Kitêba ”Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdî” hat çapkirin

Kitêba ”Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdî” hat çapkirin

Weqfa Mezopotamyayê ya li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê xebatên kurdî dike. Di van dawîyan da kitêba bi navê ”Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdî” çap kir.

 

Weqfa Mezopotamyayê koleksîyona kurdologê ûris Aleksandre Jabayî, Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdî ya bi navê “Rîsaleyî Tûfetu’l-Xîlani Fi Zimanê Kurdan (Pirtûkçeya Diyariya Dostan di Zimanê Kurdan da)” çap kir.

 

Pirtûka ku ji aliyê Mela Mehmûdê Bazîdî ve bi tîpên erebî kurdî hatiye nivîsandin, ji aliyê zimanzan Mîkaîl Bilbil û Mustafa Öztürk va hatiye amadekirin û ji aliyê Weşanên Weqfa Mezopotamyayê ve hatiye çapkirin.

 

Herwıha pirtûk ji aliyê Mela Mehmûdê Bazîdî va ji bo hînkirina kurdîya kurmancî hatiye amadekirin û ji beşên rêziman, ferhengok û diyalogan pêk tê û yek ji giringtirîn berheman e ku di koleksîyona A. Jabayî de cih girtiye.

 

Di pirtûkê da hem nirxandina berhema Bazîdî, hem metina orîjînal û hem jî metinên latînîzekirî û sadekirî hene.

 

http://www.rupelanu.com/kiteba-rezimana-mela-mehmude-bazidi-hat-capkirin-5550h.htm

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev