Ew berpisê PKKyê ku li Qendîlê hat kuştin, li Tirkiyê bi azadî hatûçûn dikir

Ew berpisê PKKyê ku li Qendîlê hat kuştin, li Tirkiyê bi azadî hatûçûn dikir

K24- Hewlêr

Piştî ku Konseya Serokatîya Koma Civakên Kurdistanê (KCK)ê can ji destdana Dîyar Xerîb, endamê Konseya Serokatîya KCK û du gerîlayên PKK ragehand, alîgirên PKKyê di mêdya û torên civakî de dest bi hêrişan kirîne li ser Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) û PDKyê tuhmetbar dikin bi sîxûrîkirin li ser berpirsên xwe.

Hevdîtin di navbera Dîyar Xerîb û Osman Baydemîr li Dîyarbekirê

Lê gor çend wêneyan xuya dibe ku berê Dîyar Xerîb serdana Tirkiyê û bakûra Kurdistanê kirîye û bi azadî di nav wî welatî de hatûçûn kirîye û dîdar û civîn li gel Osman Baydemîr, şaredarê berê yê Dîyabekirê û berpirsên din encam daye û di nav bajêrî jî hatûçûn kirîye.

Dîdara Dîyar Xerîb û Mehemed Ocalan li gundê Amara li Bakura Kurdistanê

Di wêneyekê de Dîyar Xerîb, endamê Konseya serokatîya KCKyê li gel Mehemed Ocelan, birayê Ebdûllah Ocalan, rêberê zîndankirî yê PKK û hevjîna wî li gundê Amara xuya dibe û serdana wan kirîye li bakûra Kurdistanê û bi hev re danûstandin kirine.

Li gor evan wêneyan be, Dîyar Xerîb bi azadî çûye Turkîyê û desthilatdarên wî welatî haydarê wê serdanê bûne. Çavdêreke karûbarê Tirkiyê jî bi Kurdistan 24 re got: Di rewşeke weha de ku berpirsekî PKKyê bi azadî li Tirkiyê hatûçûnê bike, tevaya zanyarîyan li ber destên dezgehên ewlekarî û artêşa wî welatî hebûye û pêdivî bi wê yekê nebûye kes sîxûrîyê li ser wî bike û dewlet bi xwe haydarê wî bûye.

Berê jî li ser can ji destdana wî berpirsê PKK û du gerîlayên wê, ajansa Anadol a fermî ya hikumeta Tirkiyê ragehandibû, Dezgeha Hewlgirîya Tirkiyê (MÎT ) û Artêşa Tirkiyê li 27 meha buhirî li Qendîlê operasyonek bo ser barêgeha navenda PKKyê encam dabû û ji encama, Dîyar Xerîb, endamê Konseya KCK hate kuştin.

Herçende ajansa Anadolê ragehandibû ku di hêrişa 27ê meha buhirî de, ew serkirdeyê PKK kirine armanc, lê KCKyê di daxuyanî ya  xwe de amaje bi wê yekê kirîye ku li roja 5 evê mehê, anku roja Heyînî ya buhirî Dîyar Xerîb û du gerîlayên PKKyê bi navên Dervan û Şahîn ber hêrişên asmanî yên Tirkiyê kevtine û canê xwe ji dest dane.

Dîyar Xerîb Mehemed li sala 1973yê li devera Qeredax ji dayîk bûye, koleca Zanist, pişka Fîzyayê temam kirîye, li sala 1992yê peywendî bi PKKyî kirîye, li sala 2008 bûye serokê Partîya Çaresera Demokrata Kurdistan (PÇDK), endamê Konseya KCK bû.

records Source:https://www.kurdistan24.net/ku/news/823d2cf5-1279-4692-b877-95ed54e24d76

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *