Êzîdî di navbera îslamê û xaçparêzîyê de -2

Êzîdî di navbera îslamê û xaçparêzîyê de -2

Serokê Înstîtûya Êzdînasîyê li Moskvayê, doktorê polîtologîyê Yurî Dasinî

nivîseke balkêş derheqa dînê êzdîyatîyê da ji malpera me ra şandîye.

Ew nivîs dikare ji bo wan kesên xalifî, ku êzdîyan ji kurdan cuda dikin, bibe rênîşandar bo xwenaskirinê.

Me beşa pêşin a vê nivîsa delal duh çap kir, kerem bikin îro beşa duduyan bixwînin.

 

Yurî Dasnî, serokê Înstîtûya Êzdîzanîyê, doktorê polîtologîyê

 

Îro têkiliyên komela kurdî bi êzîdyan re baş hatine guhertin. Piraniya kurdan danpêdan dikin ku ola êzîdî ola kurdî ya kevnar e, beşek ji wan tekfîriya bav û kalan wek faktoreke şiklî fam dikin, kesên bêtir rewşenbîr mixabiniyên xwe ser karên ku bav û kalan di derheqa êzîdiyan de kirine tînin ziman. Wek nimûne, nivîskarê turkî yê navdar Yaşar Kamal, ku bi esilê xwe va kurd e û gelek caran berevaniya êzîdiyan kiriye, di yek ji hevpeyvînên xwe de wisa dibêje: ”Wana ber xwe dan û winda nebûn. Hêza wan ya rûhî naweste û têk naçe, ew, wek zemîn, ronahî û avê, herdem hene. Ez ne êzîdî me, lê kêfa min ji mirovahî, dostanî û xweragiriya wan re tê. Ez pir qedrê wan digrim jiber ku ew buhayên xwe diparêzin…” Rêberên navdar yên gelê kurd –Masûd Barzanî, Celal Talbanî, Abdula Ocalan gelek caran di gotarên xwe de ola êzîdî wek ola kevnar ya gelê kurd binavkirne. Hinek kes jî hene yên ku hîn jî bi şêwekî vekirî dijminatiya êzîdiyan dikin.

Mixabin, siyaseta dijî êzîdiyan li welatên îslamî yên Rojhilata Navîn heta îro jî berdewam e, lê jiber fişara komela nêvdewletî ya pêşverû ev siyaset rengekî nerm wergirtiye. Desthilatên îslamî êdî bêtir tedbîrên exlaqî û îdarî ser êzîdiyan disepînin. Wek nimûne, êzîdî nikarin karekî baş bidestxînin û mirov dikare bêje ku xwendina bilind li pêşiya wan girtî ye. Baş tê zanîn jî, ku mirov heta cihê xwe di nav elîta îslamî de bibîne, divê musulman be. Hinek ji êzîdiyan jiber ku nema karîbûn vê rewşa bê rûmet berdewam bikin, bi dilxwaziya xwe bûn misilman. Gelek rewşenbîrên ciwan jibo fêda xwe ya şexsî bûn misilman.

Jiber fişara herdemî ya desthilatên îslamî, di 200 salên dawîn de êzîdiyên ku karîbûn birevin reviyan welatên xirîstiyanî. Koçberên pêşîn di destpêka sedsala 19-an de li Imperatoriya Rûsyayê bi cî bûn (heremên Êrîvanê û Tiflîsê) û hin bi hin jimara wan bêtir bû. Ji salên 70-ê yên sedsala 20-an ve êzidî koçberî Ewropayê bûn û piştî hilweşandina Yekitiya Sovyetê gelek êzîdî ji Ermenistanê û Gurcistanê koçberî Rûsyayê bûn.

Îro jî gelek êzîdî welatê xwe yê dîrokî li Mezopotamyayê bicî dihêlin û direvin welatên xirîstyanî. Ji 1 milyon û 300 hezar êzîdî, 500 hezar li welatên xirîstyanî (bi taybetî Rûsya, Almanya, Armêniya û Gurcistan) dijîn.

Mirov kare bêje ku heta dawiya sedsala 20-an di nav êzîdiyên ku li welatên xirîstiyanî dijîn ti kes ji ola xwe derneketiye, heger derketinek wisa hebe jî, pir kêm e. Ev yek dide zanîn ku dêra xirîstiyanî bi şêwekî bingehî dij e ku mirov bi zorê tevlî olek din bê kirin û dibîne ku mirov gerek di rastiya xirîstiyaniyê de têbigihe û bi dildarî bibe xirîstiyan.

Hêjayî gotinê ye ku ev prensîp ne herdem ji aliyê dêr û kesên laiqpereset ve tê pêkanîn. Bûyer hene ku derketina ji ola resen bi karên misyonêrên xirîstyan ve grêdayî ye. Behana din ya derketina ji ola resen, tirsa taybet ji îzalasyonê an jî hestê bi ne yasayîbûnê di nav komela xirîstiyanî de, her weha egera gazin an jî pêkenîn ji aliyê hevkar, heval an jî cîranan ve. Lê tersî îslamê, derketina ji ola xwe li welatên xirîstiyanan ne bi tund û tûjî tê kirin. Heta niha ti îzbatî tune ku xirîstiyanan êzîdî neçar an tehdîd kirine jibo bibin xirîstiyan. Tersî wê, hinek êzîdî bi dildarî dibin xirîstiyan. Êzîdiyên li welatên xirîstiyanî jiber bandora tolêrans û rewşa jiyanê ya xweş, her weha kultûra komela xirîstiyanî û mirovahiya vê olê bi dilxwazî bûn xirîstiyan.

Behana sereke ya derbasbûna êzîdiyan bo ola xirîstiyanî ew e ku dixwazin di kultûra komela xirîstiyanî de adapta bibin. Hinek ji êzîdiyan ola xirîstiyanî wek kultûra herî bilind ya mirovahiyê dinirxînin, hinin din derbasbûna ji vê olê re wek şêwazekî bêtir sivik jibo bidestxistina wekheviya civakî û pêşketina şexsî dinirxînin, beşê sêyem di encama asîmîlasyonê de dibin xirîstiyan. Ji aliyê mirovahî ve, giring e ku ev pêvajo ne bi zorê tê kirin, lê êzîdî bi dilxwazî diçin dêrê û dibin xirîstiyan. Bûyer hene dema dê û bav zarokên xwe dikin xirîstiyan, lê ew ser ola xwe dimînin. Di 20 salên dawîn de bi hezaran êzîdiyên Ermenistanê, Gurcistanê, Rûsyayê û Ewropayê bi dildarî bûn xirîstiyan.

Mirov nikare bêje ku jimara xirîstiyanan di nav kurdan çend e, serjimarên wisa ne hatine kirin, lê texmîn e ku ew bi deh hezaran bin û jimara wan her sal bêtir dibe. Hêjayî gotinê ye ku êzîdî di nav her cûrên mezhebên xirîstiyanî (Ortodox, Pentecostal, şahidên Yahowa, Katolîk) de hene.

Îro li pêşiya gelek êzîdiyan bijartak herî giring heye – ew wê baweriya bi Tawisî Melek bidomînin an na. Biografiya Madaya Mehemdî ku sala 2007-an bûye xirîstiyan û bi navê Maday bûye kahîn jî, dide xuyakirin ku ew bi saya têkiliyên rojane bi kahîn Danîl Sîsoêv re hin bi hin di hizir û jiyana xirîstiyanî de têgihişt û di encamê de bû xirîstiyan. Êzîdiyekî din yê bi navê Sêrafîm derbarê ka ew çawa bûye xirîstiyan weha diaxive: ”Di roja Pentecostal sala 2007-an de ez bûm xirîstiyan. Dema ez serê sibehê rabûm min hest bi tirs û giraniyek mezin li ser dilê xwe kir. Ez hatim dêrê û kahîn bi rûkî beşûş ji min pirsî: ”Tu naxwazî birevî?” Paşê destbi merasîman hat kirin û dema kahîn bi xwendina duayên pêşîn re destê xwe danî ser serê min, ez ji hiş xwe ketim. Piştî min çavên xwe vekirin, min dît ku ez li ser kursî rûniştîme û kahîn ava pîroz bi ser min da dike. Piştî imadakirinê, wek nîşana yekitiya ebedî bi Mesih re, em bi mûmyan 3 caran li dora fonta imadakirinê geryan. Piştî vê merasîmê dilê min hat guhertin û ez bi xweşiyek bê hempa hestiyar bûm. Ez hestiyar bûm ku her tişt li derdora min hatin guhertin. Ez bûm mirovekî nuh.

Ji bilî wê, hinek ji yên ku bi dildarî bûn xirîstiyan ”wek nimûne, kahîn Maday, Serafim Mehemdî û Georgus Kaşaxî), komela olî ya bi navê ”Ortodoxa kurdî” damezirandin. Armanca vê komelê ew e ku ola xirîstiyanî di nav êzîdiyan de bê belavkirin.

Ji bilî belavbûna derketina ji ola resen, gefa zewaca ji xelkên ne êzîdî jî li ser vê olê heye. Berê civata ruhanî a êzîdî yekcar qedexe dikir ku êzîdî ji peyrewên olên din bizewicin, zewacên wisa wek derketina ji ola xwe dihatin hesibandin. Jiber zêdebûna zewacên wisa şêx û pîrên êzîdî ji biryara xwe vegeryan û ev kes hîn dimînin êzîdî û têkiliyên komelê bi wan re ne hatiye guhertin. Ji aliyekî din ve, zarokên ku ji wan re çêdibin wek êzîdî nayên hesêb. Dibe ku ev zarok ji aliyê ruhî ve xwe wek êzîdî dibînin, lê tev wisa jî, li gorî qanûnên vê olê, nabe ew êzîdî bên hesêb. Tev wisa jî gelek bûyer hene ku zarokên ji zewacên têkel xwe êzîdî dihesibînin.

Jiber ku êzîdî pir bi hev va girêdayîne û kevneşopiya wan bê hempa ye, mirov dikare bêje ku hemû kesên ku berê êzîdî bûn û bûne xirîstiyan xwe hîn êzîdî hesab dikin. Ew di heman demê de xaç lixwe dikin û adetên êzîdî jî dişopînin-serdana perestgehên êzîdî dikin û serê sibehan ji ronahiya Xweda-Royê re limêj dikin. Ango bi şêwekî bingehî girêdana xwe bi ola resen re diparêzin û dema pêwîst be koka xwe ya êzîdî dibêjin (wek nimûne, stranvana navdar Zara).

Êzîdiyên Kurdistanê hemû karên misyonî û derketina ji ola resen bi şêwekî nêgatîv dinirxînin. Navenda Ruhanî a êzîdiyan – Laliş bi tundî derketina ji ola resen û ibadeta ji bilî Tawisî Melek şermezar dike, lê rûmeta pêxemberan – Mûsa, Mûhammed an Îsa guneh nabîne. Tersî êzîdiyên ku ne li Kurdistanê dijîn, êzîdiyên Kurdistanê, tev tirsa herdemî ji mirinê jî, bi tundî adetên xwe dişopînin û hewil didin ola xwe ya kevnar biparêzin.

Di hevpeyvînên taybet yên bi Mîrê hemû êzîdiyên cîhanê Tahsîn Beg, serokê şêxên êzîdiyan – Baba Şêx û kesayetên ola êzîdî din ra, daner têgihişt ku civata ruhanî pêşwaziyê li derketina bi dilxwazî ji olê nake, lê ola êzîdî mafê hilbijartina azad jî qedexe nake. Kahînên êzîdî dibêjin: ”her êzîdî baweriya xwe ji Xweda wergirtiye û heger kesek bixwaze ji ola xwe derkeve ew wê bersiva vî karê xwe li pêşiya Xweda tenê bide.

Nabe bîr û bawerî li ser tu kesî bê ferzkirin, tenê mirov dikare kesekî qanih bike jibo ji ola xwe dernekeve û wî bi encamên vê derketinê agahdar bike.

Heger mirov qanih nebe, nabe zor lê bê kirin an jî xerabtir ku bê kuştin, tenê pêwîst e ew jibo dadgeha Xweda bê berdan. Ne emê karê wî dad bikin, her êzîdî bixwe wê roja qiyametê bersiva hemû karên xwe yê baş û ne baş li pêşiya Xweda bide. Armanca me ne ew e ku em peyrewên ola xwe pir bikin, em tenê dixwazin bi mirovên, ku bi Tawisî Melek ra dilsoz in, bimînin. Wek hemû bûyerên li dinyayê, derketina ji olê jî pêvajoyek sirûştî ye, hinek dimrin, hinek diçin, êzîdiyên nuh çêdibin, bêguman kesên ku li rastiyê digerin hene. Êzîdî di bin sîbera Tawisî Melek de ”donerên” jibo gelek olên cîhanê (zerdeştî, îslam û xirîstiyanî) bûn, lê tev wisa jî, êzîdî hebûn û hene, çimkî ev vîna Xweda ye. Rewşek dijberî hev heye: gelek êzîdî hene ku ji ola xwe derdikevin û dibin xirîstiyan an bi şêwekî pir kêmtir musilman, lê gelek mirov li cîhanê hene ku daxwazê ji me dikin jibo bibin êzîdî. Bi taybetî gelek zarokên ku ji zewacên têkel bi kurdên musilman re ji dayik bûne, vê daxwazê ji me dikin, lê mixabin ola me destûrê nade ku daxwazên wisa bên cîbecîkirin.

Di bersiva ser pirsa: gelo derketina ji ola resen guneh e an na? Şêx û pîrên êzîdiyan gotin ku bêguman gunehe. Li gorî ola êzîdî, her êzîdiyek divê rastgo be û gunehan neke. Di ola êzîdî de mirov bê navber, yekser dua ji Xweda dike, lema jî, heger mirovê êzîdî ji ola xwe derkeve wê bi xwe li ber Xweda bersivdar be. Ti kes nikare kesê ku ji ola xwe derdikeve ne ceza bike û ne jî efû bike. Tenê Xweda dikare vî karî bike, çimkî qedera mirov li cem wî ye.

Heger mirovê êzîdî ji ola xwe derkeve êdî zehmet e an jî ne mumkun e dîsa lê vegere. Qanûna êzîdî tenê ew kesên ne gunehbar, ango ew kesên ku zor li wan hatiye kirin jibo ji ola xwe derkevin efû dike. Kesên wisa heger bixwazin li ola xwe vegerin tên qebûlkirin. Êzîdiyên ku DAIŞ bi zorê ew kiribûn musilman, piştî rizgarkirinê di rêya rê û rêzanên taybet de dîsa jibo ola xwe ya resen vegeryan. Lê êzîdiyên ku bi dilxwazî ji ola xwe derketine û derbasî olek din bûne ti qanûn ji wan re ne hatiye danîn, her weha ti qanûn tune jî ku ew bên dûrxistin an jî cezakirin.

Bêguman kuştina jiber derketina ji olê jî di komela êzîdî de pêktê, lê ev kar ji aliyê navenda sereke ya êzîdî – Lalişê ve nayê pêşwazîkirin. Ev yek ji aliyê merivên ew kesê ku ji ola xwe derketiye pêk tê, çimkî li gor adetên êzîdî, derbasbûna bo olek din wek xiyanet ji malbat û êla xwe re tê hesêb. Wek adet, kesê ku ji ola xwe derdikeve ji aliyê komelê ve tê şermezarkirin, her weha têkilî jî pê re tên birîn. Gelek caran merivên kesên ku ji ola xwe derketine, piştî mirina wan, ji kahînên xwe (şêx an pîr) dixwazin ew wan efû bikin û li gor adetên êzîdî wan veşêrin, lê piraniya navdarên ola êzîdî dibînin ku ew divê bêyî merasîmên olî bên binaxkirin.

Ji aliyekî din ve, heger mirov li bingeha qanûna ola êzîdî vegere – ”Tenê ew kesê ku ji dê û bavên êzîdî ji dayik bûye êzîdî ye”. Ola êzîdî jibo mirovê êzîdî çêbûye ne mijarek şexsî ye, lê vîna Xwedê ye. Lema jî, heger mirovê êzîdî ji ola xwe derkeve jî, tev ku gunehbar e jî, wek prensîp dimîne êzîdî. Ev yek dide xuyakirin ku her mirovekî êzîdî ola xwe ji Xwedê wergirtiye û tenê Xweda dikare wî/wê ji vê olê bêpar bike.

Bi vî awayî, kesê ku ji olê derkeve û dîsa bixwaze lê vegere, ne pêwîst e ku merasîmên taybet derbas bike, çimkî ji aliyê gênêtîk ve ew her maye êzîdî. Tev wisa jî, kahînên êzîdî dij in ku ew kesên ji ola xwe derketine dîsa vegerin. Tenê hinek ji wan dibînin, ku heger kahînê ew kesê ji ola xwe derketiye (şêx an pîr) jêre bibe navber û bi mercê ku ew li gunehê xwe mikur bê û li pêşiya komelê poşmaniya xwe bîne ziman, wê demê dikare li ola xwe ya resen vegere.

Bi vî awayî, heger ji sedsala 7-an ve êzîdî bi zor dihatin asîmîlekirin ji aliyê misilmanan ve, ji destpêka sedsala 20-an ve qonaxa asîmîlasyona bi dildarî di ola xirîstiyanî de ji êzîdiyan re destpê kiriye. Heger berê êzîdî jiber tirsa mirinê û setemê dev ji ola xwe berdidan û dibûn musilman, îro dibin xirîstiyan û di nav êzîdiyan de karên misyonerî jî dikin.

Îro globalîzm bandorê li kurdên musilman û êzîdî jî dike û hin bi hin bîr û baweriyên wan yên netewî dewsa yên olî digrin.

Li gel vê yekê guhertinên baş di têkiliyên navbera kurdên musilman û êzîdî de pêk tên, di encam de ezîdiyatî hin bi hin rengê xwe yê olî yê mutleq winda dike û taybetmendiyek netewî kurdî giştî werdigre. Di vî warî de, damezrandina Herêma Kurdistanê di sala 2005-an de ji aliyê gelek êzîdiyan ve wek destpêka parastina ola kurdî ya kevnar li welatê dîrokî hat pêşwazîkirin.

Portreyê Şîxadî: wênekêş Rebwar K Tahir

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev