Dilvîna Îbrahîmê Filît layîqî xelata “Grand Prix” bû

Dilvîna Îbrahîmê Filît layîqî xelata “Grand Prix” bû

Keça kurd ji Almatîyê ruhê maşoqên sazbendîhez hejand

Têmûrê Xelîl

Di Roja parastina zaran ya hemcihanî, 1ê hezîranê sala 2019an da, li bajarê Almatîyê, Komara Qazaxistanê, Festîvala Navnetewî ya bi navê pêşbirka ”Kunşuak” bi tevgelîya nûnerên ji welat û bajarên cuda hate derbazkirin. Li wir di nava şêstûçar tevgelan da keça kurd Dilvîna Îbrahîmê Filît di hêla  ”Sazbendîya Înstrûmental, viola” da xelata yekem ”Grand Prix” sitend.

 

Şagirta koma duduyan ya dibistana sazbendîyê Dilvînê bi lêxistina ser violayê guhdarvana zendegirtî hîşt, dilê mamostayên xwe û endamên jyurîyê baristan kir.

Dilvîna xweşik bi hunera xwe nav û dengê malbeta xwe, miletê xwe bilind kir, gelek amadekar wê rojê dîtin, ku eger mecalên lazim bêne sazkirin, di nav gelê kurd da jî dikarin kesên wisa bi aqil û merîfet derkevin, ku bi hunermendîya xwe tevaya cihanê heyr û hijmetkar bihêlin.

Dilvîna Filît 8ê tîrmehê sala 2010an li Qazaxistanê, di mala ronakbîrekî kurdî welatparêz û zane da ji diya xwe bûye. Ew di 9 salîya xwe da di 2 dibistanan da dixwîne: a perwerdehîyê ya hejmara 25an û ya sazbendîyê-muzîkê ya hejmara 3an a ser navê kompozîtorê mezin S. S. Prokofyev.

Dilvîn bi hunera xwe ya ser dereceya bilind ya ji salên xwe gelek zêde dilê maşoqên sazbendîhez şa dike.

Em ji vê keça kurd a weke horîyan ra serketinên mezin dixwezin û bawer in, ku ewê di paşdemê da navê miletê me li cihanê ewqas bilind bike, ku cihan bêje: -Miletê ku hunermendeke ha mezin daye, hêjayî dewletbûnê ye.

Xûşka Dilvînê – Evîn jî çav daye wê, di koma duduyan ya dibistanê da tenê qîmetê herî bilind destine, di hêla destxeta here bedew da li bajêr cîyê pêşin girtîye. Ew li ser pîanoyê herwiha sazbendîya kurdî jî lê dixe, diçe spora gîmnastîkayê jî.

Hilbet, di van serketinan da kalik û pîrika Dilvînê û Evînê kedeke mezin rêtine. Kalikê wan Filîtê Îbrahîm di nava koma xwe û welêt da merivekî naskirî û qedirgiran e. Pîrika wan Gulîzera Eyvaz bizîşka zaran e, gelek salan bûye seroka Komeleya jinên kurd yên Qazaxistanê.

Herdu xûşk xênji îngilîsî, zimanê fransî jî hîn dibin. Ango, di temenê xwe yê biçûk da êdî çend zimanan zanin: -kurdî, qazaxî, rûsî, îngilîsî û fransî.

.

.

Îro rojbûna Dilvînê ye. Dilvîn îro bû 9 salî. Desteya rêvebir a malpera RIATAZA bi dil rojbûna wê pîroz dike, jê ra serketinên nû dixweze boy navê rûspîtîya gelê me û sipasîya xwe ji bavê wî birêz Îbrahîm, kalikê wî apê Filît û tevaya malbetê dike bo perwerdekirina keçeke ha delal, jîr û jêhatî.

 


Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

Şirovekirin hatine girtin.