RASTEQÎNÎYA NETEWE Û WELATÊ ME

RASTEQÎNÎYA NETEWE Û WELATÊ ME

Manifesta malpera PÊLKURDê

 

Fermo, nivîseke bêhempa bixwînin, ku batifka rûyê

wan rêxistin û şexsan diteqîne, ku di bin navên 

“Biratîya Gelan”, “Aşîtîya bi rûmet”, ”Derbasbûyina dema şerê çekdarî”,

Civatên Ekolojîk û Demokratik”, “Konfederalizma Demokratik”

da hewil didin Kurdistanê bikin beşeke axa Tirkîyê û

kurdan jî ji welatê wan biqetînin û bikin miletekî welatê tirkan.

 

Fuat Önen, sîyasetmedar

 

Di van salên dawîn de têgîna bihevre jîyan (pêkve jîyan), ji alîyê sinifa sîyaseta me û rewşenbîrên me bi israr tê ziman û weke hedefeke stratejik tê pênase kirin. Mebesta wan ew e ku di hindur tixûbên dewletên dagirker de hemû pêkhateyên heyî bi hev re bi aramî bijîn. Di nav pêkhateyên heyî de ti tasnîfekê çênakin. Cudahîya neteweyên serdest û bindest danîne alîyekî. Ji berêvekê dijimêrin. Tirk, Kurd, Ereb, Ecem, Çerkez, Arnawût hwd divê bi aramî bi hev re bijîn. Cudahîya teritoryal jî danîne alîyekî. Carinan bi dengekî lawaz bêjin Kurdistan jî, sîyaseta pêkve jîyanê tixûbê dewletê esas digire. Kurdistan carinan Bakurê Sûrîyê ye, carinan Rojhelatê Tirkîyê an Bakurê Iraqê ye. Ji bo vê hedefê jî argumentên nû afirandine: “Biratîya Gelan”, “Aşîtîya bi rûmet”, ”Derbasbûyina dema şerê çekdarî”, ”Civatên Ekolojîk û Demokratik”, “Konfederalizma Demokratik” û hwd. Hindik maye ku bêjin em kolonyalizmeke demokratik dixwazin. Her çend pênaseyê wan tê vê wateyê jî hê ev bilêv nekirine.

A rastî gotinên wan gelekî cazib, nazenîn û humanîter xwîya dikin. Kesên welatperwer, pêşverû, demokrat, sosyalist li dijî van têgînan çima derkevin. Mijar eve ku têgîn ne bi serê xwe lê di hindur sîstemeke fikrî de wate digirin û wate diguherin. Her sistemeke fikrî jî xwe disipêre sistemeke têgînan û têkilîya van têgînan naveroka wan diguhere an wateyeke nû lê bar dike. Ev pêşnîyarên qaşo teorik û hedefên li dor vê hedefe hatine danîn tev argumentên wan di ser xaleke ji bo me nebe nabe re gav dike. Ev xal RASTEQÎNÎYA NETEWE Û WELATÊ ME ye.

Malpera Serbixwe li hember vê hicûma teorik û sîyasî îtîrazeke. Em neteweyekî qedîm in li ser xaka xwe. Yekîtî û Serxwebûna Kurdistanê mafê me yî sirûştî, sîyasî û dîrokî ye. Ev distûr bingehê sîstema me ya fikrî û sîyasî ye.

 

  • Ji ber vê yekê ye ku em ji pêkve jîyanê, pêkve jîyana Kurdistanîyan fahm dikin. Di serdema em tê de dijîn forma bihevre jîyanê dewletbûyin e. Dewletbûyin ji bo tevaya pêkhateyên Kurdistanê hiqûqê bihevre jîyanê ye.

 

  • Ji ber vê yekê ye ku em aşîtîyê weke hedefeke sîyasî, ne weke encameke sîyasî dibînin. Hedefa me ya stratejik yekîtî û serxwebûna Kurdistanê ye. Tenha bi vê hedefa neteweyî Kurdistan dikare bigihêje maf û azadîya xwe. Dema em bigihêjin vê armancê dê ji xweber di navbêna me û neteweyên cîran de aşîtî pêk were. Bi sedem ku me şer li ser tu neteweyê cîran ferz nekiriîye. Yên şer li ser me ferz kirine dewletên dagirker in. Kî ku bêyî bi destxistina maf û azadîya neteweya Kurdistanîyan aşîtîyê weke hedefeke sîyasî dahîne ber me, ji dagirkerîyê re xizmet dike.

 

  • Ji ber vê yekê ye ku em ji derbasbûna dema şerê çekdarîyê, vekişîna dewletên dagirker ji ser axa xwe fahm dikin. Li her çar parçeyê Kurdistanê bi sed hezaran çekdarên dagirker heye û şerekî dagirkeraneyî tûnd diajon. Kî ku li dijî hebûna van çekdaran dernekeve û banga çek berdanê li Kurdistanîyan bikin bi zanîn an nezanîn nokerîya dagirkeran dikin.

 

  • Ji ber vê yekê ye ku em ji demokrasî û demokratîyê têkilîyên navbêna Kurdistanîyan û hiqûqa bihevre jîyanê li Kurdistanê fahm dikin. Di têkilîyên du neteweyan de demokrasî an demokratî nabe, wekhevmafî û dadmendî dibe. Ku em hem wekhevmafîyê hem jî dadmendîyê diparêzin. Berovacîkirina van têgînan xizmetê ji dagirkerîye re dike, ne ji doza serxwebûna Kurdistanê re.

 

  • Ji ber vê yekê ye ku em tixûbên dewletên dagirker rewa nabînin û çareserîya mayinde di hindur tixûbên dewletên dagirker de pêkan nabînin. Bi sedem ku kêşeya Kurdistanê kêşeyeke navnetewî û navdewletî ye. Divê em çareserîyê jî di wê astê de programatize bikin.

 

  • Ji ber vê yekê ye ku em bang li alîyên fikrî, sîyasî dikin ku ger hûn di daxwaza komarên demokratik, ekolojik, federal, konfederal de cidî û samîmî ne kerem kin qada van armancên we Kurdistan e.

 

Kadroyên vê malperê derdixin, vê distûrê (Yekîtî û Serxwebûn mafê neteweyê Kurdistanê yê sirûştî, sîyasî û dîrokî ye) li derveyî nîqaşê dipejirînin. Ji derveyî vê distûra esasî mijarên teorik, ideolojik, nirxandinên sîyasî yên cîhanî an konjokturel ji bo me gişa mijara nîqaşê ye. Nîqaşên navxweyî ji bo bi hev re gîhaştina rastîyan e. Di nîqaşê navxweyî û karên bi hev du re, ya ku nebe nabe bi xwe û hev bawerî û di doza Serxwebûna Kurdistanê de dilsozî û cidîyet e. Em di wê bawerîye de ne ku ev nirxên hêja bi vê kadroyê re heye. Lê ku bê xwestin em dikarin rêzikên bi hev re xebatê jî xêz bikin û bikin qewlekî navxweyî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *