
Silavnameya serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan Akademisyan Kinyazê Îbrahîm
Xûşk û birayên hêja!
Em bi dilekî şa pê hesiyan, ku hûn îro bo bîranîna sîsaliya terorkirna rêberê navdar ê gelê Kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo, bi derbazkirina meşekê li bajarê Bryussela navbenda Awropayê, qedirê xebat û tevgera vî rêberê giranbiha digirin û nav û bîranîna wî kesê navdar yê gelê Kurd û rêberê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê (PDK-Î) zindî dihêlin.
Em ji navê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK), spasî bo hemû kesên dilsoz, bi taybetî jî teşkîldarên wê dikin, ku ev meş organîze kirin û derbaz dikin.
Xelkê Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û gelê Kurd, bi rêberiya Dr.
Qasimlo piştî rûxandina rejîma Şah û hatina Xumeynî ser text, neçar bûn, ji bo bidestxistina mafên demokrasî û serweriyê bo gelê Kurd, dest bi xebata berxwedan û serketinê kirin, di vê rêyê de, bi hezaran xortê Kurdistanê bûne qurbaniyên terorîzma dewleta Komara Islamî.
Em terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî Abdullah Gaderî Azar û Fazil Resûl şermezar dikin, ku di 13/07/1989an de, li welatê Nemsayê, ji bo çareseriya pirsa kurd, li ser maseya danûstandinê bûn, ji aliyê dîplomatên terorîst ên rejîma Îranê ve hatine gullebarankirin. Mixabin kujerên Dr. Qasimlo heta niha jî ji aliyê dewleta Nemsayê ve nehatine girtin.
Em bo pêkanîna vê meşê sipasîya we dikin!
Serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan
Akademîsyan, prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev.
Riataza