Kurdî zimanekî pûç û vala ye!?

Kurdî zimanekî pûç û vala ye!?

Em nivîseke mamostayeke welatparêz Berfîn Dicle xanimê çap dikin,

bi hêvîya ku di rûpelên malpera me da ser vê mijara gelekî giring

minaqeşeyên kardar, kêrhatî û yên jêhînbûnê bibin. Xudana nivîsê di dawîyê da dinivîse:

-Pirsgirêk li rastê ye, herkes pê dizane… Heger ji we tê, qala çareseriyê bikin êdî!

Malpera me jî dixweze gorî zanebûnên xwe dû nivîsa Berfîn xanimê ra

bawerîyên xwe bi cî bike, ku bikaribe kevirekî dayne ser xanîyê zimanê kurdî.

 

Berfîn Dicle

 

Belê rast e. Ên ku hema lingên xwe ji mal avêtibin dibistanan dev ji axaftina kurdî berdane.

Ez dibêm qey; bû du nifş ku çûn dibistanê û bi zimanê tirkî perwerde bûn. Berê, ne tenê dibistan, rojname, televizyon, internet jî tunebûn.

 

Va em, di sala 2019 de ne. Îsal, xwendekaren min pola yekem bûn û bi piranî li mal bi kurdî diaxifin. Ez bi hemû dê û bavên wan re bi kurdî axivîm. Min ji wan re kilamên kurmanci got û hînê wan jî kir. Tevî vê, zarûk dizanin ku kurdmancî ne zimanê dibistanê ye. Qîmeta kurdmancî heta derçika derî heye. Piştî ji derî derkevin şûn de, zimanekî pûç û vala ye…

 

Kurdî, ji cil û bergan, dişibe pîjamayan. Zarûk êdî ne ê berê ne. Her tiştî bîr dibin. Zanin pîjama bi şev, berî têkevin nav nivînan tê li xwe kirin û pir pir heta taştê li ser wan bimînin.
Heger li mal bin, heye ku ji xwe nekin û cilên derva li xwe nekin. Lê ti carî tevî pîjemayan dernakevin derve.

 

Kurdî li dibistanê nayê axaftin, çend kesên fenî min hebin jî wekî heneka ji wan ve xuya ye.
Diçin nexweşxanê dixtor bi wan re tirkî diaxifin. Diçin çarşîyê, li serê her kuçeyî AVM vebûne. Dikandar bi wan re bi tirkî daixifin. Heger bi dê û bavên xwe re biçin saziyên din, li wir jî bi tirkî tê axaftin.

Odevên wan tev bi tirkî ne, pirtûkên wan tev bi tirkî ne.

Zarûk xwebixwe dibêjin: Ha nebî kurmancî zimanê nav malê ye. Ne di nav çar dîwaran de be, kes du quruşê nîv ê qul jî bi rihê kurdî nade. Êre ew ê çima bi kurdî biaxifin, qey ehmeq in.

 

Dê û bav lehengên zarûkan ê yekem in. Mamoste, dixtor, hemşîre lehengên wan ên nûjen in. Tev bi ser û sincê xwe li hev in. Erebê wan hene, cilên wan xweşik in. Jin potra kirîne, mêr traşkirî ne. Qatlix li wan in û bi tirkî diaxifin. Ên di hebûnê de ne ew in(!). Ew jî bi tirkî diaxifin. Na na kurdî zimanek bêkêr e.

 

Kilam, leyîstik, leyistok, xêze fîlm, kûçik û çivîkên xêze fîlman jî bi tirkî diaxifin.
Kesên bi kurdî diaxifin, parsek in, çend xebatkarên înşaatan û emela ne, ji bilî kal û pîrên wan. Ew jî di nav hev de bi kurdî daixifin. Carna jî ji bo kes ji wan fahmekin bi kurdî diaxifin…

 

Xweda jî bi kurdî neaxifiye û silavek bi kurdî neşandiye!

Ka sedemek bêjin, ji bo zarûk bi pêdiviya zimanê kurdî baweriya xwe bînin.

Niha hinek dê û bavên ji nifşên nû bi zarûkên xwe yê li mil re bi kurdiyek hînbûyî diaxifin. Ji bo kurdî nemire. Lê mixabin ew jî kurdiyek ji devoka bîberonê ye…

Ê ê, ew ê zarûk çima ji kurdî hizkin û bi kurdî biaxifin?

Pirsgirêk li rastê ye, herkes pê dizane… Heger ji we tê, qala çareseriyê bikin êdî!

 

¤¤¤

Di şirovekirinên di bin vê nivîsa delal da gelek fikirên rast û lazim hene. Yek ji wana fikira birêz Orhan Agirî ye, ku em dixwezin li vir raberî we bikin: 

Orhan Agirî: 

Zimanê neteweyekî dişibe enerjiya nava maddeyê, madde bi xwe ne enerjî ye belam ji enerjiyê çêdibe. Nemana enerjiya di nava maddeyê de maneya nemana wê maddeyê ye. Vêga hemî tiştên te ew anîne zimên rast in û di rastiya xwe de te teswîra kêrnehatîbûna kurdbûnê kiriye û ew jî rast e. 

Jiyan ji qulmeke hewayê jî abstraktir e, meriv xwezîperestê jiyanê be yan jî na dawiya wê hêçeke pûç e tevî ku dilê me ketibe dilê jiyanê jî. A niha li universite û li laboratuwaran profesorên dahî hene keyfa jiyanê li xwe herimandin ji bo xatirê projeyên ku encamgirtina wan beramberî deh temenên mirovan e.

Îca gava kesên xwediyên wê şuûrê ne ku zimanê neteweyekê enerjiya nava maddeyê ye divê qet nebe vê girîngiyê bikin sernavek ji sernavên çemê jiyana xwe û ji bo vê yekê jî xwîn, qetil, kuştin gerek nekin, tenê hesteke torinî (arîstokratîk ) kafî ye. 
Û F. Kisakurek negotî : 

Tu biçîne toximan ger derneket bila ax şerm bike
Gava negihişte hedefa xwe bila rim şerm bike
Kihêlê tu bibeze ger bibihecî bila maka te şerm bike

 

Fikira malpera RIATAZA: 

Ji bo zarok bi kurdî biaxivin, tiştek tenê lazim e: -Bi zarokan ra bi kurdî biaxivin!

Hemû fikirên din, ku wek sebebê kurdîneaxivînê têne raberkirin, tenê bahane ne. Wek, ”mektebên kurdî tunene”, ”kurdî ne zimanê mektebê ye”. Ma qey eger mektebên kurdî hebûna, wê li wir zarokan fêrî axaftina kurdî bikirana, an wê fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bikirana? Ji xwe kurdî nizanibe, nikare here mekteba kurdî. Ma qey sûcê sîyaseta dewletê ye, ku tu li Kurdistanê bi dixtorekî/e kurd an dikandarekî/e kurd ra bi tirkî dipeyîvî?

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev