Şîreta Arîstotales

Şîreta Arîstotales

Ali Gurdilî

 

‘Şîreta Arîstotalesî ya derbarê têgihiştina dinyayê de ew e ku dibêje divê em tu carî ji bîr nekin ku dinyaya ku em dixwazin fam bikin, ev dinya ye.

 

Li hemberî bûyerên vê dinyayê em şaş û ecêbmayî jî bimînin, divê em tu carî baweriya xwe bi wan şiroveyên ku azmayîşên me înkar dikin neynin. Lewre armanca lêpirsînên me, daxwaza me ya têgihiştinê ye.

 

Ji bo bawerîpêanîna tiştekî ku hatiye serê me, destjêberdana serboriyan dişibe zarokekê ku meriv ji nişkave dahf dide nava ava golekî. Arîstotales ji vê prensîpê re dibêje ‘rizgarkirina xwiyabûniyan’.

 

Ev gotin mîna gotineke sivik yan bêwate xwiya bike jî, ji ber wê prensîpa girîng ya ku di dilê xwe de dihewîne, ji aliyê gelek feylesofan ve heta roja me jî gelek caran hatiye bikaranîn.

 

Platon û Arîstotales, di dîroka felsefeyê de xwediyê du ferasetên mezin û desnîşankar in ku feraseta wan, temamiya dîroka felsefeyê xistiyê bin bandûra xwe û wesfandiye.

 

Çavkanî: Dîroka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *