25 salvegera Mala Êzdiyên Emmerich – Serkeftin yan jî agirkujî? -2

25 salvegera Mala Êzdiyên Emmerich – Serkeftin yan jî agirkujî? -2

Êzdîzan, doktorê fîlosofîyê birêz Xelîl Savucu gotareke delal

ji malpera me ra nivîsîye, ku tê da dilêşîyeke xembar û

pêşnîyarên kêrhatî hene bo parastina dînê êzdayatîyê,

bo bikaranîna zimanê kurdî û bo hezkirina welatê me Kurdistanê.

Beşa vê nivîsê a pêşin me duh çap kir. Fermo, beşa duduyan bixwînin.

 

Dr. phil. Xelîl Savucu

 

Rêxistinên li Almanyayê

Vêga bêtirî 50 rêxistinên Êzdiyan li Almanyayê hene û hêj jî yên nû tên damezrandin. Berî Fermana-Şengalê jî rewşa Êzdiyan li welat û revendê karasat û metirsîdar bû! Loma min di 26.08.2013an de gotareke bi navê “Tifaq ne tawanbarî ye, lê tifaq dilsozî û kirine!” û di 05.02.2014an de gotara bi navê “Serokê Êzdiyan kî ye? – Leaderless-Group – yan jî “pezê bê şivan” weşandin. Min hinek pirsgirêkên-navendî yên civakê û rêxistinên Êzdiyan, herwîha girtina tevbîrên zarûrî di gotarên jor de, bi armanca “xurtkirin û parastinê” nav û tarîf kirin. Mixabin, ji bilî hinek ciwanên Êzdî, tu berpirsên Êzdiyan ev hişyarî dilsoz negirtin! Ez îroj dilşkestî me, ku komkujiya Şengalê[1] bû sparteka rastiya hinek rexne û zarûriya pêşniyarên min.

 

Komkujiya Şengalê micaleke dîrokî? Albert Einstein wiha vedibêje: “Di her qeyranekê de micalek jî heye”. Fermana Şengalê, hevkarî û xîreta xweparastinê di nav Êzdiyan de zindî kir. Êzdiyên seranserî cîhanê û heta gellek qîz û xortên ku ji civak û ola xwe sar- yan dûr ketibûn, rabûn ser piya û xwe li herderê birêxistin kirin. Ha jî, hinek guhertinên dîrokî pêkhat in. Gelo, ev pêvajo ji hêla berpirs û rêxistinên Êzdiyan ve wek “şans” hat bikaranîn – yan jî ne amadekirî ev “xîret” tenê “hestek demkî” ma?

 

Bîyanî xwe bi hêsanî dikarin bikin “model û rêvebirên” mirov û civakên nezan û bê HÊZ. Li welat, Êzdî bi rêkûpêkî dihatin “reş- û biҫûkkirin”. Bi kar û mijarên wek “Êl, ol, erd û xwedîkirina ajala” ve dihatin mijûlkirin. Ma gelo, îroj dîsa Êzdî bi mijarên wek;

 

  • Êzdî kurd in yan jî na?
  • Êzdî Zerdeştî ne yan jî na?
  • Êzdî têkelî civaka Almanyayê bûne yan jî na?
  • Êzdî ҫima “QELEND” distînin, qîzê xwe difroşin?
  • Êzdî ҫima“zewaca bi zorê” dikin?
  • Êzdî ҫima “kuştina bi navê namûsê” dikin?
  • Êzdî, Êzdiyatî û siyaset “ev dibe yan na”?

 

nayên xapandin û mijûlkirin? Ma ev mijarên jor jî, ne perçek ji siyaseta “parve bike û rêve bibe” ne, ya ku bi rêkûpêkî dixwaze Êzdiyan nezan, bê tifaq û HÊZ bihêle? Loma, ez vêga dîsa dixwazim ji hemû berpirs û tevaya civakê bipirsim:

 

  • Pirraniya berpirsên ku ne li gor hindek pîvanên[2] kifşkirî û zerûrî tên helbijartin, ne pisporê karê xwe û ne jî yên Êzdiyatiyê ne. Gelo, hîngê ne normal e ku pirraniya van ji berjewendiyên rêxistinê xwe û yên Êzdiyatiyê bêtir, berjewendiyên XWE diparêzin? Ev “berpirs û serok” tên qontrol kirin?
  • Dunav, Şêx û Pîrê “qaşo” berpirsê vê olê, yên ne pisporên Êzdiyatiyê ne û ne jî tên perwerdekirin, ma dê çewa û kîjan Êzdiyatiyê biparêzin û bi mirîdan bidin hes- û qebûlkirin? Ev Êzdiyatiyê xwedî dikin – yan Êzdiyatî wan xwedî dike?
  • Bi lezgînî û germî, lê ne bi rêkûpêkî û profesyonalî rêxistinên nû tên damezrandin. Dûre, gellek ji van rêxistinan di bin barê xebatê de têk diçin û xwe bi pêşderaziyan li ser civakê ferz dikin. Gelo, ji xeynî Êzdîyan kî serok, berpirs, xebat û rêvebiriyên “ne-serkeftî” dîsa jî dinas- û qebûl dike?
  • Eger, li piştî 50 salên revendê û 30 salên xebatê hîna jî “dûnav[3], berpirs û akademîkerên Êzdiyan” wek mînak; semînerek perwerdekirina dûnavan, enstitûtek têolojiyê, kursiyekî lêkolînên zanistê, dibistan yan hêlînên zarokan (kurdî/almanî), partiyek, nexweşxane, weqfên xêrxwaziyê, bank, nivîsgehek navendî, radyo, tv, rojname, kovar û malperên profesyonal ji civaka xwe re danemezrandibin! Gelo, hingê ne normale ku ne civak, ne partiyên KURD û ne jî Almanya Êzdiyan dilsoz digrin?
  • Bêguman, demoqrasiya Almanyayê û ya Tirkiyê ne wekhev in. Lê, li herdû welatan jî Êzdî ji mafê wekheviyê bê par in! Êzdî (80%) hemwelatî ne û TEV bacê didin dewletê. Lê, Almanya “ol û ziman”ê Êzdiyan bi fermî qebûl nake, wan ji sûdwergirtina hemwelatiyê bê par dihêle û şûrê “întegrasyona-yekalî” bikartîne. Gellek Êzdî û hinek rêxistinên[4] Êzdîyan jî pesnên vê întegrasyonê didin! Mînak: Almanya (2006) “DIK-Deutsche Îslam Konfernez” damezrand û pê re tifaqa rêxistin/serkomelên misilman afirand. Mafê wekhevî tine be, dê pêşeroja Êzdiyan çewa misoger be? Gelo, mifta serkeftinê ne “YEKÎTΔye?
  • Zimanê Almanî bişaftin û dûbendiyek mezin xistiye nav civak û rêxistinên Êzdiyan. Pirr berpirs û rêxistinên Êzdiyan kêm bi wate û girîngiya zimanê kurdî serwext in, hîn kêmtir bi kurdî dinivsînin û dixwînin. Êzdiyatî bê “kurdî” ne tê parastin, ne tê fêmkirin û ne jî jiyan kirin! Gelo, “berpirs, akademîker û dunav” ên ku pirr kêm bi kurdî dinasin, difikrin û dixwînin hîngê kî û çi diparêzin?

Dr. Celalettin Kartal li ser “ziman” wiha vedibêje: “…ziman ne tenê alavekî ragihandinê ye. Ziman ne alavekî “bê alî” ye. Ziman parastin û hebûna nasmana netew û kêmnetewan e. Ziman desthilatdarî ye, ziman îdêolojî, hişmendî û ҫanda netewî ye. Ziman bandora dêbavên zarokan e. Ziman “ҫeka” girîngtirîn e. Ziman dîrok, ol û tijî gotinên pêşiyan e. Yê dev ji zimanê xwe berde, dev ji hebûna xwe jî berdide…”.

Tifaq ne tiştekî batinî yan zor e, tifaq ne rêya tawanbarî ye, ew berî hertiştî dilsozî û kirine! Rewşa rast ya ziman, ol, civak û pirraniya rêxistinên Êzdiyan li Almanyayê karasat e. Li dijî vê rastiyê, pirraniya berpirs û dunavên Êzdiyan di axaftinên xwe de behsa serkeftinan[5] li Almanyayê dikin. Bi gotin û kirinên “şaş û qopî”, belavkirina agahdariyên ne rast, bêtifaqiyê û bişaftinê diafrînin. Ev, ji hêvî û pirsgrêkên civak û endamên xwe bêtir – bi parastin û misogerkirna “pile û postên” xwe ve mijûl in! Ji “xeta” rêxistin, civak û ola ku ji wan re rêzdar e, bêtir ev li gor “şexsiyet, texmîn û berjewendiyên xwe diaxifin, difikrin û dixebitin. Şexsiyet, berpirs û rêxistinên ne serkeftî tawanbariya “Êzdî bê tifaq in” wek “şûr” li dijî civakê bikar tînin û ha jî bi hêsanî XWE diparêzin. Bi belavkirina agahdariyên ne rast civak nikare bi hêsanî êdî “rastiyê” nas bike û ha jî “hesab” ji berpirsên “têkҫûna civakê, bêtifaqiya rêxistinên Êzdiyan, bişaftina olê û valakirina Êzdîxanê[6]” bixwaze.

Renge ku vêga bêtirî 200.000 Êzdî li Almanyayê dijîn – lê mixabin, hîna ev hejmara mezin ji bo misogerkirina “hebûna” Êzdiyan li welat û li Almanyayê nehatiye birêxistinkirin. Bi ya min, di demek nêzîk de, emê bêtir encamên “fermana-sipî” bibînin. Heman tişt wê ziyanek gewre bide tevaya Êzdiya û doza Kurdistanê. Herwiha bi hezaran zarok, ciwan û malbat wê ji ola xwe û netewa xwe dûrbikevin. Ma hêj jî wext nehatiye, ku berpirsên hemû mal, rêxistin û serkomelên Êzdiyan wek mînak bi damezrandina “Kongra Êzdıyên Cîhanê” soz û armanca xwe ya tifaqê pêk bînin?

 

Dawî û jêderxistin

Ez çûm dîwana îlahî, min lê dît xweşî û şahî – serê hemû tiştî, tifaq û tevahî! Wek bi mînakên ji dîrokê û rewşa serdem “bi gelemperî” hat diyar kirin, “halê Êzdîyan ticar wek îroj li Almanyayê xweş nebû û di heman demê de jî, wek îroj xirab nebû”. Hinek Êzdî bi xwendin û aboriyê pêş ketibin jî, lê Êzdiyatî bi tinebûne re rû-bi-rû maye.

Ne pirrî û pirr kirin, lê kirinên rast, bi qalîte û sûd girîng in! Bêguman, di 30 salên dawî de, ji hêlekê ve li gor rewşa li welat Êzdiyan pirr tişt kirin. Îmkan afirandin, mal û rêxistin damezrandin. Lê li gor fersend û îmkanên li Almanyayê heyî, pirr kêm xwe pêşxistin, perwerde kirin û pirtûk hwd. lêkolînen zanistê weşandin. Loma, ji qezenҫkirina serkeftin û destkeftinan bêtir wundakirin heye. Ev bû 30 sal, ku berpirs û rêxistinên Êzdiyan behsa girîngî û pêkanîna “tifaqê” dikin, lê hîna jî ev bi xwe ne amadene vê soz û “qaşo” armanca xwe pêkbînin.

Îroj pirr “serok, berpirs û akademîker” hene, lê Êzdî ji berjewendiyên xwe bêtir li dû berjewendiyên bîan û “pezê bê şîvan” in.

Jiyana Êzdiyatiyê li revendê bi giştî serobîna biye, ji dunavan bêtir yeknav parastin û berpirsyariya olî û behsa reforman dikin. Lê ya rast eve, ku ne yeknav û ne jî dunav pîvan û erkê xwe bi têrî dinasin û pêktînin. Di 50 salên dawî de gellek tiştên ne pirr girîng hatine kirin lê yên herî girîng wek mînak “afirandina ҫarҫovek kifşkirî” ji bona ji nû ve zindî kirina “jiyana Êzdiyatiyê” û misogerkirina vê, pêk ne anîn e!!! Pirraniya rêxistinên heyî ne profesyonal in û ne jî xwe li gor îmkanên heyî ji bona profesyonal perwerde dikin. Wiha jî mixabin berjewendiyên Êzdiyan û Êzdiyatiyê bi “xetek-sor” nayê şopandin û qontrolkirin. Mirovê pispor, yan yê baş perwerdekirî dikare civak û rêxistina xwe pêşve bibe – mirovê ne-perwerdekirî dikare civak û rêxistina xwe têkdibe!

Ji bilî çend rêxistinên profesyonal, rewşa hemû rêxistinên Êzdiyan “kêm/zêde” wekhev û karasat e. Wek ku hat diyar kirin bi vê rewşa xwe, ne berpirs, ne komele û ne jî serkomelên Êzdiyan vêga amade ne bi rêkûpêkî û berpirsyariyek navendî Êzdiyatiyê rêve bibin yan jî pirsgirêkên navendî ҫareser bikin. Loma, divê hemû endam, civak û bi taybetî jî ciwanên Êzdî li berpirsyariya xwe ya dîrokî ji bona “miletê Tawisî-Melek” berpirsyar bibînin. Bêtir berpirs, rêxistin, rêvebirî, akademîker û dunav ên xwe bişopînin, qontrol bikin û hevkar bin bi wan re. Deng, Maf û pêşeroja xwe “hêsan” nedin destê kesî!

Zargotina Êzdiyan wiha dinivîse: “Here ba wî, yê te digirîne, lê neҫe ba wî yê te dikenîne”. Min di nivîsa xwe de hewl da bidim zanîn ku “Êzdiyên Sêwî” di welatê xwe de bi “FERMANA REŞ” û li revendê jî bi “FERMANA SIPΔ re rû-bi-rû mane! Ji bona vê rewşê ne tenê kokdijminên kurda berpirsyar in. Wekî ku rewş û baredox wiha ye, hîngê EM dikarin behsa „serkeftinan“ bikin?

Min afo bikin, lê heta rastî ev be, ezê behsa serkeftina “şexsiyet, mal û komelên” Êzdiyan nekim – hemû xebat û serkeftinên “biçûk” tenê wek agirkujiyê binirxînim.

Xwedê û Tawisî Melek rêşandarê rast û rasteqîna bin, xebat û xîreta wan bi serkeftinê xelat bikin!

Riataza 

 

[1] DAÎŞ, “dijminên mirovatî û şagirtên Îslama siyasî û tundrew“, di 03.08.2014an de komkujiya Şengalê pêktine.

[2]Mînake: 1. pêzanîna zimanê kurdî/almanî (axaftin, xwendin û nivisandin), 2. jiyanek rasteqîn, 3. pêzanîna dîrok, ҫand û baweriya Êzdiyan, 4. şexsiyetek xêrxwaz û visyonger, 5. demê, 6. pêzanînên siyaseta Almanyayê, 7. aborî.

[3]Têolojiya Êzdiyatiyê ha vedibêje: „Şêx û Pîr“ li RÊ – mirîd li PÊ“.

[4] Pirraniya mal û komelên Êzdiyan xebatên têkelbûnê ji kîsî xwe ve dikin û nayên vexwendin bo konferensên têkelbûnê, ji sûdwergirtinên piralî bêparin, binêr https://www.nrz.de/staedte/kleve-und-umland/hueseyin-ezer-kuemmert-siç-um-integrationsfragen-in-kleve-id217465153.html

[5] Sokrates ha vedibêje: „Yê ku bawer dike ku bûye tiştek – dev jê berdaye ku bibe tiştek“.

[6] Gellek rêxistin û şexsiyetên Êzdiyan (zanin/nezanî) berê Êzdiyên Îraqê, Sûrîyê û başûrê Kurdistanê didin revendê, wiha jî yek ji armancên DAIŞê yên serekî pêktînin, erdê Êzdiyan û li dawî jî Lalişa Nûranî ji misilmana re dihêlin. Encam: Êzdiyên li welat mayî tên lawaz kirin û yên revendê jî tên bişaftin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev