Nameyên evînî – 88

Nameyên evînî – 88

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêveberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Ez çawa dikarim nameyan neşînim? Wek di helbesteke da tê gotin: -Eger diya xwe jî jibîr bikî, zimanê xwe jibîr neke. Tu zimanê min î, qurbana te bim.

 

¤¤¤

Dema ez ji te ra peyam dinivîsim û dişînim, pişt ra ez bi xwe peyama xwe dixwînim, ku bizanibim ka min çi nivîsîye. Ji ber ku ez bi ruh dinivîsim, lê bi çavan dixwînim.

 

¤¤¤

Gelek kes belkî difikirin, ku gorî hemû qanûnên cihanê ez û Nura xwe gerekê ne evîndarên hev bûna. Ne di hêla dînê me da, ne di hêla gelek tiştên din da. Heta belkî dibêjin ew evîndarîyeke ne normal e. Bi rastî, eger ez ne evîndarê Nurayê bûma, ezê jî wek wan bifikirîyama. Ji ber ku evîndarên wek me li cihanê gelek kêm in, belkî tunebin jî. Ango, ev evîn ne wek tu kesî li cihanê ye, ango ev evîn ne normal e.

Ji wê zarê ra jî dibêjin ne normal, yê ku dibistana xwe dewsa 12 salan di 6 salan da xilaz dike. Paşê di 13 salîya xwe da dikeve zanîngehê û dewsa 6 salan ew di nava 3 salan da xilaz dike. Ji ber ku ew zaro ne wek hemû zaroyên cihanê ye, dertê ku ew zaro ne normal e.

Michelangelo jî di eynî wextê da wênekêş, arkitêkt, helbestvan, peykerterêş, aqilmendekî cihanê bû û di dema xwe da di hemû van karan da yê herî serketî bû li cihanê. Ango, ew jî ne mînanî kesên cihanê yên din bû, tê wê maneyê, ku ew jî mirovekî ne normal bû. Eger ew zaro û Michelangelo ne normal bin, em jî ne normal in.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev