Şeva bîranîna Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Şeva bîranîna Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Yekîtîya kurdên Qazaxistanê “Berbang” rêberê gelê xwe bîr tîne

 

11ê tîrmehê sala 2019an Yekîtîya kurdên Qazaxistanê “Berbang” di bin sîbera Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan li bajarê Almatîyê Şeva bona bîranîna salvegera 30î ya şehîdkirina rêberê tevgera kurdan ya ji bo azadîyê, sêkretarê sereke yê PDKÎ doktor Ebdulrehman Qasimlo da derbazkirinê.

 

Di roja bîranînê da keda doktor Qasimlo di tevgera kurdan ya miletîyê-azadarîyê da bilind hate nirxadin. Nav û dengê wî hela di wî çaxî da wek welatparêzekî mezin belav bûbû, dema ew bi rêxstina xwe ra tevayî dijî desthilata Şah li Kurdistana Rohilatê (Îranê) serî hildabû.

 

Şev bi qedirgirtina bîranîna doktor E. Qasimlo û hevalbendên wî Ebdulla Qaderî Azer, Fazîl Resûl û şehîdên din yên Kurdistanê, ku bo azadî û demokratîyê jîyana xwe ji dest dabûn, destpê bû.

 

Serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan, rêberê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê “Berbang”, akadêmîsyan Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev Şeva bîranînê vekir û di xeberdana xwe da qîmetekî mezin da keda wî rêberê gelê kurd, şexsîyetê bêhempa yê Kurdistanê, şervanê bo aşîtîyê û demokratîyayê Ebdulrehman Qasimlo, ku kar û xebata wî di şîyarkirina miletekî da roleke mezin lîst.

 

Doktor Qasimlo yek ji wan şexsîyetên pêşin bû, ku bi awayekî eşkere derkete dijî desthilata Şah û hewil da bigihîje wekehevtîya di navbera kurdan û miletên din yên Îranê û Herêma Kurdistanê da. Ew gorî wan mezinahîyên gelê me bû, wek Şêx Ubeydullah Nehrî, Îsmayîl axayê Şikakî (Simko), Qadî Mihemed, doktor Sadiq Şerefkendî û yên din. Nimûneya wî îzbateke geş e ku welatparêzê kurd yê rasteqîn îro gerekê çawa be.

 

Serekê Şerefê yê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê “Berbang”, akademîsyanê di cihanê da binavûdeng Nadirê Kerem Nadirov di xeberdana xwe da got: “Hêza miletekî di nava yekîtîya wî da ne û ew pirsgirêka kurdan a sereke ye. Şexsên wisa wek doktor Qasimlo kesên wisa ne, ku dikarin kurdan bigihînine hev û bo azadîyê, serxwebûnê û gulvedanê karên bêhempa bikin. Îro em xwedî rêberên xurt û aqilane ne, dimîne ku em di nava xwe da tifaqa miletîyê saz bikin.”

 

Serokê pêşin yê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê “Berbang” karsazê binavûdeng, doktorê aborîyê, profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan di xeberdana xwe da destnîşan kir, ku taybetmendîya karê Ebdulrehman Qasimlo di wê yekê da ne, ku ewî di demên herî dijwar da karê xwe meşandîye û karibû tevaya kurdên Rojhilatê Kurdistanê rake şerê bo bidestxistina azadîyê û serxwebûnê, ku piştî bûyerên Komara Mehabadê hema bêje ji dest çûbûn, ji hal ketibûn.

 

Serokê komîtêya bo xebata bi bazirgan û karsazan ra ya Yekîtîya kurdên Qazaxistanê “Berbang”, mîmarîsazê hurmetê yê Qazaxistanê Şîrinê Elî Mustefayev guhdarî danî li ser wê yekê, ku doktor Qasimlo êdî ne wek serokên berê bû, ku bi awayekî radîkal û tevlihev kar dikirin, ewî karê bo rizgarbûna gelê kurd bi awayekî aqilane û dîplomatî dikir.

 

Cîgirê pêşin yê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê “Berbang”ê, karsazê binavûdeng Ezîmê Şemo Abdullayev destnîşan kir, ku îro çi firsendên di destê me da hene, em gerekê bi kar bînin bona pêşketina gelê me û gulvedana welatê me, bona qewînkirina yekîtî û dostaanîya di navbera kurdan da. Em îro dikarin navê gelek kurdan bidine rêzê ku ji bo azadîya gelê xwe canê xwe fîda kirine, yek ji wan jî doktor Qasimlo ye. Birêz Ezîmê Şemo bi gotineke pêşîyên qazaxan xeberdana xwe bi dawî anî: ”Li kîderê yekîtî heye, li wêderê jîyan, azadî û paşeroja geş ya milet heye”.

 

Herwiha van kesan jî xeberda: aktîvîstê Yekîtîyê, bazirgan A. N. Ahmedov, veteran Yekîtîyê, serhingê teqewutbûyî M. A. eyûpov, nûnerên ciwan yên Yekîtîyê M. T. Paşayev, R. H. Broyev.

 

Di şevê da bona bîranîna îmam Şêx Hesenê Qadir û Şêx Feyzoyê Ebdulbarî terqîn xwendin û qedirê bîranîna wan girtin.

 

Tevgelên wê kombûnê bi yekdengî her cûre terorîzm û êkstremîzm şermezar kirin, ku doktor E. Qasimlo bû yek ji şehîdê wan.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *