Hunermend Zoro Metînî bi qasî hunerê xwe mezin e

Hunermend Zoro Metînî bi qasî hunerê xwe mezin e

Sheymus Özzengin

 

Min li Berlînê, di pêşangeha cenabê Zoro Metînî de, min wî mîrê huner û pêkersazîyê nas kir.

Hunermend Zoro Metînî, bi qasî hunerê xwe mezin bû. Wî dilê xwe di her wêneyekî xwe de, di her pêkersazîyek xwe de, di pêkerê pêşmergeyekî de, di dilê her jineke Rojhilata Navîn de, di dilê her jineke Kurd de, di dilê her kurdekî bi qeyd û merbetan girêdayî de bicîh kiribû. Bibû deng û awaza jinê, bibû qêrîna Kurd û Kurdistanê, di çakûç û firçeya xwe de.

Ji “Nîşanên kesayatîyê vemirandî û li şûna gîyan, gewdê berbiçav”, heta “Tinekirina daxwazên jina azad di rêya têla stirî, kilîta veşartî, ji bo asoyên vala yên zanînê, heta peykerên celebên Kurd, pêşmergên qahreman”, yek bi yek serhildanên li henber koletî û nezanîya civakî, bi ahenga rengan derdiket ber min.

Wek “Xweda Venus” (xwedayê ciwanîyê), pêker û wêne ji hêkê derdiket û dibû sembola ciwanîyê, nûjenîyê.

Zoro Metînî, şikênandina hêkê û nûjenîya jinê, wek sembol, “nîşana jiyana nûh” bikar anîye di hunerê xwe de.

Di firça xwe de her derîyekî hiştîye ku hêvî ticarî neşkê.

Firça wî hunermendê hêja Zoro Metînî, li ser tuwalên wêneyan, wek pênûsa romannivîsekî, ku naxwaze tiştekî jibîr bike û her êşê, êşa miletê xwe, welatê xwe bîne ziman, bi hêrs daketîye ser tuwalê.

Zoro Metînî, bi hunermendîya xwe diltenik, wek mîrekî Kurd awirtûj û wek şervanekî rengan bêhn fireh, wek zarokekî ku bi lîstoka xwe bilîze, şanaz bû. Bi hunerê xwe hêvî diçand, azadî xwedî dikir û dikir kofî û datanî serê kurdeke nenas, dibû derîyekî hêvîyê ji temaşevanên pêşengehê re.

Bi kurdîyeke zelal, bi dilekî germ ez pêşewazî kirim. Wek ku bêje “ma Kurd jî tên û  pêşengehên huner zîyaret dikin!?” kenîya û li min nerî. Me hevûdû hinbêz kir.

Em bi hev re bi sebir û dilgeşî li pêşengehê gerîyan, hatin li ber pêkerê Pêşmerge sekinîn. Wî li min nerî, min li wî nerî û dîroka bi dehan salan di mejûyê me de birûsk veda.

Min ji hêja re got; ev pêkerê pêşmerge, divê li gel ala rengîn, li ser mêseya kar û karmendên her Kurdekî cîhê xwe bigire. Mixabin Kurd, karmend û bezirganên Kurd, pera didin xanîyan, Mercedecan, xwarinê, lê nadin hunerê!

Li min nêrî û wek mîrekî Kurd kenîya!

Werin em bi hev re mîrê pêkersazî û hunerê, mîrê rengan û pêkersazîyê nas bikin.

Zoro Metînî Kîye?

Di sala 1949an de li Amûda reşka çavê Kurdistanê hatîye dinyayê.

Zoro Metînî, di sala 1969 li zanîngeha hunerî “The Center Of Fine Arts”, li Beyrûdê, li cem H. Hamwî dest bi xwendina xwe kir. Ji wir dîploma xwe a wênevan û peykersazî girt. Piştre wek mamosteyê hunerê kar kir.

Di sala 1973an de di rojnameya ciwanan “Weekend” de wek serkarê hunerî kar kir. Û bû endamê “Tevgera hunermendên Rojhilatê” û di sala 1974an de bû yek ji serkêşa vê tevgerê.

Di sala 1974an de wek grafîker li ba ajansa rêklama “Woldtrade” kar kir.

Ji sala 1976an de li bajarê Berlîn/Elmanya kar dike û dijî.

Zoro Metînî, endamê Nîgerkêşan û Hunermenda ye. Hêjayî gotinê ye ku Z. Metînî ji sala 1985, heta 1987an wek yek ji serkêşên vê karbendê li Steglitz hatibî hilbijartin.

  1. Metînî, wek mamoste li dibistana Volkshochschule ya nîgerkêşî û peykersazî, li Steglitz, ji bo hevalkarê Prof. Waldemar Grzimek, Prof. Erich Fritz Reuter, Henry Moore di warê peykersazî de kar kir.
  2. Metînî, her wiha ji bo hevalkarê Dr.Stefen Rehm, Bernd Huppauf di warê hunerê de, ji Hans-Jurgen Kiebach xelata Oskar stend. Bi Hemreş Reşo re di warê wênekêşanokê de xebitî.
  3. Metînî, pergala pirtûka Nemir Cîgerxwîn -Kîme Ez- çapa yekemîn û çend pirtûkên nemir Dr. Nûredîn Zaza li saz xistîye.
  4. Metînî, di karê grâfîk- huner û peykersazîyê de li salonên Elmanya, London, Paris, Malmö, Berlin, Munchen, Helmstedt, Rotenburg, Beirut, Zurich, Lausanne pêşangehên xwe lidar xistîye.

Bi hêvîya ku Kurd xwedî li hunermendên xwe derkevin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev