KURDÊN RÛSYAYÊ Dİ KONFERANSA BÎRANÎNA DR. QASİMLO DA

KURDÊN RÛSYAYÊ Dİ KONFERANSA BÎRANÎNA DR. QASİMLO DA

Hejarê Şamil

 

Duh Kurdên Herêma Krasnodarê li Rûsîyayê ji bo bîranîna 30 saliyê kuştina Dr. Ebdurehman Qasimlo li salona Navenda Çanda Netewan hatin gel hev. Gelek beşdar ji çendîn bajar, navçe û gundên herêmê di konferansê da amade bûn..

Li konferansê di derbarê rêya şoreşgeriya Dr. Qasimlo, her wiha tekoşina gelê Rojhilatê Kurdistanê de analîzên berfireh çêbû. Li ser terorîzma dewleta Îranê bi berfirehî hate seknandin.

Konferans bi yadîkirina şehîdên Kurdistanê û “Ey Reqîb” ve dest pê bû.

Peyama kurê Pêşewa Qazî Mihemmed, rêveberiya PDK Îranê û Serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (ya Kurdên Sovyeta berê) akadêmîsyen, profêsor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev xwendin.

Rojnemevan Hejarê Şamil li derbarê rola Dr. Qasimlo di nav pêvajoya şoreşa Kurdistanê de axaftinek pêşkeş kir. Wî amaje kir ku Dr. Qasimlo yekemîn û yekane serok-entelektuelê Kurda ye û taybetmendiyên wisa ewî ji hemû lîderên Kurda cuda dike. Her wiha Şamil bal kişand li ser yekitiya netewî û got ku yekane rêya Yekitiya Netewî heye, ew jî di derdorê bîrdoziyê Serxwebûna Kurdistanê de kom bûne.

Dîroknas Letîf Brukî di derbarê dîroka Kurdistanê, bi taybetî perçê welête Rojhilatê agahî-semînerek têr û tijî da.

Helbestvan Dursun Balayev û Evdile Îbrahim Şemoyî ji bo bîranîne Dr. Qasimlo helbestên xwe xwendin.

Di konferansê de nûnerên navçeyên Krasnodarê, rîsipî, zanyar û rewşenbîrên herêmê derheqa Dr. Qasimlo û şoreşa Rojhilatê, her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê nêrînên xwe anîn ziman. Xeberdana esasî li ser yekîtîya gelê Kurd pêş ket. Doktor Elî Alîyev bîranîna derheqê hevdîtîna bi Mihemed Sadiq Şerefkendî anî ziman. Şerefkendî wisa gotibû li konferansa Moskovayê, di sala 1990 a de: “Dijminê Kurd, Kurd bi xwe ye; dostê Kurd jî Kurd bi xwe ye. Ger em dijmintîyê bi hevûdu re kêm bikin, otomatîk dostên me wê zêde bibin”. Elî Alîyev her wiha proseya avabûna dewleta Kurdistanê şirove kir.

Endamê revêberiya Federasyona Navnetewî Barzanî Nebiyev nakokîyên di nabêyna rêxistinên Kurdistanê şermezar kir, bang kir, ku bila partiyên me hurmeta hevdu zanibin. Ev paşda gav avêtin nîne, mezîntî ye.

Serkarê rêxistina Dostaniya Kurd û Rûsan Memê Mamoî li ser pirsgirêkên Kurdên Sovyetê sekinî. Rêyên çareserîyê raber kir. Her wiha di derbarê pêşkeftinên Kurdistanê de çavdêrîya xwe anî ziman.

Zanyar Barzani Alîyev derheqa pêvajoyên siyasî ya Kurdistanê û Rojhilata Navîn analîzek berfireh kir.

Mamoste Mehmedê Hemîd, mamoste Azîz Şamilov, endeziyar Îsmaîlê Ûsif û h.w.d. di axaftinên xwe de li ser rola Dr. Qasimlo û rola Kurdên Sovyetê ji bo avakirina yekîtîya neteweyî sekînin.

Biryar hate stendin konferansên wisa ku xizmetî yekîtîya gelê Kurd dikin, bikin yên herdemî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *