DI ÇANDA KURDÎ DE JIMARA 40

DI ÇANDA KURDÎ DE JIMARA 40

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Jimara 40 û gotina ÇILE, di Çanda Kurdî de pir têne bikaranîn.

Roja 17/ 11/ 2018 min nivîsek bi sernavê DESTPÊKA ÇILEYÊ ZIVISTANÊ weşandiye. Niha jî dê li ser Jimara 40ê hin babetên ku pir têne gotin pêşkêşê xwedevanên hêja bikim:

JIMARA 40ê: Dema zarûk ji dayika xwe re çêdibe, heta 40 rojî, ji bo dayikê tê gotin ku “di 40ê xwe de ye” û piştî 40 rojan hêj nû zarok derdixin derva.

JIMARA 40ê: Dema yek dimire, piştî 40 rojan, civîneke bîranînê tê çêkirin û bi xwendina Mewlûda Kurmancî û dana xwarinê ji bo xêra yê mirî çêdibe. Ji vê civînê re “Çilrojiya Filankeso” tê gotin…

JIMARA 40ê: Dema Cebraîl axa ku kiriye hevîr û Adem Pêxember jê çêbûye, ji bo ku ew hevîr tirş bibe 40 roj maye hêj Adem jê derketiye jiyanê.

JIMARA 40ê: Piştî ku Adem derketiye jiyanê, 40 sal di nava baxçeyê Îremê de maye (Heran), hêj wî hilkişandine asîman.

JIMARA 40ê: 40 zarûk ji Hawaya jina Adem Pêxemberî re çêbûne.

JIMARA 40ê: Jixwe di nivîsa min a bi jimara (421)ê de jî çewa ku hatiye diyarkiirn, ji bo Çileyê Reş, weke 40 roj hatiye gotin.

JIMARA 40ê: Tê gotin ku dema temenê kesekî geha 40î, ew meriv êdî kame bûye.

JIMARA 40ê: Olperestên Kurd ji bo perestiyê dikevin şikeftan û 40 roj tê de perestinî dikin.

JIMARA 40ê: Ji bo kesên qelew ku qelewiya xwe daxînin, 40 roj xwarina xwe kêm dikin û piştre laşê wan pir normal dibe.

JIMARA 40ê: Xwendekarên Medreseya Kurdî dema derdikevin çolê û dersa xwe rewa dikin, ji xwe re tangavekê kifş dikin û 40 carî tê re diçin û tên. Di wê çûnehatê de dersa xwe rewa dikin.

JIMARA 40ê: Kurdên Ezdayî 40 roj di Çileyê Havînê de rojî digirin.

JIMARA 40ê: Diyar e ku Mihemedê Pêxemberê Ola Îslamê di temenê xwe yê 40î de bûye pêxember. Îsa jî dema bûye pêxember, temenê wî 40 bûye.

JIMARA 40ê: Dibêjin, dema 40 meriv li cihekî kom dibin, qencekî Xwedê di nava wan de heye.

JIMARA 40ê: Kurd dibêjin ku berî Roja Qiyametê Decal tê û 40 roj dimîne.

JIMARA 40ê: Kurd dibêjin ku Ûnis Pêxember 40 roj di zikê hûtê deryayê de maye û piştre derketiye derva.

JIMARA 40ê: Dawid Pêxember, 40 roj û 40 şevî xwarin nexwariye.

JIMARA 40ê: Yusuf Pêxember dema wenda bûye, 40 sal piştre gehaye bavê xwe Jaqûb Pêxember.

JIMARA 40ê: Bapîrê me Nûh Pêxember 40 jin û 40 mêr xistine keştiya xwe.

JIMARA 40ê: Keştiya bapîrê me Nûh Pêxemberî, 40 roj li ser ava Tofanê geriyaye û hêj li ser Çiyayê Cûdî lenger bûye.

JIMARA 40ê: Kurdên ji rêçika Îmam Şafiî, ji bo kirina Nivêja Xutbeyê, 40 zilam divê amade bibin. Yanena, demantiya nivêjê radibe.
JIMARA 40ê: Kurdên bisilman dibêjin ku pênc dan nivêj digel sinetên xwe, 40 riket in.

JIMARA 40ê: Di gelek çîrokên folklorî de dema behsa şer û cengê tê kirin, hertim behsa 40 siwarî tê kirin.

JIMARA 40ê: Di çîroka Kêzê û Mişko de, dema Kêz ketiye avê dike ku bixeniqe, siwarek derbas dibe, Kêzê bang dike dibêje: Lo lo siwaro çengel mengel, komika serê te 40 wesel… Lê di hin şaxan de dibêje 15 wesel.
JIMARA 40ê: Di dawetên Kurdan ên çîrokî de bi piranî 40 beran an 40 conega têne serjêkirin.

JIMARA 40ê: Tê gotin ku di zivistanê de hirç 40 roj di kuna xwe de dimîne û dernakeve derva.

JIMARA 40ê: Dema di çîrokan de behsa dêw û koseyan tê kirin, bi piranî jimara wan weke 40 tê gotin.
JIMARA 40ê: Di Çanda Kurdî de tê gotin ku “filankeso ji 40 gurî daket xişxişê…” (çîroka wê jî heye).

JIMARA 40ê: Dema behsa dewlemendiya malekê dibe, tê gotin ku 40 miyên wê yên dotinê hene, yan jî 40 çêlekên doşanî tê gotin.

JIMARA 40ê: Dema jimara mih û bizinên malbateke Kurd geha 40î, yekê xêr didin.

JIMARA 40ê: Dema Kurd pesnê zilamekî didin, dibêjin ku hêjayê 40 mêrî ye.

Bêguman eger ciwanên me yên zanîngehan lêkolîn bikin, wê ji van xalên ku min nivîsîne zêdetir jî bi dest bixin. Her şad û bextewer bin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev