Êzîdî di navbera îslamê û xaçparêzîyê de -1

Êzîdî di navbera îslamê û xaçparêzîyê de -1

Serokê Înstîtûya Êzdînasîyê li Moskvayê, doktorê polîtologîyê Yurî Dasinî

nivîseke balkêş derheqa dînê êzdîyatîyê da ji malpera me ra şandîye.

Ew nivîs dikare ji bo wan kesên xalifî, ku êzdîyan ji kurdan cuda dikin, bibe rênîşandar bo xwenaskirinê.

Em vê nivîsa delal dikin du beşan, beşa pêşin îro çap dikin, veşa duduyan sibê bixwînin.

 

Yurî Dasnî, serokê Înstîtûya Êzdîzanîyê, doktorê polîtologîyê

 

Ola êzîdî bi hezarên salan maye wek ola miletekî, lê tev wisa jî heta roja îro, ji ber nezanî û nerastiya di têgihiştina bîr û baweriyên vê olê de, gelek nerînên şaş li derdora wê hene. Gelek kes bi şaşî dibînin ku ola êzîdî olek sanskrîtî ye û ji êlêmentên cihûtî, xirîstiyanî, îslamê û olên kevnar yên wekî din (zerdeştî, manîhêîzm) pêk tê. Hinên din jî bi zanebûn dixwazin bîr û baweriyên vê olê derew derxînin û wê wek oleke pir xerab bidin xuyakirin.

Baweriyên êzîdiyan di sirûdên pîroz de hatine diyarkirin. Ev sirûd jiyana mirov tevdî li xwe digre û ji erkên, ku jiyana wî ya rojane sînordar dike, pêk tê. Dema xuyabûna vê olê û sirûdên wê ji aliyê zanistê ve ne hatiye eşkerekirin.

Li gorî bîr û baweriyên ola êzîdî, ji roja Xweda dinya saz kiriye ev ol çêbûye. Wek di vê olê de hatiye naskirin,  Xweda sirûdên pîroz di rêya  serokê milyaketan – Tawisî Melek reşandiye û li gorî peymana wî, ev sirûd divê ji aliyê oldarên êzîdiyan ve bên ezberkirin û ji nifşekî bo nifşekî din bên veguhestin, da ku kesên ne ji komela êzîdî nikaribin van sirûdan bixwînin. Paşê felsefa ola êzîdî ji aliyê Tawisî Melek ve di rêya Şêx Hadî re hatiye belavkirin û di sedsala 12-an de bi gotinên wî di du pirtûkên pîroz – Cilwe û Meshefa Reş de hatiye nivîsandin.

Li gorî mifolojiya êzîdiyatiyê, ola êzîdî herdem hebû û bingeha hemû olên dinyayê ye. Hîn beriya olên ibrahîmî – (cihûtî, xirîstiyanî û îslamê), ola êzîdî bawerî bi yekbûna Xweda û 7 milyaketên wî bi serokatiya milyaketê sereke Tawisî Melek, sazkirna dinyayê ji aliyê Xwedê ve û hebûna bihuşt û dojehê, têgeha başî û xerabiyê, bersivdariya di ber gunehan de aniye.

Mifolojiya olên ezmanî (ibrahîmî) ya derbarê sazkirina dinyayê yekcar wek mîfolojiya ola êzîdî ye, cudahiya di navbera wan de tenê ew e, ku êzîdî ji Adam çêbûne, Tawisî Melek ne mirovekî xerab e, lê yê herî pîroz e û herî nêzîkî Xweda ye û milyaketê wî yê sereke ye. 7 milyaketan alîkariya Xwedê di afirandina dinyayê de kirne; Li gorî ola êzîdî, Xweda roja pêncşemê destbi afirandina dinyayê kirye û roja sêşemê ew temam kiriye, roja çarşemê jî – paydose (di Încîlê de-Xweda roja yekşemê destbi afirandina dinyayê kiriye û roja înê temam kiriye). Li ser vê bingehê, mirov dikare texmîn bike, ku bîr û baweriyên ola êzîdî yên di sirûdan de hatine diyarkirin, bi taybetî sirûda derbarê afirandina dinyayê, kêm-zêde, ji aliyê olên cîhanî – cihûtî, xirîstiyanî û îslamê ve hatine pejirandin.

Cudahiya giring ya ola êzîdî ji olên ibrahîmî ve – têkiliya bi Xwedê re ye. Di olên ezmanî (ibrahimî) de têkiliya bi Xweda re di rêya pêxember re ye. Ango, mirov daxuyanî dike ku ew ji aliyê Xweda ve hatiye hilbijartin û bi xwe têkiliya bi Xweda re dike, her weha misyona ku Xweda sipartiyê wî da ku li ser zemînê bibe navber di nav Xweda û mirovahiyê de dûpat dike. Di ola êzîdî de mirov yekser têkiliyan bi Xwedê re dike, ango navber di nav Xweda û mirov de tune. Pirtûka êzîdî ya pîroz fêr dike ji bo oldar bê navber têkiliya bi Xweda re bike.

Di ola êzîdî tiştekî wisa tune ku mirov di rêya kahînan re têkiliya bi Xwedê re bike. Kahîn dikarin mirov pîroz bikin, jibo wî limêj bikin, lê nikarin bersiva dua”ayên wî bidin, an jî gunehên wî efû bikin, lema jî wî yekser dişînin cem Xwedê.

Jibo têkiliya mirov bi Xwedê re milyaket jî ne pêwîst in. Di ola êzîdî de Tawisî Melek serokê milyaketa û alîkarê sereke yê Xweda ye. Ew ji aliyê Xweda ve wek mezinê komê hatiye hilbijartin. Xweda nûnerê cîhana ruhanî ye û Tawisî Melek nûnerê cîhana madî ye.

Baweriya êzîdiyan bi dijberîtiya di navbera cîhana rohanî û madî de nayê – Xweda û Tawisî Melek ne dijberî hev in, lê du hêzên bi hev ve girêdayî ne. Xweda çawa her tişt li vê cîhanê afirandiye, wisa Tawisî Melek jî afirandiye. Milyaket tenê vîna Xwedê pêk tînin. Hetanî Tawisî Melek, ku hemû hêz û karîndare jî, hemû mirovên êzîdî yekser dişîne cem Xweda, jiber ku ew serwêr û şêwirmend e û qedera mirovan çareser nake.

Tawisî Melek bi xwe di pirtûka pîroz ”Cilwe” de weha derbarê xwe diaxive: ”Ez hebûm û (ez) niha jî heme û ezê heta dawî bimînim. Ezê rêveberiya hemû karên wan bikim (Cilwe 1:1); ”Cihek tune ye ku ez li wir amade ne bûme; ez beşdariyê di hemû bûyeran de dikim. Mirovên ji olên din van bûyeran wek ne baş binav dikin, çimkî ev bûyer ne li gorî daxwazên wan in” (Cilwe 1: 3); Xwedayên din destwerdanê di karê min de nakin. Ew ti carî dijîtiya daxwazên min nakin” (Cilwe 1:7).

Li gorî mifolojiyekê, Tawisî Melek di dema xwe de pirsek ji pêxemberan – Mûsa, Issa û Mûhamed kir: -Kî wê di ber peyrewên te de bersivdar be?

-Mûsa bersiv da: ”mirov tune ku gunehan nake, çi guneh hebe sûcekî dijî Xwedê ye û tenê Xweda kare qedera wî çareser bike”.

Issa bersiv da: ”Ew di ber peyrewên xwe de bersivdar e, çimkî ew bi vîna Xweda çêbûye, Xweda kurê xwe şandiye vê dinyayê jibo ew wê dad bike û ev dinya di rêya wî re bê rizgarkirin û ew amade ye xwe bike qurbanî jibo rizgarkirna mirovan”.

Dema Mûhamed xwest bi Xweda re biaxive, wî tenê karîbû hilkişe ser ezmanê çaran (li gorî mifolojiyê 7 astên ezmên hene). Li wir Tawisî Melek ew dît û jê pirsî, ka ew çi dixwaze. Mûhamed bersiv da, ku ewê tenê bi Xweda re biaxive û ji Tawisî Melek xwest jibo wî bighîne cem Xweda. Tawisî Melek daxwaza wî pêkanî û Mûhamed hilkişand ezmanê heftan.

Lê Xweda xwe ji Mûhamed re venekir û li paş perdê pêre axivî. Xweda ji Mûhamed pirsî: Kî wê di ber peyrewên wî de bersivdar be? Mûhamed bersiv da: ”Her yek ji me şivan e û her yek ji me di ber peyrewên xwe de bersivdar e. Her rêberek şivanê gelê xwe ye; her zilam şivanê kulfetê xwe ye. Ew di ber hemû xelkên xwe de bersivdar e”. Bi vî awayî, di îslamê de ji bilî bersivdariya mirov ya taybet, pêxember bixwe jî roja qiyametê di ber wî de bersivdar e.

Wek tê zanîn ola êzîdî ji destpêkê ve olek aştiyane ye, xêrxwaz e û zordarî û tund û tûjiyê yekcar red dike, ew olek ne fanatic e û karên misyonêrî nake. Di dîroka mirovahiyê de nimûne tune ku ti kes ji aliyê êzîdiyan ve bi behanak olî hatibe kuştin an jî bi zor bûbe êzîdî. Toleransî û rêzgirtina bîr û baweriyên kesên ji hemû olan herdem hebû û wê bimîne yek ji bingehên sereke yên ola êzîdî.

Tev xêrxwazî û tolêransiya ola êzîdî jî, ji destpêka sedsala 7-an ve, di destpêkê de ereban û paşê turkan û farisan gelek caran êrîşî êzîdiyan dikin. Ji sedên salan ve ew nahêlin ku peyrewên olê bi tî û aramî bijîn. Tenê jiber ku êdixwazin ol û çanda xwe ya kurdî ya kevnar biparêzin, wan dikujin.

Her mirovekî normal ku ji welat, ziman û bîr û baweriyên xwe hez dike, naxwaze ji koka xwe vegere. Êzîdî jî, tev jimara wan ya ne gelek, herdem ber xwe dane û heta karîbûn ceng di ber ola xwe de kirine û heta niha jî berxwedana wan berdewam e. Bi bihêzbûna îslamê re tekfîrî bû yek ji pirsgirêkên sereke di têkilyên navbera êzîdiyan û misilmanan de.

Hewldanên Şêx Hadî jibo ola êzîdî bi îslama sofî ve girêde bê encam bû û di dawiya sedsala 12-an de ev hewldan ji aliyê êzîdiyan û piraniya misilmanan ve hat red kirin, di encam de îslam û êzîdiyatî yekcar jihev dûr ketin. Êzîdiyên ku dibûn misilman jî, ji aliyê kahînên êzîdî ve dihatin nirxandin wek kesên ku ji ola xwe derketine. Di encamê de êzîdiyên ku bi zorê bibûn misilman, bûn dijminê êzîdiyên ku ser ola xwe man. Dijîtiya navxweyî hişt ku netewa kurd bibe du perçên dijberî hev – kurdên misilman û kurdên êzîdî wek komelak serbixwe.

Nêzîkî 1400 sal heye ku misilman sitemkarî û cudekariyê li êzîdiyan dikin. Bi deh hezaran êzîdî jiber ku ne xwestin bibin misilman bi tundî hatin kuştin, bi milyonan ji wan, jibo jiyana xwe an jiyana mirovên xwe biparêzin, neçar bûn bibin misilman. Li hin deveran, wek nimûne, Turkiyê, beşeke mezin ji malbatên êzîdî neçar bûn bibin misilman, beşeke din di destpêka sedsala 20-an de reviyan Rûsyayê û paşê beşeke din berê xwe dan Almanyayê.

Heger despêka sedsala 20-an jimara êzîdiyên Turkiyê bêtir ji 1 milyonî bû, îro tenê nêzîkî 500 kesî li wir mane. Îslamiyan 74 caran komkujî dijî êzîdiyan pêk anîne. Cara dawî 3 Tebaxê sala 2014-an bû.

Nadiya Mûrada mafparêz, xwediya xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2018-an di pirtûka xwe ya bi nave ”Dîroka dîlkirina min û cenga min bi dewleta Îslamî re” de baş bi firehî derbarê komkujiya li gundê xwe dinivîse. Bi kurtî emê xalên wê yên sereke bi bîr bînin: ”DAIŞê 3-ê meha Tebaxê sala 2014-an serê sibehê zû gihişt derdora gundê Koço. Çekdaran ew kesên ku ne gihan birevin û ne xwestin bibin misilman kuştin, paşê bi dû yên revyayî ketin û ew gulle dikirin an jî ew serjê dikirin. Zarok û jinên ciwan direvandin jibo wan bişînin Mûsilê an jî Sûriyê. Nasên me yên kevn û krîvên me yên ereb mirovên êzîdî teslîmî DAIŞê dikirin û bi xwe tevlî çekdaran bûn. 12-ê Tebaxê fermandarê çekdaran di civînekê de ji nişteciyên gund xwest ko: ”an emê bibin misilman û tevlî xelîfetê bibin, an jî emê ceza serhişkiya xwe wergirin. 3 roj dan me jibo em biryarê di vê derheqê de bistînin. Roja sêyem hemû xelkên gund li ber avahiya dibistanê civandin. Jin û zarokên piçûk bi aliyê qatê duyem ve dehfandin, zilam û lawik li hewşê man. Çekdaran bersiv ji muxtarê me xwestin. Muxtar got- em dij in. Hemû zilam û lawik xistin autobusê, bi aliyê çiya ve birin û ew gulle kirin, paşê wan berê xwe dan me – ango jin û zarokan.

Îslamiyan di nav 1400 salî de kuştina êzîdiyan wek mafekî xwe yê sirûştî didîtin. Lema jî niha pir aciz in ku kurdên misilman û komela nêvdewletî ew ji vî mafî bêpar kirine û ceger kirine ku berevaniya êzîdiyên Şingalê di dema komkujiya sala 2014-an de bikin.

Em dikarin bêjin ku hemû kurdên misilman piştgirtiya êzîdiyan di vê trajîdiyê de kirin. Di dîroka Kurdistanê de hîn ti carî wisa hevgirtina kurdên misilman û êzîdî nebûye. Derbarê vê yekê de Nadiya Mûrad weha dinivîse: ”Yekînêyên Berxwedana Gel bi alîkariya firokên emerîkî rêya ji Şingalê heta deverên kurdî jibo êzîdiyan paqij kirin. Kurdên ku li Kurdistana Îraqê û Sûriyê dijîn, ku gelek ji wan misilmanên sunî ne, alîkariya êzîdiyan bi xwarin, av û cilan kirin. Hinan ji wan koçber di mal, dikan û dibistanan de hêwirandin. Em pir ji vê alîkariyê memnûn in.

(Dûmayîk sibê bixwînin)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev