vedikolin.

[7] Bi ya min, divê kurd êdî bi wêrekî û vekirî li ser „danûstandin“ yên xwe bi Îslamê re bifikrin û biaxifin – dest bi lêkolînên zanistê li ser pirsgirêka ku ka bi rastî „Îslamê çi daye kurda û çi jî ji kurd û Kurdistanê standiye“ bikin.

[8] Mîtolojî/têolojiya Êzdiyatiyê bi „wate“ behsa „72 Fermanan“ dike. Îroj, hinek Êzdî, di mijara dîrokê û „Komkujiya Şengalê“ de, behsa „73“ yan jî „74“ fermanan dikin. Ev yek ne naskirina dîrok û têolojiya Êzdiyatiyê îspat dike.

[9]Îroj, hîna jî bi sedhezaran Êzdî li Kurdistanê di kampa de ne û ji wan jî 85% bêkar in. Bi damezrandina „Herêma Hikûmeta Kurdistanê“ û dûre jî bi hatina DAÎŞê, Êzdî neҫar man, bi girseyî, terka mal, milk û welatê xwe bikin.

[10] Bi dehhezaran kurdên misliman „köykoruҫu/caşî“ qebûlkirin û bi hezaran gêrîlayên PKKê şehîd kirin. Dewletê bi rêkûpêkî û alîkariya pirraniya mele û sofiyên Kurd, ta îroj „Kurda bi destê Kurda“ dide kuştin, girtin û firotin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev