Encûmena Asayîşa Kurdistanê: Tohmet û îftirayên PKKê pûç û derew in

Encûmena Asayîşa Kurdistanê: Tohmet û îftirayên PKKê pûç û derew in

PeyamaKurd – Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiv da tohmetbariyên medya û derdorên PKKê ku bi kuştina Endamê Konseya Rêveberiya KCKê Îstixbarata PDKê tawanbar kiribû û ragihand, ew buxdan û tohmetên ku çend dezgehên medyayî yên PKKê avêtine ser encumenê, pûç û derew in.

Ev çend roj in, bi taybet piştî ku PKKê kuştina serkirdeyê xwe Diyar Xerîb di encama êrişa asîmanî ya artêşa Tirkiyê de piştrast kir, çend dezgehên medyayî yên nêzîkî PKKê buxdan û tohmetan davêjin ser dezgehên asayiş û ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û wan dezgehan bi wê yekê tohmetbar dikin ku li ser zaniyariyên wan firokeyên Tirkiyê li hêzên PKKê didin!

 

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê li ser wan buxdan û tohmetan ragihand, ew buxdan û tohmet pûç û derew in.

Di daxuyaniya encumenê de hatiye gotin ku mixabin çend dezgehên medyayî yên Başûrê Kurdistanê jî wan buxdan û tohmetan gij dikin.

Di daxuyaniya encumenê de wiha tê gotin:

“Hebûna PKKê li hinek deverên Herêma Kurdistanê sebeba serekî ye bo rakişandina şer û aloziyê bo nav xaka Herêma Kurdistanê…Mixabin vê dûmahîkê jî çekdarên PKKê xwe xistine nav gundên me, ji ber wê jî bûne sebeba wê yekê ku sivîlên me bibin qurbana şerê PKK û Tirkiyê. Tevahiya sîstema îdarî ya Herêma Kurdistanê li dijî vê siyaseta PKKê ye. Daxwaza me ew e ku ew şerê xwe veguhezin meydana xwe. Bila bizanin ku Kurdistaneka azad pêwîstî bi azadkirinê nîne.”

Encumena Asayişa Kurdistanê bang li hemû hêz û aliyan kiriye hurmeta serweriya Herêma Kurdistanê bigirin û berjewendiyên xelkê Kurdistanê li ber çav bigirin, dest ji şer û rijandina xwînê bihînin û şêwazên aştiyane û diyalogê bidin pêşiya xwe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *