Pîrozbahîya serokê FNDK akademîsyan Kinyazê Îbrahîm

Pîrozbahîya serokê FNDK akademîsyan Kinyazê Îbrahîm

Birêz Serekwezîrê Kurdistanê Mesrur Barzanî!

Em We bi dil û can pîroz dikin bo Parlamentoya Kurdistanê Kabîneya wezîran ya bi serokatîya We testîq kir.

Testîqkirina We li ser wê postê îzbata aminaya gel û hêzên sîyasî yên Kurdistanê ye di hindava We da û îzbata aqilmendîya We ya serokatîkirinê ye, ew qîmetê mezin yê karê We yê kardar e di posta sêkretarê Şêwra Aramîya Kurdistanê da.

Profesyonalîzma We ya bêhempa, xebathezîya bêhesab mezin, êginîya bêwestan û ya sereke – hezkirina rasteqîn di hindava gelê xwe da bingehê bi kêrhatin karkirina We ye li ser wê posta bilind.

Em bawer in, ku cêribandina We ya dewlemend û aqilmendîya we wê di karê gulvedan û pêşketina herêmê û bilindkirina halxweşîya gel da pir kardar bin, wê gelek kêrî gelê me û welatê me bên.

We di demeke pir dijwar û cabdar da dest bi serokatîya hukumetê kir û em bi hêvî ne, ku bi hatina we Kurdistan wê teqileke nû a bi hêz bi dest bixe bona pêşketina welêt.

Em bawer in, ku zîrekî û zanebûnên We yên pir wê alî We bikin bona Kurdistan hê pêşda here, ku hûnê her tiştê pêwîst bikin bona pêkanîna potensîyala sosîal-aborî, bona gulvedana herêmê.

Em bi hêvî ne, ku bi serokatîya We Herêma Kurdistanê wê diha gulvede, aram û halxweş be.

Em bawer in, ku hukumeta ku hûn serokatî lê dikin wê mêkanîzmekê saz bike bona hevkarîya bi diyasporayên kurdan ra.

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) amade ye bona hevkarîya ji herdu alîyan ra kardar boy navê berjewendîyên gelê me.

FNDK herdem bawerî bi We anîye, wek rêberekî milet û karmendê bêhempa.

Em amade ne bi her awahî piştgirîya înîsîatîvên We bikin.

Her endamekî FNDK amade ye li welatên ew lê dijîn pirayên pevgirêdanê bi welatê kal û bavan ra çê bikin.

Em ji We ra serketinan dixwezin bo pêkanîna pirsdanînên cabdar, bo bi heralî pêşketina Herêmê, bo bi awayekî serketî bikaranîna potensîyala wê a dewlemend.

Em ji dil bo We şa ne û bawer in, ku bi saya serê We Kurdistan wê bibe xwedî serokekî layîq.

 

Serokê FNDK – profêsor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev